Kurê Serokkomarê berê yê rastgiriya tund ê Brezîlyayê Jair Bolsonaro Flabio Bolsonaro û malbata wî piştî têkçûna di hilbijartinê de ji Brezîlyayê çû. Li gorî daxuyaniya Îdareya Koçê ya Arjantînê, Bolsonaro bi belgeyên ger û geştê yên qanûnî ji rêya bejahî derbasî Arjantînê bû û piştre jî bi balafireke taybet a ji şîrketa Baires Fly S.A. kirê kiribû berê xwe da bajarê Guayaquil ê Ekvadorê.
Di çapemeniya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de 27’ê Cotmehê hatibû ragihandin ku Bolsonaro reviya ye DYE’yê, rayedarek ji rêveberiya Donald Trump jî eşkere kiribû ku wê vîze ji Bolsonaro û malbata wî re bê dayin. Lê belê daxuyaniya dawî ya meqamên Arjantînê nîşan dide ku malbata Bolsonaro firiya ye Ekvadorê.
Flavio Bolsonaro di tûra duyemîn a hilbijartinê de ku 26’ê Cotmehê pêk hat, li pêşberî Serokdewletê çepgir Luiz Inacio Lula da Silva têk çû. Lula ji sedî 52 ê dengan stand û careke din hate hilbijartin. Flavio Bolsonaro jî hîn têkçûna di hilbijartinê de qebûl nekiriye.
Têkildarî senatorê 45 salî bi gumana nelirêtî û spîkirina pereyê reş jî di nav de gelek lêpirsîn tê meşandin. Flavio Bolsonaro îdîa dike ku ti karên bê ûsilî nekiriye.

