Şerê ku di sedsala 21’an de tê meşandin ji aliyê hêzên hegemonîk ve tê birêvebirin û ev hêz dixwazin têkoşîna azadiya jinan ji her alî ve bitepisînin. Bi îdiaya ku sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinan, ji bo ku jin bikaribin bersivê bidin êrîşên heyî, divê sîstemên xwe yên rêxistinî hîn bêhtir xurt bikin. Jin tenê bi vî awayî dikarin xwe biparêzin û civaka li dora xwe li ser bingeha xwe bînin cem hev. Bi taybetî li Rojhilata Navîn ev rêxistinbûn û têkoşîn ji bo jinan wekî nan û avê girîng e. Ji ber ku îro li Rojhilata Navîn a ku bûye navenda şerê hegemonyayê jin rastî tundî, êrîşên zayendî, komkujî û her cure êrîşan tên. Ji Tirkiyeyê heta Îranê, ji Efxanistanê heta Sûdanê, Iraq, Sûriye û gelek welatên din jin dibin qurbaniyên şerên derve û navxweyî.
Şerê di navbera Îran, DYE û Îsraîlê de ev demeke dirêj e berdewam dike. Wekî tê zanîn yên ku herî zêde ji vî şerî bandor dibin jin in û dibin qurbaniyên sîstema hegemonyaya dewletan.
Bi hatina Talîbanê ya ser desthilatdariya li Efxanistanê re jin neçar dimînin ku di her qada jiyanê de hebûna xwe îspat bikin. Tevî ku perwerde û karkirin mafên wan ên xwezayî ne jî ev maf jî vediguherin qadeke girîng a têkoşînê. Talîbana ku bi têgihiştineke olperest jin dorpêç kirine, bi qanûnên ku derdixe jinan ji jiyanê qut dike û sîstema baviksalar ferz dike.
Rewşa jinên Sûdanî jî dişibe vê yekê. Wekî tê zanîn li Sûdanê nêzî 4 sal in şerekî navxweyî heye. Hem desthilatdarî û hem jî hêzên çekdar ên bi navê ‘Hêzên Piştgiriya Lezgîn’ li hemberî jinên Sûdanî kiryarên hovane pêk tînin. Di encama şerê navxweyî de bi hezaran jin rastî êrîşên zayendî yên komî hatin. Her du alî jî dema bi hev re şer dikin, gel û jinan ji bo berjewendiyên xwe tawanbar dikin û hewl didin kiryarên xwe rewa nîşan bidin. Ev her du hêzên ku ti xizmet û sûdeke wan ji bo civakê tinye, bûn sedem ku bi deh hezaran mirov cih û warên xwe biterikînin û koçber bibin.
Li gelek welatên cuda jin bi zext û zordariyê re rû bi rû dimînin. Ji bo ku mafên xwe yên herî bingehîn bi qanûnî ewle bikin û destketiyan bi dest bixin, neçar dimînin ku her tim têbikoşin. Sîstemên dewletan ên di bin rêveberiya mêran de tu xalên ku berjewendiyên jinan biparêzin naxin nav qanûnan. Qanûn jî bi hişmendiya baviksalar têne amadekirin. Gelek jin ji ber van qanûnên ku li gorî berjewendiyên mêran hatine amadekirin, nikarin bigihêjin mafên xwe. Ji mafê hevberdanê heta mafên zarokan û mafê karkirinê ji gelek mafan bêpar têne hiştin.
Îro li Tûnisê, welatên Mexribê, Tirkiye û gelek deverên din jin ji bo bidestxistina mafên xwe yên qanûnî têdikoşin. Helbet hin qanûn têne derxistin û wekî ‘qanûna malbatê’ têne binavkirin. Lê di van qanûnan de jî mafên jinan têne paşguhkirin.
HIŞMENDIYA BAVIKSALAR BERJEWENDIYÊN CIVAKÊ NAFÎKIRE
Yên ku herî zêde ji şerê heyî bandor dibin jin in. Koçberî, êrîşên zayendî, bêkarî, şert û mercên xirab ên aborî jinan dixin nav fikarên kûr. Ji ber ku ya ku civakê bi rêxistin dike û li dora xwe jiyanê diafirîne jin e. Lê belê sîstema modernîteya kapîtalîst a ku hişmendiya mêr-dewletê ava kiriye, ev erka xwezayî ya jinê ji destê wê girtiye û ew xistiye xizmeta polîtîkayên xwe. Mêrê serdest ê ku berjewendiyên civakê nafikire, ji bo ku şerê heyî hîn mezintir bike xwezayê talan dike, jinê dike amûreke şer, civakê feqîr û bêçare dihêle.
Ev tabloya ku derketiye holê, helbet tenê bi welatên Rojhilata Navîn re ne sînordar e. Li gelek welatên Ewropayê jî jin rastî her cure êrîş û tundiyê tên. Li gorî lêkolînan li Elmanyayê tundiya nav malê zêde bûye. Êdî gotina mêrên paşverû ya ku bi israr tînin ziman û ji bo ku jinan di malan de heps bikin bi kar tînin, ango gotina ‘Cihê herî ewle mal e’ jî derbasdariya xwe winda kiriye.
Heta ku rêxistinbûn û hişmendiyeke xurt çênebe ne mal, ne dibistan, ne cihê kar û ne jî kolan wê ne ewle bin. Ji ber ku hişmendiya ku em behsa wê dikin ne tenê nêzîkatiya çend kesan e; ev çandek e. Her wiha ev çandek e ku kok û bingehên wê xwe dispêrin dîrokeke kûr a 30 hezar salan.
Gotina Rêber Apo ya “Kolekirina civakê bi jinê dest pê kiriye” vê rastiyê gelekî bi zelalî radixe ber çavan. Dema ku ev hişmendî bi desthilatdariya dewletê re bû yek, êdî bi temamî di nav sîstemê de bi cih bû û tundiya xwe ya li hemberî jin û civakê pêş xist.
Sedema giranbûna bîlançoya qetilkirina jinan jî ev e. Li gelek welatan ev hejmar gihîştine astên tirsnak. Li Îranê ya ku bi pêşengiya jinan serhildana Jin Jiyan Azadî lê dest pê kir, hemû jin rabûn ser piyan; lê tundiya heyî ji holê ranebû. Li Îran û Rojhilat jin hîn jî her roj têne qetilkirin û rastî tundiyê tên. Li gel zexta civakê, zexta dewletê jî gelekî giran e. Di zindanên Îranê de bi dehan jin di bin gefa darvekirinê de ne. li dehan jinan ceza hatine birîn.
JIN WÊ ÇAWA Û BI KÎJAN RÊBAZAN XWE BI RÊXISTIN BIKE?
Em dikarin bibêjin ku li her devera cîhanê êdî tundî bûye kiryareke rojane û ev tundî asayî tê dîtin. Jixwe ya herî xeternak jî ev e. Sîstem jî tam vê dixwaze: Qetilkirina jinan, tinekirina xwezayê, şer, talan, koçberî û êrîşên li ser civak û jinan asayî nîşan bide. Lê ev kiryarên ku bi destê hişmendiya baviksalar pêk tên ne asayî ne û ne jî ji rêzê ne. Berevajî vê ev li dijî xwezaya mirov û gerdûnê ne.
Bakur, Şengal û Rojava di pêvajoya entegrasyonê re derbas dibin. Ji ber vê yekê divê li ser van mijaran gelek nîqaş werin meşandin û ji bo çareseriyê teqez gavên pratîk werin avêtin. Bêguman Rêber Apo di manîfestoya xwe ya bi navê Banga Aştî û Civaka Demokratîk de pirsgirêk û çareseriya wê bi zelalî daniye holê. Rêber Apo pirsgirêka jinê ya ku pirsgirêka bingehîn a mirovahiyê ye ji dîrokê ve digire dest û analîzên gelekî xurt dike. Di vê manîfestoyê de careke din balê dikişîne ser rêxistinbûna jinan û civakê.
Baş e, jin wê xwe çawa û bi kîjan rêbazan bi rêxistin bike? Berî her tiştî divê jin li her cihê ku lê ne di şêweyê komînan de xwe bi rêxistin bikin. Helbet divê armanceke hatina cem hev a gel hebe. Kîjan pirsgirêk û pêdivî hene? Jin çi dixwaze, dixwaze çi pêşkêş bike, çi biguherîne û çi ava bike? Divê rê û rêbaza guherînê çawa be? Divê têkoşîneke çawa were meşandin û li dijî kê çawa têbikoşin?
Bersiva hemû pirsan di komînê de ye. Li gorî pêdiviyên heyî divê gavên pratîk werin avêtin. Di van komînan de divê hem pêdiviyên aborî hem yên jiyanî û hem jî yên rêxistinî werin sazîkirin. Yanî divê ev komîn veguherin avaniyeke ku ji her alî ve bikaribe bersivê bide xebatên jinan.
Dema ku em behsa rêxistinbûna komînal dikin, helbet divê ev rêxistinbûn tenê bi derdora xwe re sînordar nemîne. Avaniya ku em behsa wê dikin divê hemû jinan bigire nav xwe. Divê yek jin jî li derveyî komînê nemîne. Divê hemû jin xwe di nav komînan de bibînin, xwe aîdî wir hîs bikin û bigihêjin wê hişmendiyê ku ev komîn ji bo wan pêdiviyeke jiyanî û jêneger e. Êrîş çiqasî giran dibin bila bibin, divê were zanîn ku hişmendî û rêxistinbûna jinan jî li gorî berê bêhtir pêş ketiye.
Helbet perspektîfa vê yekê ji aliyê Rêber Apo û Tevgera Jinên Kurdistanê ve hatiye danîn. Êdî jinên li çar parçeyên Kurdistanê bi têkoşîn û rêxistinbûna xwe ji bo jinên cîhanê bûne çavkaniya îlhamê. Jinên Kurd di her qadê de roleke pêşeng dilîzin û rêxistinbûna xwe bi awayekî girîng xurt kirine. Lê divê ev rêxistinbûn bibe xwedî wateyeke gerdûnî. Ji ber ku pirsgirêka jinê pirsgirêkeke gerdûnî ye.
Hişmendiya baviksalar li her devera cîhanê xwe bi rêxistin kiriye û bûye sîstem. Ji ber vê yekê divê têkoşîn û rêxistinbûna jinan bi parçeyekî yan jî bi welatekî tenê re sînordar nemîne. Divê jin konfederalîzma xwe ava bikin û têkoşîneke hîn xurtir û bibandortir bimeşînin. Bi vî awayî dikarin li dijî tariyê têbikoşin, cîhana xwe xweşik û bi wate bikin. Di heman demê de dikarin li welatekî azad, wekî kesayetên azad û bi nasnameya xwe ya cewherî bijîn.
Bi weşandina manîfestoyê re me careke din dît ku cîhaneke wiha pêkan e. Ji bo vê jî pêdivî bi aqilekî hevpar û têkoşîneke hevpar heye.

