Şemî, 4 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ahmet Turk: Gelê me wê bi siyaseta demokratîk re hemû pirsgirêkan derbas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nava 6 mehan de 894 kes hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokkomarê Iraqê: Hemû çek wê di bin kontrola dewletê de bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyên nexweş Ozbek û Kara hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyana girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî di xeteriyê de ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan ji bo Aydin, Mihci û Mîkyaz hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Komxebata Aştî û Diyalogê: Em ê aştiyê ji xwecihî ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê nasnameya 4 şehîdên Mihabadê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubad Talebanî: YNK wê nebe parçeyek ji pevçûn û aloziyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Zîlan di 30’emîn salvegera çalakiya xwe ya fedayî de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Iraq û Tirkiye ji bo hinardekirina petrola Iraq û Başûrê Kurdistanê bi demkî li hev kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê Komîna Saziyên Zimanê Kurdî were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Xemla deşt û çiyê: Zozan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Bi banga Ocalan re wê êdî axaftin li ser azadiyê bê kirin
Rojane

Bakirhan: Bi banga Ocalan re wê êdî axaftin li ser azadiyê bê kirin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku Rêber Apo wê bangeke dîrokî bike û bi vê bangê re wê êdî axaftin li ser demokrasî û azadiyê bê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Rêxistina Stenbolê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Kongreya Asayî ya 3’yemîn li Navenda Xwepêşandanê ya Yahya Kemal Bayatli lidar xist.

Salona kongreyê bi alên DEM Partiyê hate xemilandin û pankartên “Di şer û aştiyê de ciwan li eniyên pêş in”, “Qeyûm wê biçin em ê bimînin”, “Em ê mezin li ber xwe bidin mezin bi ser kevin”, “Em ê sala 2025’an bikin sala azadiyê”, “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser kevin”, “Em ê birêxistinkirî li ber xwe bidin û dawî li kedxwariyê bînin”, “Jin, jiyan, azadî”, “Ji bo jiyaneke demokratîk wekhevî edalet azadî” û “Bi pêşengîya jinên ciwan” hatin daliqandin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên jinan û bi hezaran welatî tev li kongreyê bûn. Bi sedan jinên bi cilûbergên xwe yê Kurdî li xwe kirin, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî”  têketin eywanê. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Wanê” “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Axaftina destpêkê ji hêla Hevserokên Bajar Gonca Yangoz û Mûrat Kalmaz ve hate kirin. Piştre jî deqeyek rêz hate girtin. Kongre, bi dirûşma “Şehîd namirin” dest pê kir. Piştre sînevîzyonek hate pêşandan.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di kongreyê de axivî û spasiya beşdaran kir. Bakirhan, bi domdarî hemû kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî. Bakirhan, got ku Tirkiye û herêmê di qonaxeke dîrokî de ye û got: “Di vê serdemê de hemû welat polîtîkayên xwe li ber çavan derbas dikin û nû teşe didin wan lê mixabin îktîdara AKP-MHP’ê dîsa di rêya xelet de ye. Hêj jî li pey înkar û tunekirina sedsal in tê domandin in. Qeyûman tayîn dikin, kedkaran derb dikin û digirin, der heqê hevşardaran de dozan vedikin, darazê weke ço li dijî muxalîfan bi kar tînin, her roj jin tên qetilkirin û van komkujiyan rewa nîşan didin.”

Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser êrişa ser HDK’ê ku 30 kes hatin girtin û got: “Bi hinceta ‘terorê’ wiha kirin. HDK ev 14 sal in li navenda Stenbolê xebatan dimeşîne. Ma îro hate bîra we ku ‘rêxistina terorê’ ye? HDK bi xebatên xwe xizmetê ji demokrasiya Tirkiyeyê re dike. Rêxistina terorê nîne lê jinên Kurd ên bindest e, Elewî ye, karker in, 16 milyon kedkar e… Heke hûn ji kedkarên Esenyurtê bipirsin dê bizanin ka HDK çi ye. Lihevkirina Bajar wele sûc nîşan dane. Heke ji bo pêkvejiyana gelên Tirkiyeyê xebitî be, divê hûn birêzdarî li ber bitewin. HDK 85 milyon mirovên Tirkiyeyê ye. Xebata ji bo tifaqa Tirk û Kurdan ji kengî ve bûye sûc? Ev lêpirsîn, girtin û çoyê darazê ji bo krîmînalîzekirina saziya herî demokratîk e û em ê destûrê nedin vê. Ez HDK’î me, em HDK’î ne.

Lihevkirina Bajar weke sûc nîşan didin. Anku dibêjin kedkarên Kurd û tirkiyeyî nikarin tifaqê bikin. Nikarin di rêveberiyên herêmî de bibin îktîdar. Ma karê dozgerekî ev e? Ma dê dozger biryarê bide ka em ê bi kê re tifaqê bikin? Heke hêza wî têr bike bila bi îktîdarê re li Esenyurtê namzetiya xwe deyne. Dev ji tunehesibandina vîna gel berdin. Ev gel dê xwe birêve bibe û sibe Stenbol û Enqere û gelek bajarên din birêve bibe.

Birêz Erdogan heke haya te jê nebe ez dîsa bibêjim; em 3’yemîn mezintirîn zemîna Tirkiyeyê ne. Di siyasetê de tu hesab bêyî me rast dernakevin. Ev astengî dê li pêşiya biratiya Tirk û Kurdan nebin astengî. Tevî hemû êrişan jî em ê Tirkiyeyê demokratîk bikin. Li Sûriyeyê tifaqên nû ava dibin. Her welat mecbûr e cihê xwe diyar bike. Lê ev zîhniyeta înkarger nahêla Sûriye xwe komî ser hev bike. Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê statuyê bi dest nexe her tiştekî dike. Erê baş e me fêm kir tu li Wan û Colemêrgê îradeya Kurdan qebûl nakî, tu çi ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazî? Tu çi ji Kurd, Elewî, Çerkes, Ermen û Êzidiyên li wir dixwazî? Xelk dixwaze li wir ser zemîneke demokratîk bijî. Dev ji vê dijminatiyê berdin. Bihêlin bila gelên Sûriyeyê biryara pêşeroja xwe bidin. Hûn çima bi destê çeteyên SMO’yê êrişî Tişrînê dikin. Ji bo Kurd statuyê bi dest nexin bi rejîma Sûriyeyê re pêwendiyan datînin. Ya ku dikeve ser milê we, qebûlkirina statuya Kurdan e. Em ji bo aştiyê amade ne lê aqilê van cuda dixebite.

Li Tirkiyeyê ji hêla siyasî ve em pêvajoyeke dîrokî dijîn. Birêz Ocalan dê li Girtîgeha Îmraliyê bangekî dîrokî bike. Di bangê de aborî, edalet, edalet, demokrasî û daraza serbixwe heye. Dê Tirkiyeyeke demokratîk ku zimanê Kurdan nayê qedexekirin, îradeya wan nayê xespkirin, Elewî weke hemwelatiyên wekhev dijîn hebe. Dê nexşerêyek bê diyarkirin. Em girîngiyê didin vê banga dîrokî. Weke DEM Partiyê me ji roja destpêkê ve gotibû ku em piştgiriyê didin vê banga birêz Ocalan. Bangekî dîrokî heye lê hin kes memnûn nînin. Hin dibêjin dê Kurdan bixapînin. Di van sed salan de 30 caran tune hatine hesibandin, hatine qetilkirin, sirgunkirin û bi birçîbûnê rû bi rû hiştine. Heta niha ev gel nehate xapandin lê dê îro were xapandin? Bû sêyemîn mezintirîn zemîna Tirkiyeyê. Mereq nekin em nayên xapandin. Hewce nake hûn şev û rojên xwe bi vê vikarê bijîn. Li şûna vê, piştgiriyê bidin. Bi banga birêz Ocalan re dê ew bendergeha ewlehî û bekayê ku xwe dispêrinê ji holê rabe. Piştî banga birêz Ocalan dê li Tirkiyeyê ser demokrasî û azadiyan were axaftin. Dê eşkere bibe ka kî pê re kî li dij e, kî derewan dike kî rastiyê dibêje. Ev wê diyar bibin. Tekane rê ew e ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Yên ji vê direvin dê winda bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îsraîlê li Şerîa Rojava sê kampên penaberan vala kir, veger qedexe kir!
Nûçeya Pişt re Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî: Em piştgiriyê didin pêvajoyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo şehîd Elîşêr Feraşîn taziye

Li Wanê ji bo Elîşêr Feraşîn (Sedat Işik) ê li Zapê şehîd bû, taziye hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyên Hêva û Dilawer El Erebo hatin veşartin

Cenazeyên Hêva Erebo û Dilawer El Erebo yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Pisûlaya me Abdullah Ocalan e

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Newroza li Sêrtê axivî û got, "Pisûlaya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Ahmet Turk: Gelê me wê bi siyaseta demokratîk re hemû pirsgirêkan derbas bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di nava 6 mehan de 894 kes hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Serokkomarê Iraqê: Hemû çek wê di bin kontrola dewletê de bin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berdana girtiyên nexweş Ozbek û Kara hate xwestin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?