Saziya Ciwanan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) turnuvayeke santrancê ya bi navê Şehîd Seîd Çomlek da destpêkirin. 36 kes beşdarî turnuvayê bûne.
Turnuva li Saziya Ciwanan bi beşdariya dehan ciwanan û bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser wate û girîngiya turnuvayê Hevberdevkê Saziya Ciwanan Sîpan Yaman axivî û got: “Em di serî de vê turnuvayê diyarî Rêber Apo û tevahî şehîdan dikin. Em hertim xwedî li şehîdên xwe derdikevin û bi bernameyên wiha, wan bibîr tînin. Em serkeftinê ji hemu beşdarvanan re dixwazin. Plansaziyên wiha gelekî başin. Em pê keyfxweşin û aktîvîteyekî wisaye ku ciwan beşdar dibin.”
Piştî axaftinê kûra hat kişandin û leyîstoka destpêkê hat leyîstin.

