În, 20 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DFG’ê belavkarên rojnameyan ên salên 90’î bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Mahsuni Karaman: Divê Mazlum Içli beraat bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Tosun: Zimanê tund ê dewletê berê civakê dide tundiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta JES’ê ya li Gimgimê di roja 200’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Edaletê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tulay Hatîmogullari: Divê pêşengên aştiyê jin bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêrt û Şirnexê çalakiyên ji bo berdana girtiyên jin ên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên herêma Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên KESK’î banga ji bo 25’ê Mijdarê: Em xwe bi rêxistin bikin, têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ekvadorê 9 mehan 323 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kezban Dogan: Li dijî kuştina jinan pêwîstî bi têkoşîna civakî heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Gelawêj Ewrîn: Jin, Jiyan, Azadî felsefeyeke azadiyê ye
Jin

Gelawêj Ewrîn: Jin, Jiyan, Azadî felsefeyeke azadiyê ye

Berdevka Çapemeniyê ya PJAK'ê Gelawêj Ewrîn destnîşan kir ku bêyî azadiya jinê civaka demokratîk ava nabe û got, Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' ne tenê tevgereke protestoyê ye, lê felsefeyek bi armanca jinûve avakirina civakê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 35 dq.
Parvekirin

Berdevka Ragihandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) Gelawêj Ewrîn pirsên me yên derbarê Şoreşa Jin Jiyan Azadî, têkoşîna jinan, zextên rejîma Îranê yên li ser jinan û rol û mîsyona jinan de bersivand.

Zexta dewletê ya li ser jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di rewşa heyî de çawa dinirxînin? Tevgera Jin, Jiyan, Azadî ya ku piştî qetlîama Jîna Emînî pêş ket, di jiyana jinan de çi guhertin çêkir?

Zexta li ser jinan li Îranê tenê bi polîtîkayên desthilatdariya heyî yên li dijî jinan nayê ravekirin. Li pişt vê zextê, zihniyeta baviksalar a ku di nav şaristaniya dewletperest de bi hezaran salan hatiye hûnandin, têkiliyên desthilatdariyê û hişmendiya bê îradekirina civakê heye. Komara Îslamî vê zihniyeta dîrokî di nav avahiya xwe ya îdeolojîk û siyasî de ji nû ve hilberandiye û laş û nasnameya jinê kiriye yek ji qadên serweriya xwe.

Daxwaza ku jin çawa li xwe bike, çawa bijî, bi kê re têkiliyê dayne, di kîjan qadê de cih bigire û bi kîjan nasnameyê di nav civakê de xuya bibe, dewlet xwe xwediyê mafê biryardayînê dibîne. Ev yek di bingehê xwe de hewldana ji holê rakirina îradeya jinê ye. Polîtîkaya hicaba îcbarî jî yek ji amûrên herî xuya yên vê sîstemê ye. Ji ber ku bi bedena jinê dixwaze tevahiya civakê teslîm werbigire. Sîstemeke ku dixwaze îradeya jinê bişkîne, di heman demê de îradeya azad a civakê jî bişkîne.

Lê şoreşa Jin Jiyan Azadî ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî pêş ket, ev hişmendî têk bir û darbeyek dîrokî lê da. Jin tenê li dijî hicaba îcbarî derneketin; wan îradeya xwe ya xwedîderketina li jiyana xwe, nasname û paşeroja xwe derxistin holê. Ev têkoşîn û daxwaza azadiyê ya ku ji mêjve ve di civaka Îranê de kom bûbû û danehvek mezin çêkiribû kir ku bêtir xuya bibe. Îro li gelek bajarên Îranê jinên ku bê hîcab di qadên giştî de xuya dibin, nîşan dide ku kontrola civakî ya dewletê ya ku bi salan hatiye ferzkirin, bi awayekî girîng hatiye lawazkirin. Lê em nikarin vê yekê wekî dawîhatina zextên dewletê binirxînin. Dewlet, ji bilî destwerdanên rasterast ên li kolanan, her wiha bi zexta li ser cihên kar û karsaziyan, doz û cezayên aborî jî dixwaze kontrola xwe bidomîne.

Li vir ya girîng ev e ku; dewlet ne tenê ji ber ku nikare por, cil û berg an jiyana jinan kontrol bike, ji têkoşîna jinan ditirse; ew ji îhtîmala ku jin bi îradeya xwe jiyaneke nû ya civakî ava bikin û civakê birêve bibin. Guhertina herî girîng a ku Jin Jiyan, Azadî çêkir jî ev e. Êdî jin qebûl nakin ku li şûna wan biryar bê dayîn. Wan eşkere kir ku ew xwediyê jiyana xwe ne û divê xwe bi xwe birêve bibin. Ji ber vê yekê, şoreşa Jin Jiyan Azadî ne navê qonaxeke xwepêşandanê ye. Ev felsefe û rêgezeke têkoşînê ye ku armanc dike bi bingeha azadiya jinê civakê ji nû ve ava bike. Bi gotinek din guhertin di hest, nêzîkatî û ferasetan de çêdibe. 

Jinên Kurd hem ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê û hem jî ji ber nasnameya xwe ya Kurdî bi çi cure zextan re rû bi rû dimînin?

Zexta ku jinên Kurd bi wan re rû bi rû ne, divê ne ji ber hebûna du nasnameyên cuda, lê wekî awayên serdestiyê yên dîrokî bê nirxandin ku hevûdu kûrtir dikin. Jina Kurd hem mexdûra têkiliyên civakî yên baviksalar e, hem jî dibe hedefa polîtîkayên dewletê yên înkarkirina nasnameya wê ya neteweyî. Qedexekirina zimanê Kurdî, tepeserkirina nasnameya çandî, tewanbariyên ji her alî ve. Her wiha mohra dijbertiya xwedê û xetereya li ser ewlehiya welat li ser daxwazên mafên demokratîk ên Rojhilatê Kurdistanê, rasterast bandorê li jiyana jinan jî dike.

Lê jinên Kurd tenê mexdûrên van zextan nebûne. Tecrûbeya dîrokî ya tevgera jinên Kurd nîşan daye ku pênasekirina rast ji nasname û îradeya xwe dikare di guhertina civakî de roleke diyarker bilîze. Yek ji sedemên sereke yên ku Jin Jiyan Azadî li Rojhilatê Kurdistanê bersiveke civakî ya wisa xurt dît, ev e. Berxwedana ku di Sine, Seqiz, Mehabad, Kirmaşan û bajarên din de bi pêşengiya jinan pêş ket, tecrûbeya dîrokî ya têkoşîna jinên Kurd bi daxwaza azadiyê ya gelên din ên Îranê re li hev anî.

Jinên Kurd ne tenê ji bo mafên neteweyî û çandî yên xwe, lê ji bo civakeke demokratîk ku tê de hemû jin û gelên li Îranê bijîn, têdikoşin. Ji vê aliyê ve, tevgera jinên Kurd ji têkoşîneke mafan a herêmî wêdetir e û perspektîfeke azadiyê ya gerdûnî derdixe holê. Her wiha pirsgirêka jinê ji asta herêmî û neteweyî derdixe û gerdûnî dike.

Têkiliya di navbera tundiya dewletê ya li dijî jinan û tundiya mêr a di nava civakê de dewam dike de çawa dinirxînin?

Ne gengaz e ku tundiya dewletê û tundiya mêran ji hev cuda bêne nirxandin. Ji ber ku pergala dewletperest têkiliyên baviksalar ên di civakê de dike bingeha desthilatdariya xwe. Zihniyeta ku di gelek qadên jiyanê de, ji malbatê heta perwerdehiyê, ji aboriyê heta siyasetê, îradeya jinê sînordar dike, di hemû pêkhate û avahiyên dewletê de jî xwe nîşan dide.

Ravekirina tundiya li dijî jinan tenê bi nêzîkatiyên takekesî yên zilaman, aliyê dîrokî û sîstematîk ê pirsgirêkê veşartî dihêle. Bêguman tundiya kesane jî xwedî berpirsiyartiya hiqûqî û civakî ye. Lê bêyî guhertina vê avahiyê ku jinê ji aliyê aborî ve bi xwe ve dide girêdan, wê ji qadên biryardayînê dûr dixe û ked û bedena wê kontrol dike, ji holê rakirina vê tundiyê ne gengaz e. Li Îranê, kontrola dewletê ya li ser jinê û têkiliyên baviksalar ên di malbat û civakê de hevûdu xurt dikin. Qetilkirina jinan, tundiya di nava malbatê de, zewacên bi zorê û zextên li ser tercîhên jiyana jinan, hemû aliyên cuda yên vê avahiyê ne.

Nêzîkatiya Tevgera Azadiyê ya li hember azadiya jinê jî li vir cuda dibe. Azadiya jinê ne ew e ku zilam di nav pergala heyî de hin mafan bidin jinan an jî sîstem qadên zêdetir ji jinan re veke. Azadî ew e ku jin îradeya xwe pêş bixe, xwe bi rêxistin bike û di hemû qadên jiyanê de xwedî biryar be. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalar ne tenê berpirsiyariya jinan e. Divê zilam jî zihniyet, elimandin û têkiliyên desthilatdariyê yên xwe li ber çavan derbas bikin û ji bo guhertina wan hewlanan bikin. Ev yek ji şertên bingehîn ên avakirina civaka demokratîk e.

Sedemên bingehîn ên girtin û darizandina çalakvanên jin ên Kurd li Îranê çi ne?

Di bingeha zextên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser çalakvanên jin ên Kurd de tirsa ji têkoşîna azadiya jinan e ku bi têkoşîna neteweyî û demokratîk a civakî re bibe yek. Rêxistinbûna jinên Kurd ne tenê parastina mafên jinan e. Di heman demê de tê wateya ku civaka Kurd nasnameya xwe ya çandî, îradeya xwe ya siyasî û daxwazên xwe yên demokratîk bi awayekî rêxistinkirî nîşan dide. Ji ber vê yekê dewlet gelek caran çalakvanên jin ne tenê ji ber çalakiyên wan ên takekesî, lê ji ber îhtîmala guhertina civakî ya ku ew temsîla wê dikin, êrîşî wan dike. Ji guhertina ku liv û tevgera wan, çalakiya wan bi xwe re bîne gelekî ditirsin. 

Girêdana çalakiyên siyasî yên jinan bi sûcên wek dijbertiya bi ol û xwedê re, xetereya li ser ewlehiya welat, darizandina wan bi sûcên wekî endamtiya rêxistinê an çalakiyên dijî dewletê, beşek ji vê polîtîkayê ye. Armanc ew e ku bi sûcdarkirina têkoşîna rêxistinkirî ya jinan di civakê de tirsê belav bike û rê li ber beşdarbûna jinên din bigire. Lê ev polîtîkayên zextê êdî nikarin pêşketina tevgera jinan rawestînin. Ji ber ku daxwaza azadiya jinan êdî ji sînorên rêxistin an avahiyên siyasî yên taybet derbas bûye û bûye hişmendiyeke civakî.

Hûn biryarên darvekirinê, êşkence, tundiya cinsî û binpêkirinên din ên mafên jinan di girtîgehan de çawa dinirxînin?

Nêzîkatiyên faşîzan û dûrî exlaqên mirovahiyê li dijî jinan ên di girtîgehên Îranê de, yek ji awayên herî giran ên polîtîkayên dewletê yên ji bo şikandina îradeya azadiyê ya jinan in. Girtin û binçavkirin, tecrîda demdirêj, ragirtina li cihên ne diyar û wendakirina wan, astengkirina gihîştina parêzeran, astengkirina hevdîtina bi malbatê re, zexta derûnî, êşkence û her cure tundiya cinsî, ji wan pirsgirêkên girîng in ku girtiyên siyasî yên jin bi wan re rû bi rû dimînin. Di vir de her tim bedena jin wek amûrekî zext û bê îradekirinê bi kar tînin. 

Polîtîkaya darvekirinê jî yek ji awayên herî giran ên dewletê yên çêkirina tirsê û tepeserkirina berxwedana civakî ye. Biryarên darvekirinê yên li dijî girtiyên siyasî yên jin, êrîşeke rasterast li ser îradeya siyasî û têkoşîna rêxistinkirî ya jinan e. Li vir divê em balê bikişînin ser daneyên heyî jî. Mîsyona Lêkolînê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî li Îranê diyar kir ku heta Tebaxa 2026’an herî kêm 9 jin di çarçoveya sûcên ewlehiyê de bi darvekirinê hatine cezakirin. Her wiha hate ragihandin ku bi sûcê ku beşdarî xwepêşandanên 2025-2026’an bûne, 5 jin di bin xetereya darvekirinê de ne. Ev hejmar hemû darvekirinên jinan nahewîne; tenê ew doz û bûyerên ku di çarçoveya sûcên taybet û demeke diyarkirî de hatine belgekirin nîşan dide. Êdî ji bo dewletê ya girîng ne ew e ku kesekê çi kiriye, girîng ew e ku ji bo xwe li ser piyan bihêle, her tim di êrîşê de be. 

Biryarên darvekirinê yên li dijî girtiyên siyasî yên jin çawa bandorê li tevgera jinên Kurd dikin? Têkoşîn çawa dikare were mezinkirin?

Rêveberiya Îranê bi cezayên darvekirinê dixwaze tevgera jinan bi tirsîne, têkoşîna rêxistinkirî parçe bike û li ber daxwaza azadiyê ya civakê astengiyan derxe. Lê dema em li dîroka têkoşîna jinan dinêrin, dibînin ku zext her dem teslîmbûnê çênake; carinan dibe sedema pêşketina piştgiriya hevbeş a xurttir. Ji bo tevgera jinên Kurd, girtiyên siyasî beşeke girîng a çanda berxwedanî û têkoşînê û îradeya azadiyê ne. Nehiştina wan bi tenê, ne tenê mijareke exlaqî û mirovî ye; berpirsiyariyeke siyasî ya têkoşîna azadiya jinê ye.

Şêwazê têkoşîna ji derve divê xuliqkar û li gor karektera demê be. Bi hinek rêbazên berê û dubare, têkoşîn xurt nabe. Divê tenê bi ragihandinan dengê jinên di girtîgehan de ji raya giştî ya navneteweyî re sînordar nemîne. Divê rêxistinên jinan, dezgehên hiqûqî, rêxistinên mafên mirovan, rewşenbîr û hêzên demokratîk xwedî zemînekî hevbeş ê têkoşînê bin. Divê li dijî cezayên darvekirinê bertekeke civakî ya domdar û rêxistinkirî bê pêşxistin. Pêwîstî pê heye û dema wê hatiye ku helwestek yekgirtî li ser asta cihanê li beramber polîtîkayên darvekirinê bên raberkirin. 

Ya herî girîng, divê di navbera îradeya azadiyê ya jinên di girtîgehan de û têkoşîna jinên li derve de girêdaneke xurt bê avakirin. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ne tenê di nava çar dîwaran de û ne jî li derveyî wan dikare ji hev cuda were meşandin.

Êrîşên DYE û Îsraîlê li dijî Îranê bandor li ser jiyana jin û zarokan çawa kirin? Encamên şer li ser jinan çawa dinirxînin?

Ji aliyê jinan ve encamên şer piralî ne. Windakirina kesên nêz, koçberiya bi zorê, bêewlehiyên aborî, bêpar hiştina ji xizmetên tenduristiyê, zêdebûna erka xwedîkirina zarokan û parastina jiyana di bin tirsê de ku bi mirinê re rû bi rû ye, di jiyana jinan de birînên kûr çêdikin. Piştî şerê Îranê bi Emerîka û Îsrailê heta roja îro, bi awayekî ber bi çav û gelekî sosret em dibin şahidê qetilkirina jinan. Ji aliyekî ve jixwe dewlet bi girtin, qetilkirin û dayîna cezayên giran jinan di bin zextek mayînde de dihêle. Lê ji aliyê din ve zehmetiyên di şert û mercên şer yên Îrana îro de, pirsgirêkên civakî hîn kûrtir û zêdetir dike. Tundiya di nava malê de gelekî zêde bûye, dema mêr ji dewletê re hêz nayne û li beramber wî xwe lawaz dibîne, îja hemû kîn û nefreta xwe bi serê jin û zarokan de derdixîne. Di nava çend mehên dawî de zêdetir 20 jinan bi destê mêran hatine qetilkirin ew jî bi şêwazeke gelekî hovane û faşîzan. 

Şer ji bo jinên Kurd çi cure nediyariyên siyasî û civakî derdixe holê?

Ji bo Rojhilatê Kurdistanê yek ji metirsiyên herî mezin ên şer ev e ku daxwazên demokratîk û neteweyî yên gelê Kurd dîsa di bin siya polîtîkayên ewlehiyê de bêne hiştin. Di demên şer de dewlet hewl didin ku ewlehî û hebûna xwe ji her tiştî bilindtir nîşan bidin û atmosfereke siyasî ya li dora vê têgihiştinê biafirînin. Di van şertan de daxwazên nasname, azadî, wekhevî û nûnertiya wekhev û demokratîk a gelên cuda bi hêsanî dikarin wekî xetere bêne pênasekirin.

Ji bo jinên Kurd ev rewş nediyarek dualî çêdike. Ji aliyekî ve zexta dewleta Îranê, ji aliyê din ve bêîstiqrarî û rewşa şer a ne diyar û şêlû ku destwerdanên leşkerî yên derve derdixin holê hene. Travmayên ku şer di bîra civakê de dihêle jî wêraniyek mezin bi xwe re tîne. Jin ne tenê di dema êrîşan de, piştî bidawîbûna şer jî neçar dimînin bi encamên wê re bijîn. Windakirina kesên nêz, wêrankirina malan, xizaniya aborî, travmayên ku zarok dijîn û nebaweriya li ser paşeroja civakê dikarin bi salan bidomin.

Ji ber vê yekê, ewlehiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê ne tenê mijara parastina wan ji êrîşên leşkerî ye. Ew avakirina jiyaneke demokratîk e ku tê de jin ji aliyê siyasî, aborî, çandî û civakî ve xwe di ewlehiyê de hîs bikin.

Şer dikare çawa bandorê li ser mafên neteweyî, temsîla demokratîk û daxwazên gelê Kurd ên biryardayîna paşeroja xwe bike?

Têgihiştina ku şer wê ji bo têkoşîna azadiya gelan bi xwe encamên erênî çêbike, rast nîne. Qelsbûna leşkerî ya dewletekê nayê wê wateyê ku gelên li wê welatê dijîn bixweber azad dibin. Her wiha guhertina rejîmekê jî garantî nake ku civakeke demokratîk were avakirin.

Di nîqaşên derbarê paşeroja Îranê de pirsgirêka bingehîn ne tenê ew e ku wê desthilatdariya heyî çawa were guhertin; pirsgirêk ew e ku dê li şûnê çi weke pergaleke siyasî û civakî were avakirin. Paşeroja gelê Kurd jî nabe tenê bi hesabên leşkerî û siyasî yên hêzên derve re were girêdan. Mafên neteweyî, temsîla demokratîk û daxwaza xwedîderketina li paşeroja xwe ya gelê Kurd, nikare li gorî berjewendiyên dewletekê were diyarkirin. Yan jî li gor berjewendiyên hêzên sermayedar.

Pêwîst e li Rojhilatê Kurdistanê pergaleke siyasî were avakirin ku tê de gel bi nasname, ziman û îradeya xwe ya demokratîk azad bijîn. Ji ber vê yekê girîng e ku çareserî di çarçoveya perspektîfa komara demokratîk û federasyona demokratîk de were nirxandin. Ji bo me mijar ne parçekirina Îranê ye, ne jî domandina avahiya navendî ya heyî bi navekî din e. Mijar avakirina pergaleke siyasî ye ku tê de gelên cuda û baweriyên cuda li ser bingeha wekhevî, azadî û demokratîk bi hev re bijîn. Di avakirina vê pergalê de divê îradeya jinan diyarker be. Ji ber ku bê azadiya jinan, avakirina pergala demokratîk a rastîn ne gengaz e.

Rêveberiya Îranê şertên şer çawa ji bo zêdekirina zextê li ser aliyên muxalif û parêzvanên mafên jinan bi kar tîne?

Bikaranîna şertên şer ji aliyê rêveberiya Îranê ve ji bo zêdekirina zextên siyasî, domandina polîtîkayên ewlehiyê, xisleta dîrokî ya dewletê ye. Di atmosfereke şer de bêdengkirina muxalifan, yekgirtina civakê li dora têgihiştineke yekane ya qaşo ewlehiya neteweyî û nîşandana daxwazên siyasî yên cuda wekî dijminahî hêsantir dibe. Terorîzekirina tevgerên civakî û rewakirina kiryarên xwe yên hovane, rêya ber bi faşîzmê ve diçe ye. Komara Îslamî bi rêxistinkirina komên cuda yên tundrew û radîkal zemîna şerê hundirîn jî amade dike.

Bi vî awayî dewlet hewl dide rexneyên li ser polîtîkayên xwe di şertên şer de wekî tiştekî nayê qebûlkirin nîşan bide. Parêzvanên mafên jinan, çalakvanên mafên mirovan, rojnamevan, derdorên siyasî yên Kurd û aliyên din ên muxalif rasterast ji vê zextê bandor dibin. Bi zextê dixwaze pêşiya serhildanên li kolanan bigire ku mirov dikare bêje rêbazeke herî baş ji bo guhertina pergalên desthilatdar û xedar e. Me di komkujiyên zivistana bihorî de dît ku ev rejîm ji bo xwe li ser piyan bihêle, dikare bi hezaran mirovan di nava şevekî de qetil bike û paşê serê wê bigire. Jixwe mirov dikare vê komkujiyê wek komkujiya jinan a herî mezin a dîroka nêz a Îranê pênase bike. Komkujiyên wiha serdem û çaxên navîn dixe bîra mirov ku bi hezaran jin di nava çend şevan de bi behaneyên ku mêr-dewletê rewa dike û hebûna xwe pê bi hêz dike, tên qetilkirin. Komkujiya zivistan bihorî ku behsa zêdetir 50 hezar kesî dikin û di nav de jin û zarok jî hebûn, dîmenek gelekî balkêş her tim di bîra me hemûyan û di bîra civaka Îranê de hişt. Ew kîseyên reş! Û kesên hatin qetilkirin pêşengên şoreşa Jin Jiyan Azadî û hemû tevgerên civakî û siyasî li Îranê bûn. Di nava wan de jinên xwendevan, mamoste, rewşenbîr, kedkar û hunermend hebûn. Bîr û hafizeya civaka Îranê di şevek wiha tarî de hatin qetilkirin. Deryayek ji mirovên herî zana, hêja û pêşeng ên vî welat.

Mafê jinan ê axaftin û nerazîbûnê hem li dijî destwerdana leşkerî ya derve hem jî li dijî polîtîkayên zextê yên rejîma Îranê çawa dikare were misogerkirin?

Têkoşîna azadiya jinan nabe tenê bi berjewendiyên siyasî yên hêzeke leşkerî an dewletekê ve were girêdan. Jin mafê xwe yê axaftinê hem li dijî polîtîkayên zextê yên rêveberiya Îranê û hem jî wêrankirina ku destwerdanên leşkerî yên derveyî derdixin holê hene.

Pêwîst e jin bi îradeya xwe ya siyasî ya serbixwe bikaribin biaxivin, xwe birêxistin bikin û di derbarê paşeroja xwe de biryarê bidin. Şerê heyî ji ber polîtîkayên rejîma Îranê çêdibe. Îran şerê hegemoniya xwe di herêmê de dike. Wer xuya dike ku wê ev şer, nakokî û alozî salên dirêj berdewam bike. Ya encamê diyar bike û civakê ji rizîbûnê rizgar bike, têkoşîna civakî ye ku pêşengiya wê jinên Îranê dikarin bikin. Ev rastî hatiye îspatkirin. Ji bo wê jî girînge ku ji niha ve jin xwe di her warî de birêxistin bikin. Ji ber dewlet rewşa şer ji bo xwe wek behane dibîne û xwe li her derî bi awayekî dizî û eşkere birêxistin dike. Gotin di cih de be, bi temamî pergalek milîtarîst ku di vir de jî jinan pir bi kar tîne, di hemû qadan de serwer dike. Bi zorê ciwan û heta zarokên keç fêrî bikaranîna çekan dike û civakê dixe ser rêyeke bê veger. Ji bo wê jî xebatên rêxistinî, çandî, civakî û hunerî dikare siya vê faşîzmê li ser civaka Îranê û bi taybet li ser jinan rabike. Ger civak bêdeng bibin wê dewlet bixwaze xwe di her warî de bi rêxistin bike û polîtîkayên xwe jî li ser her kesê di bin navê rewşa şer û rewşa awarte de ferz bike. Biryardarî û ruhê şoreşa Jin Jiyan Azadî wê vê perdeya mirinê careke din li ser tevahiya civaka Îranî rabike.

Atmosfera neteweperest û milîtarîst a ku şer çêdike, daxwazên azadiya jinan dixe paş? Perspektîfa Jin Jiyan Azadî di van şertan de çawa dikare were parastin?

Di demên şer de neteweperestî û milîtarîzm xurt dibin û hemû pirsgirêkên civakî serî radikin. Di van deman de daxwazên azadiya jinan gelek caran wekî mijarên duyemîn ên ku divê bên paşxistin tên nîşandan. Ji jinan re tê gotin ku divê berî her tiştî şer bi dawî bibe, berî her tiştî ewlehiya dewletê bê misogerkirin û berî her tiştî yekîtiya neteweyî bê avakirin. Lê dîrok nîşanî me dide ku tu pergala siyasî ya ku azadiya jinan her dem vediguhezîne paşerojê, azadiya rastîn nahîne.

Girîngiya felsefeya Jin Jiyan Azadî tam di vê xalê de derdikeve holê. Ev felsefe azadiya jinê wekî daxwazeke ku nabe were paşxistin û ji paşerojê re were hiştin. Azadiya jinê wekî xala destpêkê ya guhertina civakî divê were dîtin. Êdî em hemû vê baş dizanin ku bê azadiya jinê jiyan azad nabe; bê jiyaneke azad jî avakirina civakeke demokratîk ne gengaz e.

Ji ber vê yekê, di şertên şer de parastina ruhê şoreşa Jin Jiyan Azadî erka hemû jinan e. Ev yek bi pêşxistina rêxistinbûna jinan, yekîtiya di nabera wan de bê ti cudahiyan, xwedîderketina wan li jiyana aborî û civakî û pêşxistina mekanîzmayên xweparastinê pêkane. Têkoşîna azadiya jinan divê di atmosfera neteweperest û militarîst a ku şer çêdike de winda nebe; berovajî vê, divê li dijî wêrankirina şer bibe hêza avaker a jiyana demokratîk û aştiya civakî.

Gelo guhertina rejîmê yan jî veguherîna pergala siyasî li Îranê bi tena xwe dikare azadiya jinan misoger bike? Çima divê jin rasterast bibin xwedî rol û bibin faktorên diyarker ên paşeroja xwe?

Guhertina rejîma heyî li Îranê dikare pêşketineke siyasî ya mezin bi xwe re bîne. Wê herî zêde jinên Îranê ji vê rewşê bandor bibin. Lê gelo guhertina rejîmê tenê têra pêkanîna daxwazên jinan dike yan na.  Ji ber ku dema rejîmek tê guhertin, zihniyeta baviksalar, têgihiştina dewletperest û têkiliyên desthilatdariyê yên ku ew avahî li ser wan ava bûye, dikarin bidomînin. Tenê guhertina kadroyên rêveber nayê wê wateyê ku civak azad bûye.

Yek ji metirsiyên herî mezin ên ji bo paşeroja Îranê, avakirina pergal û avahiyeke din a navendî û baviksalar li şûna pergala otorîter a îroyîn e. Di rewşeke wisa de pirsgirêkên ku jin dijîn, wê di bin awayên cuda de bidomin. Ji bo me jinan azadî ne tenê dawîanîna desthilatdariyekê ye, lê derxistina têkiliyên desthilatdarî û serdestiyê ji jiyana civakî ye.

Jin nikarin wekî aliyên ku piştî destpêkirina vê guhertinê beşdar dibin bên dîtin. Ji ber ku bê jinan avakirina civakeke demokratîk ne gengaz e. Cihgirtina wekhev û diyarker a jinan di mekanîzmayên biryardayînê yên siyasî de, avakirina rêxistinên xwe û xwedîderketina li hemû qadên jiyana civakî pêwîst e. Divê jin li ser paşeroja xwe biryarê bidin. Ev tenê mijareke temsîl an kotayê nîne. Pêwîstî pê heye siyaset ji bin serweriya mêr-dewletê de derbikeve û bibe ya hemû civakê. Yên di derbarê jinan de qanûnan datînin û biryarên girîng didin, hişmendiya mêrê desthilatdare ku her tim jinan li derveyî vê mekanîzmayê dihêlin. Guhertin ewe ku jin bi temamî di guhertinê de roleke bingehîn bilîzin ne ku ji derve bên hiştin. Bêguman ev yek jî herî zêde bi têkoşîna jinan pêk tê.

Divê zemîneke têkoşînê were avakirin ku tê de jin bikaribin bi xwe biaxivin, biryarên xwe bidin û paşeroja xwe diyar bikin. Azadiya rastîn ne çareseriyeke ku ji derve tê anîn e; ew jiyaneke ku civak bi îradeya xwe ya rêxistinkirî ava dike ye.

Daxwazên azadî, wekhevî û civaka demokratîk ên jinan li Rojhilatê Kurdistanê ji bo paşeroja piştî şer çi perspektîfê pêşkêş dikin?

Têkoşîna jinan li Rojhilatê Kurdistanê di heman demê de bersiva pirsê jî dide ku piştî dawîbûna şer dê civakek çawa were avakirin. Ji bo me, piştî şer tenê avakirina avahiyan, başkirina rewşa aborî an avakirina rêveberiyeke nû ya siyasî nîne. Mijara bingehîn ji nû ve rêxistinkirina civakê li ser bingeha demokratîk e.

Di vê çarçoveyê de divê daxwazên azadî û wekheviya jinan bibin bingeha jiyana civakî ya nû. Divê qanûnên dije jin ên Îranê werin guhertin. Di serî de mafê jinan, mafê hemû neteweyan di qanûnan de were misogerkirin. Cihgirtina jinan di qadên perwerdehiyê, tenduristiyê, aboriyê, siyasetê û çandê de bi awayekî azad û wekhev divê tenê bi misogerkirina mafên takekesî sînordar nemîne. Pêwîst e jin sazî û rêxistinên xwe jî ava bikin.

Pêşketina civaka demokratîk bi xurtkirina meclîsên herêmî yên gelan, meclîsên jinan, komînan û mekanîzmayên biryardayînê yên demokratîk gengaz e. Di avahiya civakî ya Rojhilatê Kurdistanê de rola dîrokî û çandî ya jinan pir xurt e. Girîng e ev birûmetiya civakî bi perspektîfeke paşerojê ya demokratîk re were girêdan. Îran welateke dewlemende û şopên çanda jin-dayikê tê de gelekî kûre. Ji bo wê bi şoreşa Jin Jiyan Azadî careke din vegeriya ser koka xwe. Ev veger di roja îro de pêwîstî pê heye ku aliyên wê yên civaknasî rast were xwendin.

Azadiya jinê, di heman demê de şertê sereke yê xwedîderketina civakê li xwe û birêvebirina jiyana xwe ye. Ji ber vê yekê perspektîfa me ya ji bo piştî şer ne tenê pergala dewleteke nû, lê avakirina civakeke demokratîk e. Civak çiqasî demokratîk bibe, ewqas wateya qanûn û bi giştî hebûna dewletê jî namîne. Ya dewletê dike dewletek demokratîk disa civakek demokratîk e. Civaka demokratîk jî bi ferdên azad pêkan e.

KJAR ji bo paşeroja jinan çi cure veguherîneke civakî û siyasî pêşdixe? Tevgerên jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikarin çawa têkoşîna xwe hevbeş bikin?

Nêzîkatiya KJAR ya li hember azadiya jinê, jinê wekî beşeke civakê ku di pergala heyî de dixwaze mafên zêdetir bi dest bixe nabîne. Jin wekî hêza avaker a jiyana civakî, pêşenga veguherîna demokratîk ku paşeroja xwe diyar dike dibîne.

Di vê nêzîkatiyê de azadiya jinê ji azadiya civakê nayê cudakirin. Xwerêxistinkirina jinê, pêşxistina serbixwebûna wê ya aborî û civakî, cihgirtina wê di mekanîzmayên biryardayînê yên siyasî de û têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalar, şertên bingehîn ên civaka demokratîk in.

Yek ji aliyên girîng ên veguherîna ku KJAR pêş dixe, pêşxistina rêxistinên xweser ên jinan e. Ji ber ku bê rêxistinbûna civakê, domdar kirina daxwazên azadiyê ne gengaz e. Meclîs, akademî, torên hevkariyê yên aborî û mekanîzmayên xweparastinê yên jinan di pêşketina civaka demokratîk de roleke girîng dilîzin.

Hevbeşkirina têkoşînên tevgerên jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî divê li ser vê bingehê were nirxandin. Pêwîst e jinên ji gelên Kurd, Faris, Belûç, Azerî, Tirkmen, Gîlek, Lor û gelên din bi parastina nasname û tecrûbeyên xwe yên cuda, zemîneke hevbeş a azadiyê biafirînin.

Ev hevbeşî ne ji holê rakirina cihêtiyan, lê li ser bingeha yekîtiya demokratîk anîna cihêtiyan a gel hev e. Divê pergala civakî ya ku tê de her gel bikaribe ziman, çand û nasnameya xwe azad bijî û jin jî bibin hêza avaker a vê yekîtiya demokratîk, were hedefgirtin.

Bandora dîrokî ya ku Jin Jiyan Azadî li Îranê çêkir, nîşan dide ku avakirina têkoşîneke hevbeş a wisa gengaz e. Yekîtiya ku di nav jinan de pêş ket, ne tenê berteka hevbeş li dijî zexta dewletê ye, di heman demê de lêgerîna jiyaneke nû ya civakî ye. Ev têkoşîn dikare bi xwedîderketina jinan li êş û berxwedana hevdu xurt bibe. Lê ji bo ku ev yek bibe têkoşîneke domdar, pêwîst e mekanîzmayên hevbeş ên rêxistinbûnê, nîqaşa hişmendî û hevbeşiya civakî bên pêşxistin.

Derbarê 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de peyama me ev e; Tundiya li dijî jinan ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye, ew encama dîrokî û sazîbûna pergala desthilatdariya baviksalar e. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî şîdetê divê tenê bi nerazîbûna li hember encamên wê sînordar nemîne; divê armanc bike ku zihniyet û têkiliyên civakî yên ku wê derdixin holê biguherîne. Parastina mafê jiyana jinan, di heman demê de parastina mafê wan ê azadiyê ye. Pêwîst e em ne tenê bêjin ku bila jin bijîn, lê jiyana wan a azad, rêxistinkirî û xwedî îrade misoger bikin. Îro li Îran û Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna jinan tevî hemû zextan dewam dike. Ev têkoşîn ji dijberîkirina rejîmekê wêdetir e; ew nûnertiya jiyaneke nû dike ku li dijî zihniyeta baviksalar a bi hezaran salan têkoşînê dimeşîne.

Rastiya ku Jin Jiyan Azadî nîşanî me dide ev e; Bê azadiya jinê civak azad nabe. Bê îrade û hêza rêxistinkirî ya jinan paşerojeke demokratîk nayê avakirin. Ji ber vê yekê, em 25’ê Mijdarê ne tenê wekî rojeke ji bo şermezarkirina tundiyê, lê wekî rojeke mezinkirina têkoşîna azadî, rêxistinbûn û civaka demokratîk a jinan dinirxînin. Azadiya jinan û ya civakê ne tişteke ku mirov dereng bixe û ji demê re bihêle; ew jiyaneke ku divê ji îro ve were avakirin e. Di kêliyê de li her derê dive jin ya li ser tê ferzkirin, nepejirînên û hemû qadên jiyana xwe bikin qadên têkoşînê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şadiye Dalkiran a ku keça wê hate kuştin: Divê jin li cihê ku tundî lê tê kirin nemîne
Nûçeya Pişt re DFG’ê belavkarên rojnameyan ên salên 90’î bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rojbûna Rêber Apo li Şengalê bi çandina daran hate pîrozkirin

Şervanên YBŞ'ê rojbûna 77'an a Rêber Apo bi çandina daran û şahiyekê pîroz kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, îro bi gava me ya Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe’

Rêber Apo di peyama xwe ya meşa ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şengalê şehîd hatin bibîranîn: Li Şengalê jiyan bi saya şehîdan pêkan bû

Li Şengalê şehîdên mehên Îlon û Cotmehê hatin bibîranîn. Endama Saziya Malbatên Şehîdan Berfê Elyas…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DFG’ê belavkarên rojnameyan ên salên 90’î bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şadiye Dalkiran a ku keça wê hate kuştin: Divê jin li cihê ku tundî lê tê kirin nemîne

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?