Sêşem, 3 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Alî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata ku piştî hevgirtina DNA’yê 8 sal şûnde çû goristanê, rastî 3 cenazeyan hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku Rêberê me azad nebe, pêvajo nagihêje armanca xwe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulazer Akin piştî 30 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê daxwaza dîtina Rêber Apo ji Wezaretê re ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê wateya siyasî ya cihê nû yê li Îmraliyê bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Gabarê êrişa li ser şehîdgehê: Kêl hatin şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê nerazîbûna li dijî budçeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan bi dawî bû: ‘Em ê bi hev re aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > 29 gerîlayên azadiyê li Hesekê hatin bibîranîn
Rojava

29 gerîlayên azadiyê li Hesekê hatin bibîranîn

Şêniyên Cizîrê 29 gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê li Hesekê bi bîr anîn û peyama parastina mîrateya şehîdan, parastina destketiyên Şoreşa Rojava û meiznkirina têkoşîna hevpar a gelan hat dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Pêkhateyên herêma Cizîrê li bajarê Hesekê 29 gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê yên di dem û cihên cuda li nava tevgera azadiya Kurdistanê şehîd bûbûn de bi bîr anîn.

Merasîma bibîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Rojava Mahsûm Hesen bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku ev dîmen hêza hevgirtina civakî û şiyana wê ya serkeftinê nîşan dide.

Hesen bal kişand ser keda şehîdan dane û destnîşan ku rûmetê, vîna gelên azad û destkeftiyên Kurdistanê parastin û Kurdan bi rêya Şoreşa 19’ê Tîrmehê îsbat kir ku modela Rêveberiya Xweser çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyeyê ye û her pêkhate dikare aîdetbûna xwe ya Sûriyeyê, çanda xwe derbirîne û rêûresmên xwe yên olî bi serbest bi kar bîne.

Hesen soza şopandina rêça şehîdan nû kir û diyar kir ku şoreşa civakî hîna berdewam e û bal kişand ser pêwîstiya bilindkirina têkoşîna mîsogerkirina destkeftiyan.

Li aliyekî din jî endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Cîhan Efrîn diyar kir ku merasîma biheybet a ku îro tê organîzekirin girêdana xurt  a şêniyan bi şehîdan, nirx û armancên wan re nîşan dide.

Cîhan Efrîn destnîşan kir ku destketiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi saya fedakariyên şehîdan pêk hatin û got parastina destkeftiyan erkeke li ser milê malbatên şehîdan û tevahî xelkê Rojava ye.

Cîhan Efrîn anî ziman ku li dijî şoreşê komployek hat kirin, di vê komployê de hejmarek alî beşdar bûn, piştî peymana Parîsê êrişî bajarên Rojavayê Kurdistanê kirin.

Di dewama axaftina xwe de Cîhan Efrîn got pêwîst ders ji van bûyeran werin rakirin, bandorên wan neyên paşguhkirin û bang li xelkê Rojava kir ku xwe bi rêxistin bikin.

Cîhan Efrîn diyar kir ku ew bandorên komployê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bîr nakin û dê veguherînin hêzekê ku têkoşînê bidomînin. Her wiha îşaret bi peymana 29’ê Çilyê kir û got, tevî hêviyên ku tên xwestin pêk neanîn e jî lê di parastina destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê de dibe alîkar. 

Cîhan Efrîn der barê hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê, aramî û derxistina fitneyan de hişyarî da.

Cîhan Efrîn bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye û got ew rêveçûneke dîrokî ya ji bo bidawîkirina komkujî û şeran de temsîl dike û pêkanîna wê dikeve xizmetî tevahiyan.

Piştre li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şerîf Xelîl axivî û got fedakariyên gerîlayan di oxira pêkanîna destkeftiyan ji gelê Kurd û tevahî pêkhateyan de ne tenê ji Kurdistanê re serkeftinek e lê ji bo tevahî mirovahiyê jî serkeftin e.

Xelîl destnîşan kir ku armanca wan avakirina dewleteke demokratîk, azad, aram û nenavendî ye.

Ji Kongra Îslama Demokratîk Şêx Ednan Elyan jî axivî û got: “Ev merasîma biheybet hevgirtina gelan xurt dike û xewna şehîdan avakirina dewleteke demokratîk bû ku tevahî di jiyaneke hevbeş de bijîn.”

Elyan diyar kir ku xwedîderketina li şehîdan bi avakirina civakekê ye ku tevahî pêkhateyan li ser siberojek hevbeş tê de aştî û ewlehî hebe, pêkane.

Helbestvan Ferhadê Merdê jî hêviya aramiyê ji malbatên şehîdan re xwest û çend helbest gotin.

Li ser navê Partiya Yekitiya Ermenî jî Îmad Tataryan destnîşan kir ku xwîna şehîdan ji Ereb, Kurd û Ermenan têkelî hev bûye û ev têkelbûn ders û peyamekê ji dewletên îdiaya demokrasiyê dikin hildigire.

Piştî axaftinan sînevîzyonek bi wêne û dîmenên şehîdan û peyamên ku dane hat temaşekirin. Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Alî Paksoy piştî 30 salan hat berdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şêniyên Minbicê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin

Şêniyên Minbicê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Xalên ‘Qanûna Çarçoveyê’

Xalên pêşnûme qanûna bi navê "Qanûna li ser Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî" hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Heyeta Îmraliyê bi Nêçirvan Barzanî re rûnişt

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji bo hevdîtinan li Başûrê Kurdistanê ye, piştî Mesûd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Gazî: ‘Em ê armancên şehîdên xwe pêk bînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê wê sibe 30 şehîd bên bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rojava xwendekar îro jî di nava çalakiyê de bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekarên li Qamişloyê ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê daketin qadan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?