Nobeda Dayikên Aştiyê ya li parka Kurtuluşê ya navçeya Çankayaberdewam dike. Endam û nûnerên partî, sazî û rêxistinên civakî serdana dayikan kirin û peyama hevgirtinê hat dan.
Endamên Platforma Dayikan ên Enqereyê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” Dayikên Aştiyê pêşwazî kirin. Ciwanên Barikata Amedsporê jî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana ciwanan” serdana nobedê kirin.
Piştî serdanan nobeda dayikan bi stran û gerandina govendê berdewam kir.

