Çarşem, 14 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Kerkûkê teqîn: Efserek û leşkerek mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan bi ser Halk TV’ê de girt: Weşan hate rawestandin, qeyim hate tayînkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cahît Berkay: Edalet wê baweriya bi pêvajoya aştiyê zêde bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Aba: Azadiya fîzîkî û statuya Rêber Apo girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e
Jin

Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

Koordînasyona Kongra Star diyar kir ku êrişên li ser sembolên gelê Kurd, şehîdan û pêşengên jin ên li Hesekê ji bo rakirina li ber hev a gelên Kurd û Ereb têne kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Kongra Star li ser provokasyonên dema dawî yên li Hesekê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Provokasyonên ku di demên dawî de li Hesekê rû didin, hewldanên wan hêzan e ku dixwazin gelên Kurd û Ereb derxînin pêşberî hev û şer û dijminatiya di navbera gelan de kûr bikin. Bi taybetî piştî ketina komên çete yên ku ji cihên weke Serêkaniyê, Dêrazor û Şedadê anîne Hesekê, êrîşên tirsonek û nemerdane yên li dijî nirx, sembol, şehîd û pêşengên gelê Kurd, bi taybetî jî pêşengên jin, zêde bûne. Ev êrîş perçeyek ji polîtîkayên provokator ên wan hêzan e ku dixwazin di navbera gelan de pevçûnê derxînin û bi zorê şerekî Kurd-Ereb bidin destpêkirin.

Gelên Kurd, Ereb û gelên din ên Hesekê bi sedsalan e li ser bingeha rêzgirtina li nasname, bawerî û nirxên hev, bi hev re dijîn. Gelên xwecihî yên Hesekê ne şer û dijminatiyê, lê aştî û jiyana bi hev re dixwazin. Îro eger tê xwestin ku pevçûnek Kurd-Ereb bê afirandin, diyar e ku ev yek ne îradeya gelan, lê armancên wan hêzan nîşan dide ku agirê vê pevçûnê gur dikin.

Her wiha ev bûyer careke din nîşan daye ku armanckirina wêneyên pêşengên me yên jin, ne tenê êrîşek e li dijî nirxên gelê me; di heman demê de zîhniyeta serdest a mêr, zayendperest û dijminê jinê ye ku dixwaze têkoşîna azadiyê, pêşengiya civakî û îradeya jinê  tepeser bike. Di demekê de ku rastiya dîrokî li ber çavan e ku bi hezaran jinên YPJ’yî di bin van alayan de, bi fikir û têkoşîna van pêşengan li dijî daiş’ê şer kirin û daiş têk birin, îro di bin navê pêvajoya entegrasyonê de binpêkirina wêneyên heman pêşengan, nîşaneya eşkere ya xwe-ferzkirina zîhniyeta daiş’ê ya bi şêwazên cuda ye. Heqareta ku îro li van ala û pêşengên ku duh sembola berxwedana li dijî tarîtiya daiş’ê bûn tê kirin, ne tenê li dijî destkeftiyên gelê Kurd e, di heman demê de êrîşeke nemerdane ye li ser cewherê têkoşîna dîrokî ya ku li dijî daiş’ê hatiye dayîn.

Weke Kongra Star, em van êrîşên ku li ser sûretên Serokatiya me, rûmet, şehîd, pêşengên jin û sembolên gelê Kurd dikin armanc, bi tundî red dikin û qet qebûl nakin. Ji pêşîgirtina li van êrîşan, misogerkirina ewlehiyê li Hesekê û kontrolkirina wan komên ku dixwazin di navbera gelan de pevçûnê derxînin, hikûmeta demkî bi awayekî rasterast berpirsyar e. Hikûmeta demkî ya Şamê bi taybetî divê li hemberî provokasyonên ku li Taxa Xiwêranê tên afirandin gavên şênber biavêje, kesên ku van êrîşan pêk tînin tespît bike û hesab ji wan bixwaze. Hesabxwestin divê tenê di gotinê de nemîne, lê bi awayekî şefaf û pêbawer be ku baweriya civakê pêk bîne.

Tevî nêzîkatiya dilpak, avaker û erênî ya aliyê Kurd ji bo pêvajoya entegrasyonê, nayê qebûlkirin ku îradeya gelê Kurd neyê naskirin û li hemberî êrîşên li ser nirxên wî bêdengî bê parastin. Têgihîştineke entegrasyonê ya ku îrade û mafên gelan esas nagire û li ber êrîşên li ser nirxên gelan bêdeng dimîne, zirarê dide jiyana hevpar. Ji ber vê yekê em ê têkoşîn û çalakiyên xwe yên demokratîk bidomînin.

Ji vir em bang li hemû jinan, rêxistinên jinan, hêzên demokratîk, hemû gelên Rojava, gelê Kurd û derdorên dost dikin; li hemberî êrîşên li ser Serokatiya me, rûmet, nirx û sembolên gelê me, em we vedixwînin ku li ser bingeha hemû mafên xwe yên demokratîk û hiqûqî dengê xwe bilind bikin, helwesteke hevpar bigirin û îradeyeke xurt derxînin holê. Em rê nadin  ji bo wan hewldanan  ku armanc dikin gelên Kurd û Ereb derxînin pêşberî hev, di navbera gelan de dijminatiyê biafirînin û herêmê ber bi nava şerekî mezin bikin. Tu kes nikare yekîtiya dîrokî, îradeya jiyana hevpar û têkoşîna azadiyê ya gelên me ji bo hesabên xwe yên tarî bi kar bîne. Kesên ku hewl didin tovên dijminatiyê di navbera gelên Kurd û Ereb de biçînin, divê bizanibin ku dê li hemberî van provokasyonên ku îradeya gelên me dikin armanc, bi helwesteke xurt a demokratîk re rû bi rû bimînin. Ev helwesta bêperwa ya ku bi pêpeskirina wêneyên şehîdên pêşeng û Rêbertiya gelê Kurd tê nîşandan, ne tenê bêrêziyeke eşkere ye li hember bîranîna şehîdên me û nirxên gelê me, di heman demê de provokasyoneke zanebûn e ku bîra dîrokî, rûmet û îradeya azadiyê ya gelê Kurd dike armanc; tu kes divê nefikire ku bi êrîşkirina ser nirxên pîroz ên gelê Kurd dê bikaribe di navbera gelên me de dijminatiyê biafirîne û bi van rêbazên rûreşker îradeya gelê me teslîm bigire. Li hemberî vê yekê, parastina nirxên me mafê me yê herî rewa ye.

Ji bo pêşîgirtina li hemû provokasyonên ku heta îro li Hesekê rû dane û ji niha pê ve dikarin rû bidin, em hikûmeta Şamê berpirsyar dibînin. Em ti êrîşeke ku nirxên gelê me binpê dike, jiyana hevpar a gelan dike armanc, qebûl nakin. Di heman demê de em dibejin ku bila saziyên pêvendidar derkevin û lêpirsînekê di derbarê vê bûyerêde bikin û kesên li pişt vê bûyerê û kesên rasterast kirinî hesap bixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rûsyayê bi balafirên bêmirov û fuzeyan êrîş bir ser Ûkraynayê
Nûçeya Pişt re YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gelê Şengalê: Êrîş wê ti carî nikaribe îradeya me têk bibe

Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ li ber Navenda YBŞ'ê daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê nasnameya 3 şervanên şehîd bûne eşkere kir

QSD’ê nasnameya 3 şervanên ku li Hesekê şehîd bûne eşkere kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Erebistana Siûdî di nava rojekê de 8 kes hatin bidarvekirin

Li Erebistana Siûd roja Şemiyê 8 kes hatin bidarvekirin, 7 ji van ji ber qeçaxçîtiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Vietnamê ji bo 731 leşkerên di şer de mirin merasîma cenaze ya giştî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Rûsyayê bi balafirên bêmirov û fuzeyan êrîş bir ser Ûkraynayê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Kerkûkê teqîn: Efserek û leşkerek mir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?