Di hilbijartinên navberê yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de ku 3’ê Mijdarê têne kirin, temamiya herdu baskên Kongreyê jinûve têne hilblijartin. Hilbijêr ji bo temamiya 435 endamên Meclîsa Nûneran û ji 100 endamên Senatoyê ji bo diyarkirina 35 endaman dengê xwe bi kar tînin. Her wiha li 36 eyaletan jî hilbijartinên walîtiyê têne kirin. Komarger niha li herdu baskên Kongreyê serwer in.
SÎSTEMA HILBIJARTINÊ ÇAWA BI RÊ VE DIÇE?
Kongreya DYE’yê ji du meclîsên cuda pêk tê:
– Meclîsa Nûneran: Ji 435 endaman pêk tê. Kursiyên wê jî li gorî nifûsa eyaletan têne belavkirin. Ji ber ku endamên wê du salan carekê têne hilbijartin, di vê hilbijartinê de temamiya meclîsê nû dibe.
– Senato: Ji 100 endaman pêk tê. Her eyalet bi du senatoran têne temsîlkirin. Dema wezîfeyê ya senatoran şeş sal e; ji ber vê jî di her hilbijartina navberê de tenê beşek ji senatoyê tê nûkirin.
Hilbijartinên Serokatiyê çar salan carekê tê kirin. Hilbijartinên navberê jî di dema navîn a serdema serokatiyê de, yanî du sal piştî hilbijartina serok tê kirin. Di van hilbijartinan de serok naguhere, lê belê li Kongreyê guhertin tê kirin.
MECLÎSA NÛNERAN Û SENATO
Xuya ye ku Demokrat wê li Meclîsa Nûneran serwer bin. Li gorî analîza Reutersê ya beriya hilbijartinê, ji bo Komarger serweriyê ji dest bide, divê Demokrat herî kêm sê kursiyên din bi dest bixin.
Li Senatoyê jî ji bo Demokrat serwer bibin, divê herî kêm çar kursiyan bi dest bixin. Lê belê ev pêşbirk hîn dijwar xuya dike û eyaletên Teksas, Kansas, Maine, Iowa, Ohio û Alaska weke wan eyaletan tê dîtin ku encamê diyar bike.
Di texmîna dawî ya hilbijartinê ya nate Silver a 3’ê Mijdarê de tê texmînkirin ku Demokrat li Meclîsa Nûneran bi ser bikevin, li Senatoyê jî derkevin pêş.
DIBE KU TÊKILDARÎ TRUMP LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN
Hilbijartin wê nîşan bide bê polîtîkayên aboriyê, koçberî û şerê li dijî Îranê yên Trump ji aliyê hilbijêran ve çawa têne pêşwazîkirin. Li gorî Reutersê zêdebûna maliyeta jiyanê û nearamiya aboriyê Komarger xistiye nava pozîsyona parastinê. Her wiha tê gotin ku piştgiriya raya giştî ya ji bo Trump di asta herî nizm a serokatiyê de ye.
Eger Demokrat li Meclîsa Nûneran bi ser bikevin, dikarin li hemberî rêveberiya Trump lêpirsînê bide destpêkirin, kontola komîsyonan bixin destê xwe û agahiyê ji rêveberiyê bixwazin. Eger li Senatoyê jî bi ser bikevin hingî dikarin derfet^+en Trump ên hikumetê û tayînkirina dadgeriyê asteng bikin an jî dereng bixînin.
Lê belê serkatina Demokratan a li Kongreyê wê serokatiya Trump bi dawî neke. Serok wê erka xwe ya veto û rêvebirinê dewam bike. Her wiha li Senatoyê ji ber ku ji bo gelek qanûnan pêwîstî bi 60 dengî heye, serketina Demokratan wê karê jib o guhertina polîtîkayên Trump hêsan neke.
ENCAM WÊ KENGÎ DIYAR BIBE
Sindoqên dengdanê li eyaletên cuda yên DYE’yê li gorî saetên xwecihî vedibin û têne girtin. Encamên destpêkê wê îro êvarê diyar bibe. Lê belê misogerbûna hin encamên dengê bi postayê hatine bikaranîn dibe ku bi saetan an jî rojan dewam bike.

