Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê biryar dabû ku tenê sê ders ji bo zimanê Kurdî bên veqetandin. Nerazîbûna xwendekaran a li dijî wê biryarê didome.
Xwendekara refa 11’an a bi navê Rehef Fêsel Sedûn ku keça şehîd Ebu Leyla ye, diyar kir ku mafê her netewekê ye ku bi zimanê xwe bixwîne, fêr bibe û got: “Ev bû 11 salê min, ez bi zimanê xwe dixwînim. Em dixwazin bi zimanê xwe berdewam bikin. Ji xwe em bi Erebî û Ingilîzî jî fêr dibin. “
‘EZ Ê BI ZIMANÊ XWE BIBIM PARÊZER’
Rehef got, “Em Kurd in, xwedî civakeke bi milyonan kesî ne û mafê me ye ku em bi zimanê xwe bixwînin. Fêrbûna bi zimanê dayîkê mafê her netewê yê rewa ye. Em Kurd in jî û mafê me yê rewa ye em bi zimanê xwe bixwînin. Ez niha dixwazim bibim parêzer, ew xeyal min bi zimanê xwe yê Kurdî hûnandibû û divê ez bi zimanê xwe yê Kurdî vê hêviya xwe pêk bînim û parastina gelê xwe jî bikim.”
‘WÊ ZIMANÊ ME HER TIM ZINDÎ BE’
Xwendekara bi navê Hêlîn Cuma Eto ragihand ku ew refa 8’an dixwîne û got: “Em ne li dijî ti zimanan in, lê zimanê me Kurdî ye. Mafê me ye ku em bi zimanê xwe bixwînin. Me ked daye, ev bû 8 salin ez bi zimanê xwe dixwînim û ez dixwazim pêşeroja xwe jî bi zimanê xwe bibînim. Zimanê me hebûn û jiyana me ye û em ê bihêlin ku zimanê me jî her hebe.”
Xwendekara bi navê Jiyan tîpên zimanê Kurdî hejmart û got, ew ê her tim fêrbûna xwe ya bi van tîpan bidomîne.
Xwendekara bi navê Cana jî strana “bi xeml û rewş e, şêrîn û xweşe zimanê Kurdî” got û diyar kir ku hêviya wê ew e ku bibe bijîşk.




