Rûsyayê şeva sêşemê bi balafirên bêmirov û fuzeyan êrîş bir ser herêmên cur be cur ên Ûkraynayê. Li gorî Şaredarê Kîevê Vitali Kliçko, 3 kesan li paytextê jiyana xwe ji dest dan. Li herêma Dnipropetrovsk 2, li herêma Zaporijya jî kesekî jiyana xwe ji dest da. Li hin taxên Kîevê elektrîk qût bû.
Hêzên Hewayî yên Ûkraynayê ragihand ku di êrîşan de ji xeynî 39 fuzeyên bi tîpa Îskender, KN-23, S-400, Tsirkon û Oniks, 128 balafirên bêmirov hatine tespîtkirin. Ûkraynayê jî diyar kir ku li gorî saeta Parîs ji 08.00’an û şûnve 4 fuzeyên balîstîk û 115 balafirên bêmirov jî di nav de bi giştî 119 hedefên hewayî hatin xistin yan jî bêbandorkirin.
Serokê dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy diyar kir ku Rûsyayê bi zanebûn sektora enerjiyê hedef girtine û ragihand ku 26 tesîsên di kompleksa enerjiyê de, 4 tesîsên di sektora petrol û gazê de zirareke cidî dîtine û nêzî 600 hezar kes jî bêelektrîk mane.
Fermandarê Giştî yê Ûkraynayê ragihand ku roja sêşemê li eniya şer di navbera Rûsya û Ûkraynayê de 229 şer qewimîne.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku di tevahiya şevê de li 20 herêmên Rûsyayê û li Kirimê ya hatî îlhaqkirin, 902 balafirên bêmirov ên Ûkraynayê hatine xistin.

