Çarşem, 4 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Canan Kebenç Ozkan: Wê ruhê Lihevkirina Bajêr dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di hilblijartinên Îsraîlê de îdîayên li ser nelirêtiyê nehate piştrastkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê êriş bir ser baregehên li Balîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûçegihanê MA’yê Haşim Abak hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hakki Ozdal: Elîtên desthilatdar li welêt dizî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Bulut a ji DEM Partiyê: Her ku pêvajo dirêj bike fikar zêde dibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Civîna destpêkê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gabarê êrişa li ser şehîdgehê: Kêl hatin şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê nerazîbûna li dijî budçeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bakirhan: Em Newroza Abdullah Ocalan pîroz dikin
Kurdistan

Bakirhan: Em Newroza Abdullah Ocalan pîroz dikin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di pîrozbahiya Newroza Rihayê de axivî û got, “Em bi hev re Newroza hembajariyê we, rêhevalê we birêzOcalan pîroz dikin. Newroz şîrazeya desthilatê xera kir.” 

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Pîrozbahiya Newrozê ya Rihayê bi coşeke mezin berdewam kir. Pîrozbahî, bi derketine ser dikê ya namzetên hevşaredariyê û silavkirina gel dom kir. Namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Rihayê Celalettîn Erkmen got ku Newroz roja hesabpirsînê ye û ew ê teqez bi ser kevin. Erkmen dema qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikir, girseyê bi yekdengî û heta demekî dirêj dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştre jî Erkmen projeyên xwe vegot. Namzeta din Gulşen Ozer jî got ku dê di 31’ê Adarê de serkeftin a wan be. 
 
Piştre jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan axivî. Bakirhan, ji bo Rihayê got: “Bajarê ku roj lê derketî û bajarekî qedîm e.” Bi domdarî Bakirhan, Newroza gelê kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir û silav şand. Bakirhan, piştre jî bal kişand ser komkujiya li dijî malbata Şenyaşar û silav ji Emîne Şenyaşar re şand. Bakirhan, da zanîn ku dê hesaba vê komkujiyê were pirsîn. 
 
Bakirhan, destnîşan kir ku coşa herî mezin li Rihayê dîtine û ev tişt anî ziman: “Dixwazim li meydana Rihayê vê bibêjim; Kawa çawa li dijî Dehan li ber xwe dabin, dê rihayiyan jî li dijî zaliman, li dijî faşîzmê li ber xwe da û dê bide. Serokê partiya desthilatê digot, di van de taqet û hêz nema ye. Vaye ji we re meydan, vaye ji we re hêz, qudret, yekîtî, berxwedan û têkoşîn.” 
 
Bakirhan, bi domdarî pîrozbahiyên Newrozê yên hatin lidarxistin bi bîr xist û got: “Şîrazeya wan xera kir. Li Stenbol, Amed, Wan û her deverê bi milyonan kes daketin qadê. Gelê me ji kesên dibêjin ‘teroristan’ re got em hebûn, em hene û dê her hebin. Serê sibehê heta êvarê qala şer û operasyonan dikin. Em jî jê re dibêjin aqilê xwe bînin serê xwe. Bi milyonan kurd dibêjin aştî, azadî û demokrasî. Gelê me li qadan li dijî van polîtîkayên we yên şer e. Gelê Rihayê dê di 31’ê Adarê de bersivê bide van polîtîkayên şer, vê zîhniyeta zimanê me qedexe dike, gelê me xizan dike û îradeya me xesp dike. Riha, hûn li dijî Nemrûdan seknekî Îbrahîmî raber dikin. Her bijî Riha.” 
 
Bakirhan, bertek nîşanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan da û wiha got: “Li şûna hûn li çar aliyên cîhanê li dijî Kurdan xebatên dîplomatîk bikin, çareserî bi qasî giravekî nêz e. Keremkin herin Îmraliyê. Tecrîda li ser birêz Ocalan rakin û pirsgirêka Kurd em bi hev re bi rêya guftûgo û muzakereyan çareser bikin. Bi vê wesîleyê ez Newroza hembajarî û rêhevalê we birêz Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê pîroz dikim. Newroza te pîroz be.” 
 
Piştî axaftinan, agirê Newrozê ji hêla Dayikên Aştiyê ve û bi dirûşmên “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo” hate vêxistin.
 
Bername, bi stranên Koma JinMA û dengbêj Kazo berdewam kir. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN RIHA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nobetên Edaletê: ‘Em bi biryar in’
Nûçeya Pişt re Di Newroza Bazarcixê de peyamên azadiyê hat dayîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Peywendiyên xurt ên Epstein li welatên Kendavê hebû

Zêdeyî 3 milyon belgeyên Epstein ên li DYE'yê hatin weşandin, di asta kûreyî de olîgarşiyek…

Ji aliyê Stêrk TV

Şaredarê Adalarê û 40 kes hatin binçavkirin

Di serdegirtinan de ya li 4 bajaran Şaredarê Adalarê Alî Ercan Akpolat, alîkarên şaredar û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hesekê cenazeyên 5 şehîdan hatin veşartin

Xelkê Hesekê cenazeyên 5 şehîdan li Pakrawangeha Şehîd Dijwar veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Civîna destpêkê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li dijî GES’ê ya li Xalfetiyê daxuyanî hat dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Gabarê êrişa li ser şehîdgehê: Kêl hatin şikandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?