Baroyên bajarên herêmê û saziyên civakî yên Amedê, di salvegera 10’emîn a operasyon û girtinên li dijî hevserok û parlamenterên HDP’ê de li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyek da. Li gel Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan Meral Daniş Beştaş, serok û rêveberên baroyên herêmê, endamên rêxistinên civakî yên Amedê gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta, “Bila biryarên DMMEyê werin pêkanîn û pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin” hate vekirin.
Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişên DAÎŞ’ê yên li ser Kobaniyê û wiha got: “Hincet hat nîşandan ku parvekirineke medyaya civakî ya ji aliyê Navenda Giştî ya HDP’ê ve hatibû kirin ku bang li bertekên demokratîk ên li dijî êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikir. Derbeya siyasî ya 4’ê mijdara 2016a’n bi vê hincetê pêk hat û tu dem ev yek nayê qebûlkirin.”
Piştî Ercan Yilmaz Serokê Baroya Amedê Sertaç Buluttekin axivî û diyar kir ku berî 10 salan Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattin Demîrtaş, Figen Yuksekdag û parlementerên HDP’î hatine binçavkirin, bi rengekî neqanûnî hatine girtin û dîsa rastî lêpirsîn û darizandinên neqanûnî hatine. Buluttekîn bal kişand ser biryarên binpêkirinê yên ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hatine dan û destnîşan kir ku Tirkiye hîn jî van biryaran bi cî neaniye.”
Buluttekîn bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û diyar kir ku Doza Kobanê ji bo pêvajoyê weke kevirê mîheng ê girîng dibînin û wiha axivî: “Rewşa girtîbûnê ya berdewam a di Doza Kobanê de û pêkneaîna biryarên DMME’yê zirarê dide hesta çareseriyê. Ez li ser navê Baroya Amedê dixwazim vê diyar bikim; astengiyên herî mezin ên li ber aştiya civakî nehiqqûqî û binpêkirinên mafan in. Baroya Amedê dê her dem ji bo aştiya civakî têkoşîna xwe berdewam bike.”
Serokê Baroya Êlihê Abdulhamit Çakan jî wiha axivî: “Mixabin di vî welatî de endamên dadweriyê mixabin ne serbixwe ne. Em vê ji doza 49’an, ji darizandinên DGM’ê, ji dozên KCK’ê jixwe dizanin. Dewleta hiqûqê ne tenê dewleta ku qanûnan datîne ye. Di heman demê de dewlet qanûnên ku danîne pê ve girêdayî dike ye. Biryarên DMME’yê ne tenê biryarên ku ji aliyê usûlî ve hatine dan e. Biryarên rêber in. Me nedît ku biryarên DMME’yê hatibin pêkanîn. Tevî ku 2 sal in pêvajoyek berdewam dike jî mixabin biryarên DMME’yê hîn jî nayên cîbicîkirin.”
Di dawiyê de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş axivî û wiha got: “Em di 4 mijdara 2016’an de li cihê sûc in ku biryarên girtinê lê hatine dan. Di 4 mijdara 2016an de em li vir bûn. Îro ne tenê salvegera rehîngirtina hevalên me ye, îro salvegera darbeyeke siyasî ye. Salvegera darbeya organîzekirî ye ku li dijî siyaseta demokratîk, hevserokên me jî di nav de, parlamenterên me hatin derdestkirin, bi balafirên taybet anîn Amedê. Darbe ne tenê bi tank û topan dibin, wiha dibin. Lê ev darbe mixabin hîn jî berdewam dike. Hevalên me hîn jî di girtîgehan de ne û ji azadiya xwe bêpar in.Biryarên ku îro di Doza Kumpasê ya Kobanê de hatine dan tenê xizmetê ji bêçareseriya pirsgirêka Kurd re dikin. Du têgeh in ku bi ti awayî nikarin bi pêvajoya berdewam re bi hev re bên bilêvkirin. Dema ku em ji bo vekirina kanalên siyaseta demokratîk, ji bo têkoşîneke bêçek û demokratîk dixebitin, hevserokên me Yüksekdağ û Demirtaş ji ber ku siyaseta demokratîk kirine 10 sal in rehîn tên girtin.”
Piştî axaftinan daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.

