Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, êrişî Kampa Cêjnîkan a ser bi Hewlêrê ku koçberên ji Rojhilatê Kurdistanê lê dimînin, hate kirin. Nehate zanîn ku êrîş bi dronan an bi mûşekan hatiye kirin.
Her wiha hate ragihandin ku Kampa Azadî ya li Koyeyê hate bombebarankirin. Hate diyarkirin ku di êrîşê de windahiyên canî çênebûne.

