Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê li navenda xwe ya giştî civîneke çapemeniyê lidar xist. Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevher bang li jinan kir ku bi dirûşma “Li malê, li kolanan, li kargehê em ewle nînin. Em xwe bi rêxistin bikin, têkoşînê mezin bikin” banga têkoşîna hevpar kir.
Done Gever anî ziman ku li hemberî tundiya li dijî azadî, nasname, beden, ked û mafê jiyanê yê jinê wê têkoşînê dewam bikin û got, li hemberî şer, nijadperestî, polîtîkayên dijminatiya li jinan û gotinên nefretê divê piştevanî were xurtkirin. Her wiha di serî de Gulistan Doku, Rojîn Kabaiş, û Şule Çet ji bo jinên ku jiyana xwe ji dest dan daxwaza edaletê dubare kir.
Di daxuyaniyê de her wiha hate xwestin ku dawî li newekheviya mûçeyan bê anîn û hate xwestin, ku Wezareta Jinan bê avakirin.
Daxuyanî bi banga mezinkirina têkoşîna rêxistinbûyî ya hevpar a jinan bi dawî bû.

