Çarşem, 25 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bayik: PKK’ê bi têkoşîna xwe hebûna Kurdan bi her kesî da qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Desthilat ji mirina girtiyên nexweş berpirsiyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê di roja 8’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Edalet û Hurmet ji bo Miriyan: Bila derbarê hestiyên li Farqînê lêpirsîn bê destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tevgera Goran: Divê rayeyên destûrî yên Herêma Kurdistanê neyên qelskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewlêr û Koye hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK û YNK: Destkeftiyên Herêmê xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê meşa 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mesrûr Barzanî: Biryarên Serokwezîrê Iraqê nayên qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê 3 gorên komî hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di zarokatiyê de hate zewicandin, li gel zext û tundiyê jî jiyana xwe ava kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga 25’ê Mijdarê: Werin em têkoşînê ji bo jiyan, azadî û wekheviya jinan mezin bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî: Têkoşîna azadiya jinê li her qadê jiyanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji NADA’yê banga 25’ê Mijdarê: Bêyî azadiya jinan aştî ne pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê 74 qamçî û qedexeya çalakiyên hunerî li stranbêj birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê bi boneya 25’ê Mijdarê çalakiya girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Ji bo aştiyê divê em jiyanekê ava bikin ku jin lê nayên kuştin’
Jin

‘Ji bo aştiyê divê em jiyanekê ava bikin ku jin lê nayên kuştin’

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulderen Varli diyar kir ku azadiya jinê mercê bingehîn ê aştiyê ye û got, "Eger em aştiyê dixwazin divê em jiyaneke welê ava bikin ku jin lê nayên kuştin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulderen Varli bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê ji ANF’ê re axivî. Gulderen Varli anî ziman ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi banga Rêber Apo destpê kir divê bi azadiya jinê bê nirxandin û destnîşan kir ku di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de jinan kevneşopiyeke girîng a têkoşînê ava kirin.

Di vê çarçoveyê de işaret bi daneheviya dîrokî ya têkoşîna jinan kir û got, “Têkoşîna me têkoşîna jinê ye. Di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de em ji kevneşopiya têkoşîneke ji 50 salî tên. Têkoşîna jinê têkoşîneke ku ji Xwişkên Mirabel heta îro, ji Sakîneyan heta bi gelek hevrêyên din bi têkoşînê mezin bûye.”

Parlamentera DEM Partiyê diyar kir ku 25’ê Mijdarê ne tenê rojeke têkoşînê ya li dijî tundiya li jinê ye, di heman demê de demeke welê ye ku rê û rêbazên avakirina civaka demokratîk lê bê nîqaşkirin û bal kişand ser rola jinan a li avakirina jiyaneke azad û wekhev. Gulderen Varli got, “Jin li cihekî welê ye ku ji bo jiyaneke azad a xwe û derdora xwe têdikoşe. Di avakirina welatekî azad û demokratîk de jin wê cihê xwe bigirin.”

‘MAFÊ GOTIN Û BIRYARÊ YÊ JINÊ BINGEHA CIVAKA DEMOKRATÎK E’

Parlamentera Wanê ragihand ku tundiya bi rêk û pêk a li hemberî jinê encamek ji sîstema bi zîhniyeta serweriya mêr û destê dewletê ye û got, “Tevlîbûna jinan a li nava jiyana civakî, mafê gotina wê, cihgirtina li rêveberiyê, vegotina fikir û nêrîna xwe wê bike ku pêvajo ber bi aliyekî demokratîk ve biçe.”

Gulderen Varli diyar kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jin dikarin di avakirina aştiya civakî de bi rola pêşengiyê rabin û anî ziman ku daxwaza aştiyê ya ku Dayikên Aştiyê û jin bi salan e li her qadê tînin ziman, parçeyekî girîng ê vê têkoşînê ye.

‘AŞTÎ BI JIYANEKE WELÊ DIBE KU JIN LÊ NAYÊN KUŞTIN’

Gulderen Varli ragihand ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nabe ku tenê weke bêdengbûna çekan û bidawîbûna kuştina mirovan bê nirxandin û bi bîr xist ku kuştina jinan û tundiya li jinan hîn jî dewam dike. Li ser vê bingehê Gulderen Varli got, divê nîqaşên li ser aştiyê bi gavên şênber ên ji bo ewlekirina mafê jiyanê yê jinan bê meşandin û destnîşan kir ku li cihekî ku jin nayên kuştin mirov dikare qala aştiyeke rasteqîn bike.

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “2 sal in em li ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk diaxivin. Gelek siyasetmedar û mirovên ji derdorên cuda yên civakê di vê mijarê de nirxandinan dikin. Lê belê van rojan ku em li ser aştiyê diaxivim, li gel 25’ê Mijdarê divê em tundiya ku bi serê jinan ve tê jî bixin rojevê. Ji ber ku îro jin têne kuştin. Jin ji şaneşîna mala xwe dikevin, winda dibin an jî têne kuştin. Destpêkê agahiya windabûnê tê, piştre jî eşkere dibe ku ew jin hatine kuştin.”

Gulderen Varli anî ziman ku dayik ji ber zarokên xwe yên di şer de winda kirine bi salan e êşên giran dikişînin, lewma aştî gelekî hêja ye û destnîşan kir ku divê aştî jî bi çareseriya pirsgirêkên civakî were nirxandin. Gulderen Varli got, “Eger em aştî û demokrasiyê dixwazin divê em jiyaneke welê ava bikin ku ti jin lê nayên windakirin û nayên kuştin. Hîmên aştiyê divê bi feraseteke bi vî rengî bê danîn. Di serî de azadiya jinê divê em vê pêvajoyê li gel gelek sernavan bimeşînin.”

Gulderen Varli ragihand ku nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî azadiya jinê ji bo avakirina civakeke demokratîk girîng e û gotina “Jin azad nebe civak jî azad nabe” ya Rêber Apo bi bîr xist. Gulderen Varli destnîşan kir ku li nava civakeke ku jin lê ne azad e demokrasî û wekheviyeke rasteqîn pêk nayê. Ji bo vê jî xwest ku temsîliyeta wekhev a jinan li mekanîzmayên gotin û biryardanê bê pêkanîn.

‘DI 25’Ê MIJDARA BÊ DE BILA JINEKE DIN NEYÊ KUŞTIN’

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulderen Varli hêvî kir ku 25’ê Mijdara bê di demeke welê de pêşwazî bikin ku ti jin nayê kuştin û got, “Dibe ku wê demê em ê navê 25’ê Mijdarê biguherînin. Em ê hingî karibin 25’ê Mijdarê li welatekî demokratîk, azad û wekhev bi hev re pîroz bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bayik: PKK’ê bi têkoşîna xwe hebûna Kurdan bi her kesî da qebûlkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Humsê qedexeya derketina derve hate ragihandin

Piştî ku di encama êrîşeke çekdarî ya li ser taxa El Muhacirîn a Humsê de…

Ji aliyê Stêrk TV

DFG: Di Tîrmehê de 12 rojnamevan hatin binçavkirin, hîn jî 27 girtî ne

DFG’ê rapora binpêkirina mafên rojnamevan a meha Tîrmehê eşkere kir. DFG’ê diyar kir ku 12…

Ji aliyê Stêrk TV

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bernameya hevdîtinên xwe eşkere kir

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bernameya hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re yên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bayik: PKK’ê bi têkoşîna xwe hebûna Kurdan bi her kesî da qebûlkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Bihar Munzîr: Li nava civaka ku jin lê ne azad e, tundî û komkujî naqede

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di zarokatiyê de hate zewicandin, li gel zext û tundiyê jî jiyana xwe ava kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Banga 25’ê Mijdarê: Werin em têkoşînê ji bo jiyan, azadî û wekheviya jinan mezin bikin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?