Li Fransaayê çalakiyên ku ji aliyê xwendekarên lîse û zanîngehan ve hatin destpêkirin pirsgirêkên qada perwerdeyê derbas kirin û li dijî newekheviyên civakî, polîtîkayên neolîberal û zêdebûna zextê yên dewletê veguherîn tevgereke civakî ya berfireh. Destwerdana polîsan a li hember çalakiyên xwendekaran nîqaşên li ser maf û azadiyên demokratîk li welat kûrtir kir, li seranserê Ewropayê bilindbûna rastgirên tund û krîza kapîtalîzmê di nava sernavên girîng ên rojeva siyasî de cih digirin.
Sosyologê Fransî Prof. Michel Kokoreff ku li Zanîngeha Parîs 8’an dixebite, çalakiyên xwendekaran ên li Fransayê, tundiya polîsan, bandorên civakî yên polîtîkayên neolîberal û li Ewroapyê bilindbûna rastgiriya tund ji ANF’ê nirxand. Kokoreff ê ku bi lêkolînên xwe yên li ser tevgerên civakî, taxên kedkaran û tundiya dewletê tê nasîn, çalakiyên xwendekaran wekî “şiyarbûna siyasî ya nifşekî” bi nav kir û diyar kir ku kapîtalîzma neolîberal di nav krîzeke kûr de ye. Kokoreff destnîşan kir ku zedebûna polîtîkayên zextê yên dewletê qelsiya desthilatdariyê derdixin holê û anî ziman ku li Ewropayê bilindbûna rastgiriya tund bi krîza globalîzmê ve girêdayî ye.
‘EM ŞAHIDIYA ŞIYARBÛNA SIYASÎ YA NIFŞEKÎ DIKIN’
Kokoreff ev tişt anî ziman: “Fransa ev nêzî deh sal in ji aliyê şêwe, pêkhate û bandorên xwe yên siyasî ve bi rêze tevgerên civakî yên ku heta niha nehatine ditîn re diheje.
Bi ya min rastiya herî bingehîn a ku ev hemû derdixin holê, şiyarbûna siyasî ya nifşekî ye. Ev şiyarbûna nifşa xwendekarên lîseyê ye ku ji aliyên kedkaran tên û li dibistanên li derveyî navenda bajêr dixwînin. Mînak li herêma Parîsê, li Seine-Saint-Denisê, dibistanên ku carinan wekî “dibistanên li çeperan” tên binavkirin di rojevê de ne. Ango dibistanên ku li gorî dibistanên di nav sînorên navenda bajarê Parîsê de xwedî çavkaniyên gelekî kêmtir in. Ev nifşê ku em jê re dibêjin nifşê Z ye. Ango em behsa ciwanên ku temenê wan di navbera 14 û 19 salî de ne dikin.
Em di cureyekî xaçerêyê de ne. Aktorên vê pêvajoyê jî gelekî hay ji vê yekê hene. Ew rûpeleke nû ya dîrokê dinivîsin. Divê careke din bê gotin, em êdî bi temamî ne di demokrasiyê de ne. Lê em hîn ne di otorîterîzmê yan jî faşîzmê de ne jî.”

