Pêncşem, 29 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 sal û 1 meh ceza dane derhênerê Îranî Cafer Penahî 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bavê gerîlayê ku çek şewitand: Em bi gava hatiye avêtin serbilind in!
Kurdistan

Bavê gerîlayê ku çek şewitand: Em bi gava hatiye avêtin serbilind in!

Adil Kiliç piştî 11 salan kurê xwe Etem Kiliç li televîzyonê dît ku endamê Koma Aştî û Civaka Demokratîk e û got, "Bila cenaze neçe mala kesî. Em bi gava hatiye avêtin serbilind in. Aştî divê teqez bê avakirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Koma gerîla ya ji 30 kesî ku xwe weke ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ pênase kir, piştî banga bi dîmen a Rêber Apo bi merasîmeke bi beşdariya bi sedan kesî çekên xwe şewitandibû.

Bi milyonan kesî li ber televîzyonê li vê merasîma dîrokî temaşe kirin. Gerîlayên ku çekên xwe şewitandin, bangên xwe yên ji bo aştiyê nû kirin. Hin malbatan jî piştî bi salan yekemcar zarokên xwe li ber televîzyonê dîtin.

Yek ji gerîlayên ku beşdarî merasîma 11’ê Tîrmehê bû Etem Kiliç (Serdar Bawer) bû. Malbata Kiliç piştî 11 salan zarokê xwe di televîzyonê de dît.

Endamên malbatê ku hem bi kelecan hem jî bi kêfxweşiyeke şikestî ne, anîn ziman ku ev derfet gelekî mezin e û ew piştgiriyê didin pêvajoyê.

Bav Adil Kiliç li ser pêvajoyê got, “Gelek cenaze hatin. Ji bo hîn bêhtir xwîn nerije, em di her şert û mercî de piştgiriyê didin vê gavê.”

‘BILA CENAZE NEÇE MALA KESÎ’

Adil Kiliç piştî ku li dîmen temaşe kir, hestên xwe bi van gotinan anî ziman: “Piştî bi salan min kurê xwe dît. Ji roja ku çû û pê ve ne me ew dît ne jî dengê wî bihîst. Wê rojê di danîna çekan de me li televîzyonê dît. Li malê me dubare li dîmen temaşe kir. Weke malbat em weke gelê Kurd dixwazin mîna hemû gelên Rojhilata Navîn di nava aştiyê de bijîn. Ji vê pêvajoyê û vê gava dîrokî em hem serbilind in hem jî kêfxweş in. Bila canê kesî neşewite, em naxwazin cenaze biçe ti malekê. Em aştiyeke bi rûmet û samîmî dixwazin. Em weke hemû gelan wekheviyê dixwazin.”

Kiliç ragihand ku li gel zor û zehmetiyên bihurî ew ti carî nebûn alîgirê şer û got, “Me ewqas zor û zehmetî dît, lê belê ti carî em nebûn alîgirê şer û xwînê. Ev aştî wê bi kêrî gelan bê. Dema ku min ew dît gelekî kêfxweş bûm û serbilind bûm. Derfeteke bi vî rengî bi destê kesî nakeve.”

‘DIVÊ EM VÊ KÊFXWEŞIYA ŞIKESTÎ BI AŞTIYÊ BI ENCAM BIKIN’

Kiliç diyar kir ku ew bawer dike, pêvajoya aştiyê ji bo her kesî encamên erênî bi xwe re bîne û got, “Bi hezaran ewladên vî gelî di vê demê de jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê kêfxweşiya me şikestî ye, lê belê bi aştiyekê re wê gel bi temamî kêfxweş bibe. Her kes vê pêvajoyê dixwaze, lê belê weke gel divê dewlet jî gavê biavêje. Bi hezaran mirov girtî ne, bi hezaran hevalên me ji ber ku siyaset kirine li sirgûnê ne. Ev mirov bê sûc têne cezakirin.”

‘HEM KÊFXWEŞ BÛM HEM JÎ XEMGÎN BÛM’

Dayik Vesîle Kiliç jî got, “Me nizanîbû ku wê di televîzyonê de xuya bike. Dema ku min ew dît hem gelekî kêfxweş bûm hem jî gelekî kelecanî bûm. Em dayik û malbat heta dawiyê piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Bila aştî pêk were û em zarokên xwe bibînin. Min 11 salan qet kurê xwe nedît.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê şervanê HRE’yê hate veşartin
Nûçeya Pişt re Ji bo Emîne Ocak li Qada Galatasarayê merasîm hate lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 68’an de ye

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li ber Wezareta Dadê bi pankarta “Em 5 sal…

Ji aliyê Stêrk TV

Danişîna doza zilamê ku Yuksel Yargan qetil kir hat dîtin

Danişîna doza Yuksel Yargan a ku li Elmanyayê ji hêla hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ji bo pêvajoyê ragihand

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew piştevaniyê didin pêvajoya ku hatiye destpêkirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Çalakiya nobetê ya li dijî projeya GES’ê ya li Arzoxliyê di roja 7’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?