Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û xwe gihandina mafê tenduristiyê, li ber Wezareta Dadê dabûn destpêkirin, di roja 12’an de didomînin. Hevserokên MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîk û Kerem Canpolat, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de girse bênavber dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kir. Çalakî bi daxuyaniyê dest pê kir. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Em ê deriyên girtîgehan bi berxwedanê vekin” hat vekirin.
Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Omer Faruk Yazmaci ku beriya daxuyaniyê axivî, da zanîn ku girtiyê nexweş Hasan Turgay Taş ku nexweşê pençêşera asta 4’an e û li gor agahiyên ji wan re hatine tevî 4 meh emrê wî maye jî nayê berdan û di girtîgehê de ragirtiye û xwest demildest bê berdan.
Piştre jî parlamenterê DEM Partiyê yê Colemergê Vezîr Parlak axivî. Parlak bi lêv kir ku girtiyên nexweş nikarin bigihêjin mafê tenduristiyê û wiha axivî: “Hevalên me yên têkoşîna demokrasiyê dikin hê di girtîgehê de ne. Mafê hevalên me yên gihiştina tenduristiyê tê astengkirin. Hevalên me beriya bikevin girtîgehê rewşa wan a nexweşiyê ne ewqas giran bû. Lê piştî ketin girtîgehê nexweşiyên wan giran bû. Divê dewlet hesabê vê bide. Divê sepanên li dijî hiqûqê demildest bi dawî bibin û girtiyên nexweş bên berdan. Ragirtina girtiyên nexweş di girtîgehê de sûce li dijî mirovahiyê ye. Hiqûqa dijminatiyê jî bi cih naynin.”
Piştî axaftinan girsê dest bi çalakiya nobedê ya rûniştinê kir.

