Malpera Dengê Girtiyên Îranê, derbarê rewşa girtiyên li Girtîgeha Qizilhesar ya bajarê Kerec hin agahî parve kir.
Li gor agahiyên hatine parvekirin, nêzî 700 girtiyan li dijî kêmasiyên pêdivî û xizmetguzariyan nerazîbûn nîşandane.
Di beramber de gardiyanan bi fermana rêveberê girtîgehê Elakerem Ezîzî êrîşî ser girtiyan kirine û êşkence li hin girtiyan kirine.

