În, 20 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karamûs: Divê Newroz li her qadê bi ruhê yekîtiya neteweyî bê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed ji Newroza dîrokî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hebûna Êzidiyan û mifteya destûrî ya bêderî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê di greva birçîbûnê de ye daket 42 kîloyan, pirsgirêkên tenduristiyê giran bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya îmzeyan a navneteweyî ya ji bo mafê hêviyê û rakirina tecrîdê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nûrhaq Ararat: Herî zêde ciwan bi heqîqeta Newrozê zanin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newrozên destpêkê yên Tevgera Apoyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Beriya Newrozê serdana Şehîdgeha Mihemed Karasungur hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hecî Ehmedî bi bîr anî: Mîrasa wî rêya têkoşînê ronî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Newrozê ya Hevpeymaniya Rojhilat: Yekîtî pêk hat, serkeftin nêzîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li quntarên rêzeçiyayên Zagrosan Newroza azadî û yekîtiye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê wekheviyê ji xwe re dike pîvan – IV
Jin

Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê wekheviyê ji xwe re dike pîvan – IV

Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ku tevlî amadekirina qanûnên demokratîk ên têkildarî jin, zarok û malbatê bû, dixwaze bi malbateke demokratîk hişmendiyeke demokratîk û wekheviyê pêk bîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Adar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li gorî pîvanên civakî û exlaqî edaletê pêk tîne, di 16’ê Mijdara 2018’an de ava bû. Meclîs ku jiyaneke komunal a demokratîk, civakeke civakî ya demokratîk, jiyaneke hevpar a azad û azadiya jinê tercîh dike, ji pîvanên demokrasiyê, wekheviyê û parastina mafên jinê tawîzê nade.

 

Di beşa dawî ya dosya me de Endama Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Atiye Yûsûf qala pêşengiya jinê ya li nava sîstema edaletê kir.

Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê di sala 2023’an de dozên bi vî rengî birêve bir: 681 dozên cihêbûnê, 235 dozên pir zewacî, 41 dozên zewicandina di temenê zarokatiyê de, 908 dozên tundiyê, 608 dozên malbatî, 27 dozên qetilkirinê, 5 dozên hewldana qetilkirinê, 41 dozên biçûkxistina jinê, 18 dozên destavêtinê, 18 dozên întiharê, 27 dozên hewldana întiharê, 12 dozên xiyanetê, 22 dozên fûhûşê, 4 dozên revandinê, 120 dozên gumanbariyê, 169 dozên nafakayê, 261 dozên nafaka zarok, 22 dozên standina zarok ji jinê, 6 dozên reşkirinê, 11 dozên xiyaneta li emanet, 161 dozên gefxwarinê, 57 dozên mîrateyê, 13 dozên zewaca neqanûnî, 71 dozê diziyê, 41 dozên sextekariyê, 43 dozên narkotîkê, 11 dozên desteserkirina milkiyetê bi giştî 3 hezar û 633 doz.

DI DEMA REJÎMÊ DE WEKHEVÎ TUNE BÛ

Atiye Yûsûf anî ziman ku di dema rejîma Baasê de sîstemek têkildarî meclîsa jinê tune bû û got, “Jin weke dadger di dadgehê de hebûn, lê belê hejmara wan zêde nebû. Li dadgehê giştî dîtina du dadgeran mûcîze bû. Parastina jinê û mafên jinê, wekheviya jin û mêr di Destûra Bingehîn de hebû, lê belê tenê li ser kaxizê bû. Bi kurtasî li gorî Destûra Bingehîn her kes wekhev bû, lê belê di pêkanînê de wekhevî û edalet tune bû. Şahidiya du jinan li beranberî şahidiya zilamekî bû. Di parvekirina mîrateyê de jî newekheviyeke mezin hebû. Mafê jinê di mafê mîratê de bi qasî ku tune bû. Di Qanûna Sûc û Ceza de newekheviya navbera jin û mêr bi hêsanî dihate dîtin. Rewşên ku di nava civakê de weke pirsgirêka exlaqî dihate pênasekirin, mijarên mîna sînorê temen ê zewacê jî ji aliyê nekweheviyê ve di asta herî bilind de bû.”

BI RÊXISTINIYÊ BER BI WEKHEVÎ Û EDALETÊ

Atiye Yûsûf diyar kir ku sîstema edaletê ya ku bi Şoreşa Rojava re ava kir, pêşketineke nû ye û got, “Ji Mala Jinê heta bi Meclîsa Edaletê ya Jinê, jinan ev destketî bi hêsanî bi dest nexistin. Têkoşîna li dijî mejiyê baviksalariyê hêsan nebû. Mala Jinê ava bû, nerazîbûn zêde bûn. Nerazîbûna li hemberî sîstemên piştî Mala Jinê ava bûn, kêm nebû. Li gel Meclîsa Edaletê nekarîbûn xwe li avakirina Meclîsa Edaletê ya Jinê rabigirin. Weke meclîseke pêwîst nedihate dîtin. Jinan di Meclîsa Edaleta Jinê de israr kirin. Destnîşan kirin ku divê mafên jinê bêne parastin. Her ku rêxistiniya jinê xurt bû, parastina mafên jinê jî hêsan bû. Mala Jinê û Qanûna Jinê di rewşeke welê de ava bûn ku hem pêwîstî pê hebû hem jî şert û merc guncaw nebû. Lewma encama dihate xwestin bi dest neket. Aliyên xwe yên kêmmayî hene. Di nava şert û mercên şer de sûcên welê dihatin kirin ku me nedibihîst, nedidît û qet lê rast nedihat. Ji aliyê şert û mercên darizandinê û mekanîzmayê ve aliyên me yên kêmmayî hebûn. Ji zewicandina di temenê zarokatiyê heta bi tundiya li jinê, tundî zêde bû. Di rewşeke bi vî rengî de pêwîstî bi Qanûna Jinê hebû. Me zewicandina di temenê zarokatiyê de, tundiya li jinê, pir zewacî red kir. Di Qanûna Sûc û Ceza de me hewl dan wekheviyê pêk bînin.”

DI BIN ÇAR SERNAVÊN BINGEHÎN DE KAR TÊ KIRIN

Atiye Yûsûf ragihand ku Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ji çar beşên Mala Jinê, Komîteya Lihevanînê, Dîwana Edaletê û Akademiyê pêk tê û got, “Ji bo pêkanîna vê sîstema rêxistinî pêwîstî bi meclîsê hebû. Di vê çarçoveyê de Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ava bû. Jinên di nava Mala Jinê, Komîteya Lihevanînê û Dîwana Edaletê de bûn, endamên meclîsê bûn. Meclîs bi karê perwerdekirina jinê rabû. Di vê çarçoveyê de li Rimêlan û Amûdê akademî hatin avakirin. Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê bû modeleke nû. Rêxistinên jinan ên ji derveyî welat tên li pêşberî sîstemê matmayî dimînin, bala wan dikişîne. Sîstema parastina mafên jinê û rêbaza wan a têkoşînê ji bo van rêxistinan tiştekî nû ye.”

NÛNERÊN MALA JINÊ MÎNA PARÊZERAN E

Atiye Yûsûf anî ziman ku Mala Jinê û Komîteya Lihevanînê pirsgirêkên ku nikarin çareser bikin digihînin ber destê dadgehê û got, “Nûnerên Mala Jinê ji aliyê parastina mafên jinê ve weke mirovek li aliyê jinê di dadgehê de xwedî mafê gotinê ye. Mîna parêzerekî ye, ji ber ku li akademiyên me perwerdeyên li ser edalet, qanûn û demokrasiyê werdigirin. Li dadgehan bi qasî ku ji destê me tê weke temsîliyeta wekhev em cih digirin. Ji xwe dema pirsgirêkek rû dide Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê yekser tevlî mijarê dibe.

DIVÊ EM XWE BISPÊRIN HÊZA XWE

Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê wekheviya jin û mêr ji xwe re dikev pîvan. Ji bo avakirina malbateke demokratîk, ji bo parastina hurmet û hezkirinê têdikoşe. Li nava civakeke ku edalet pêk hatiye, demokrasî û wekhevî jî pêk tê.

Atiye Yûsûf herî dawî got, “Weke jin divê em xwe bispêrin hêza xwe. Ji ber ku bi kesayetên xurt bi bicihanîna edaleta civakî em dikarin mafên xwe bi dest bixin. Bidestxistina maf jî ji ber xwe ve nabe, dema ku mirov xurt be dikare mafê xwe bi dest bixe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Wanê agir berdan wesayîtekê
Nûçeya Pişt re HRE: 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD’ê li Dêrazorê êrîşa DAÎŞ’ê şikand

Di daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hate ragihandin ku êrîşa komeke çeteyên DAÎŞ'ê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bangladeşê di du hefteyan de 8 hezar û 600 kes hatin binçavkirin

Hêzên ewlehiyê yên Bangladeşê di çarçoveya operasyoneke li dijî ‘çeteyan’ de di nava du hefteyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Înîsîyatîfa Aşitiya Civakî wê bi heyeta DEM Partiyê re hevdîtinekê pêk bîne

Înîsîyatîfa Aşitiya Civakî wê bi Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û hevserokên DEM Partiyê re…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?