Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, li Meclîsê di civîna koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. Bakirhan, bal kişand ser 8’ê Nîsanê Roja Romanan a Cîhanê û got ku ew piştgiriyê didin têkoşîna edalet û azadiyê ya Romanan.
Bakirhan, bi domdarî bertek nîşanî tundiya polîsan a di çalakiyên protestokirina operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de, da û wiha bal kişand ser lêgerîna tazî ya li jinan tê ferzkirin: “Ev êşkence ye. Her wiha tacîz e. Dev ji vê êşkence û tacîzê berdin. Em ê vê meseleyê bişopînin.” Bakirhan, bertek nîşanî girtin û binçavkirinên endamên ESP’ê jî da û got: “Em bi ESP’ê re ne. Her sibehê bi hincetên bêbingeh welatî tên binçavkirin. Divê dev ji van berdin. Protesto maf e, boykot maf e. Divê rêzê ji bo vî mafî bigirin.”
Bakirhan, gotina Tayyîp Erdogan ên berê bi bîr xist û got: “Gotiye, siyasîkirina hiqûqê û mîna amûrekê bikaranîna darazê ya ji hêla siyasetê ve dê zirarê bide demokrasiyê. Gotiye, demokrasî bêyî hiqûqê nabe. Gotiye, divê demokrasî were xurtkirin û azadî bên zêdekirin. Kirina van gotinan a 27 sal berê baş e lê niha çima girtîgeh hatine tijekirin? Hûn dizanin ku niha li girtîgehan cih nemaye? Ji sedî 130 tije bûne.”
40 ROJ DERBAS BÛN
Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dibêjin ku gotina xwe ya 27 sal berê we kiriye îro bicih bînin. Îro meseleyên lezgîn ên Tirkiyeyê hene. Nabe ku meseleyên demokrasî, edalet, mafên demokratîk û aştiyê bên taloqkirin.
Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bang kir. Bi ser re 40 roj derbas bûn. Di esasê xwe de ev 40 roj in em li ser aştiyê diaxivin. Me di civînan de got ku destpêkeke nû ye. Me hêvî da we. Gelên Kurd û Tirk li dora aştiyê kom bûye. Li qadên Newrozan ev yek hate nîşandan. Kedkar û gelên li wan qadan piştgirî dan banga birêz Ocalan. Çavê dinyayê li gavên dewlet û îktîdarê ye.
NE RAGEŞÎ, LIHEVKIRINA DEMOKRATÎK Û AŞTIYÊ
Lê di mijara gavavêtinê de zêde giran tevdigerin. Niha sekinî ne. Meseleya herî mezin a Tirkiyeyê tê nîqaşkirin lê sekinî ne. Gelo ma rawestînê ve aştî hatiye ku dera cîhanê? Em dixwazin êdî hin tiştên nû bibihîsin. Ev ne tenê daxwaza DEM Partiyê ye, daxwaza tevahiya civakê ye. Divê mirov ji demokrasiyê netirse, xwedî lê derkeve. Me got ku em ne bi rageşiyê re, bi lihevkirina demokratîk û aştiyê re ne.
GELO MA AŞTÎ BI SEKINÎNÊ DIBE?
Rêveberiya welat, baweriyê nade civakê. Lewma em jî dipirsin, ma mirov ji aştiyê ditirse? Ma mirov ji aştiyê şerm dike? Ma aştî bi sekinînê, bi vehêlandinê dibe? Em van pirsan ji îktîdarê dikin. Heta ku aştî were taloqkirin û sepanên dijdemokratîk ên mîna li Stenbolê hebin dê bawerî çawa ava bibe? Dê Kurd û kedkar çawa jê bawer bin? Hemwelatiya wekhev û azad ma wiha dibe? Ji kerema xwe bila kesek ji îktîdarê bersiva van pirsan bide. Divê êdî dawî li vê rehetî û bêdengiya xwe bînin.
Pêvajoya aştî û demokratîkbûnê, jidilbûnê dixwaze. Li rexekî qala aştî û çareseriyê tê kirin, li rexa din jî aliyek weke ku pêvajo nebe tevdigere û tecrîdê didomîne. Ev nayê qebûlkirin. Birêz Ocalan ji bo çareseriyeke mayinde dixebite û ev hewldanên wî didomin. Lê li dijî van hewldanan xemxariyek heye ku hem gelê Kurd hem jî her kesên ji çareseriyê bibawer dixe nava fikaran. Em li bendê ne ku îktîdar van hesasiyetan rast fêm bike, rast binirxîne û li gorî wê tevbigere. Hewceye azadiya xebat û ragihandinê ya birêz Ocalan bê misogerkirin. Astengiyên li pêşiya aştiya civakî ne bi gotinan, bi gavên şênber, wêrek û pêbawer dikarin bên rakirin. Gotineke Kurdan heye ku dibêjin ‘Dar bi xweziyê şîn nabe.’ Mezintirîn pirsgirêka vê dewletê jî ev e. Tiştekî dibêje lê pêdiviyên wê bicih nayîne. Hêvîdarim di rojên pêş de van bicih bîne. Em di qonaxeke dîrokî de ne û divê li gorî vê gav bên avêtin.
MECLÎS DIVÊ DEMILDEST GAV BAVÊJE
Girîng e ku mafê hêviyê bixin rojeva xwe. Birêz Ocalan berpirsyartiyeke ku di dîrokê de nehatiye dîtin li xwe girt. Şert û mercên xebatên yên birêz Ocalan jiyanî ne û divê bên sererastkirin. Divê nêrînên siyasî ji çarçoveya sûc bên derxistin. Divê astengiyên li pêşiya azadiya xwebirêxistinkirinê bên rakirin. Divê ‘Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê’ ku bûye bela serê her kesî bê guherandin. Divê Meclîs di vê mijarê de bi lezgînî gavan biavêje. Di salên berê de jî me pêşniyarên pir şênber kirin û îro jî dikarin van pêşniyarên şênber pêşkeş bikin. Komîsyonên me û partî di vê mijarê de xebatên baş dike. Siyaset, îktîdar û rojevên konjonkturel demkî ne. Me gelek dîtin. Ya mayinde gel in, îradeya gel , têkoşîna aştiya birûmet e. Keda ji bo aştiyeke birûmet a mayinde ye.
Em dibêjin ku werin em vê pergalê bi hev re ava bikin. Em dîsa dibêjin ku em ji bo vê amade ne. Çima divê em eceleyê bikin? Em çima mîna îktîdarê rehet nînin? Çima fikarên me hene? Ez bersiva van pirsan bidim we; ji ber ku gel, kedkar û bindestên li Tirkiyeyê dijîn bila 100 salên din ji dest nedin. Bila aştî bibe. Bila mirov 100 salên din jî ji ber van pirsgirêkan şerê hev nekin. Bila dewlet enerjî û aboriya xwe ji bo tepisandina mafên demokratîk bi kar nayîne. Ji ber ku Tirkiye êdî di dema biryardayînê de ye. Lewma em ecele dikin. Em dixwazin Tirkiye aştî, demokrasî û azadiyan hilbijêre. Lewma fikarên me hene û em eceleyê dikin.”