– Geşedanên piştî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk wê bên şopandin.
– Alîkara Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Narîn Gezgor diyar kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi mîsogerkirina nasname, çand û zimanê Kurdî ya di destûra bingehîn de dibe û got, “Kurdî divê bi fermî were naskirin.”
– Endama DÎK’ê siyasetmedar Dîba Keskîn diyar kir ku nabe ku aştî ji ziniyeta mêr û desthilatdariyê re were hiştin û got, “Têkoşîna jinan, yekîtî, civak û yekîtiya muxalefetê jî ji bo me pêwîst e.”
– Di hejmara meha Mijdarê ya rojnameya Komînal de belgeya Rêber Apo ya bi sernavê “Komara Demokratîk, Entegrasyona Demokratîk” bi 12 rûpelan di manşetê de hate weşandin. Di hejmarê de her wiha Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, têkoşîna 49 salan a PKK’ê û têkoşîna azadiyê ya jinan hate nirxandin.
– Pirtûka ‘Em ji mirinê mezintir in’ ya li ser Berxwedana Tirşînê, şahidiya gel, dayika û şervanên ku di mercên giran ên şer de li ber dijmin rabûn, derbasî nava rûpelên dîrokê dike. Pirtûk qala îradeya şervanên YPG-YPJ û îradeya gelê Rojava dike.

