Li Endonezyayê, tevgera xwendekaran a bi pêşengiya nifşê Z protestoyên xwe yên li dijî pirstgirêkên civakî, aborî û siyasî dewam dike. Piştî xwepêşandanên “Endonezya Tarî” (Indonesia Gelap) a Sibata 2025’an destpê kir û meha Tebaxê veguherî pevçûnên giran, ciwan meha Cotmehê jinûve herikîn qadan.
Di çalakiyan de ku bi dirûşma “Endonezya hişyar be” (#IndonesiaSadar) hatin lidarxistin bi hezaran xwendekarî di 20 û 28’ê Cotmehê de li paytextê û herêmên cuda xwepêşandan lidar xistin.
Xwepêşandêran destwerdana kêm a hikumeta Serokomar Prabowo Subianto ya li şewata mezin a darisatnan rexne kirin.
Nerazîbûna ciwanan ne tenê têkildarî hawirdorê ye. Bihabûna jiyanê, lêçûnên perwerdeyê, neewlehiya kar, tengbûna qada demokratîk û bêbaweriya li çîna siyasî ku bi nelirêtiyê tê sûcdarkirin sedemên bingehîn ên protestoyan e.
Daxwazên xwepêşandêrên li Endonezyayê dişibe yên tevgerên ciwanan ên li Fransa, Spanya, Albanya, Îtalya, Hindistan û Nepalê.

