Sêşem, 1 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê li dijî komkujiyên jinan meş

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Besê Hozat: Weke rêxistin em li pişt îradeya Rêber Apo ne
Kurdistan

Besê Hozat: Weke rêxistin em li pişt îradeya Rêber Apo ne

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku dewleta Tirk bi Rêber Apo re dikare pirsgirêka Kurd çareser bike û got, "Rêber Apo amade ye. Em jî weke tevger li pişt îradeya Rêber Apo ne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 21 dq.
Parvekirin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de ne nirxand. Nirxandina Besê Hozat bi vî rengî ye:

“Di encama têkoşîneke mezin de Rêber Apo bi Omer Ocalan re hevdîtin kir. Bêguman ev hevdîtineke malbatê bû. Beriya wê, têkildarî rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo hin agahî li nava raya giştî hatin belavkirin.

Em bala xwe bidinê, di pêvajoyên beriya niha de jî her tim heman tişt bûn. Di nava 26 salên derbasbûyî de li ser rewşa tenduristî û ewlekariyê ya Rêber Apo destpêkê dewlet, hikumeta Şerê Taybet hin agahiyan bi vî rengî belav dike, bi rêya hin endamên xwe yên şerê taybet, li nava gelê Kurd dibe sedema tirs û fikareke mezin, piştre jî hin hevdîtinên ji bo çend caran an jî hevdîtineke carekê dide kirin. Li nava raya giştî fikrekî welê diafirîne ku mîna tecrîd rabûye, nîşan didin. Bi vî rengî hewl dide berxwedanê lawaz bike, bandora wê bişikîne. Di nava raya giştî ya demokratîk, raya giştî ya Tirkiye, herêmê û cîhanê de weke ku tecrîd şikestiye têgihiştinekê diafirîne. Piştre jî polîtîkaya şerê taybet bi rengekî dijwar, mîna berê dewam dike.

Niha jî me heman pêvajo dîtin. Pêngava azadiyê ya navneteweyî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê kir, asteke gelekî girîng a bi bandor afirand. Li tevahiya cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hêza berxwedanê ya xurt, asta xwedîderketinê afirand. Ji qada akademiyê heta bi gelek rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên pêwendîdar gelek derdoran sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê xistin rojeva xwe. Nerazîbûna xwe ya li hemberî vê yekê nîşan dan. Berxwedana civakî jî li her derê mezin bû.

Lewma asta ku pêngava azadiyê ya navneteweyî afirand, ji aliyê dewleta Tirk ve jî lîstikên bi vî rengî xist rojevê. Ji ber ku tengav bû, gelekî zehmetî kişand. Di heman demê de bûyerên ku li herêmê diqewimin dewleta Tirk gelekî tengav dikin. Di polîtîkaya hundir, polîtîkaya derve de gelekî xitimî ye. Dema ku ev hemû komî ser hev bû, hingî hevdîtin da kirin.

HER REWŞA NEYÎNÎ YA LI ÎMRALIYÊ ASAYÎ NÎNE

Bêguman ev yek bi ti awayî nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye. Yanî dewleta Tirk hewl dide nîşan bide ku tecrîd bi dawî bûye. Ti eleqeya vê yekê bi rastiyê re nîne. Ev rewş ji xwe şerekî taybet e.

Dewleta Tirk propaganda û agahiyên şerê taybet ên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo bi kîjan armancê dike bila bike, bi kîjan hesabî dike bila bike wê bi rengekî gelekî nebaş li dewleta Tirk vegerin. Dixwazim vê yekê bi taybetî destnîşan bikim.

Rêber Apo salên derbasbûyî timî got. Her rewşeke li Îmraliyê, her rewşeke neyînî bi ti awayî ji aliyê vê tevgerê ve, ji aliyê vî gelî ve, ji aliyê civaka demokratîk ve asayî nayê dîtin. Li Îmraliyê ti tişt bi rengekî asayî naqewime. Her tişta li Îmraliyê weke encameke polîtîkaya qirkirinê, encameke êrîşên qirkirinê rû dide. Lewma eger zerar bigihêje tayekî porê Rêber Apo, ev gel wê cîhanê bi serê dewleta Tirk ve birûxîne. Wê li holê Tirkiye nemîne, wê li holê dewleta Tirk nemîne. Tirkiye wê veguhere dojeheke mezin. Ev yek wê ji bo Tirkiyeyê bê wateya şerekî navxweyî yê bêdawî. Wê bi hilweşîna dewleta Tirk, bi tinebûna Komara Tirkiyeyê bi dawî bibe.

Ji ber vê yekê Rêber Apo hêmana tifaq, yekîtî û jiyana bi hev re ya gelê Kurd û gelê Tirk e. Misogerî û garantiya vê yekê ye. Rêber Apo tê wateya gelê Kurd. Rêber Apo tê wateya yekbûna tifaqa Kurd-Tirk. Tê wateya îradeyê, misogeriyê. Rêber Apo tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê. Tê wateya azadiya gelên Tirkiyeyê. Tê wateya jiyana hevpar û yekîtiyê.

Lewma her kiryar û nêzîkatiya ku gefê li tenduristiya Rêber Apo û ewlehiya Rêber Apo dixwe, wê dawî li Tirkiyeyê bîne. Wê dawî li dewleta Tirk bîne. Divê ev yek baş bê zanîn.

Tiştên bi vî rengî bi rastî jî lîstina bi agir e. 26 sal in di demên cuda de vê yekê diceribînin. Şerekî taybet ê giran heye. Bi taybetî li ser Rêber Apo agahiyên cuda yên têkildarî ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo bi armanca şerê taybet belav dikin. Ev yek bi destê dewletê tê kirin. Bi destê endamên şerê taybet tê kirin. Di kirina hevdîtinê hewl dide hin têgihiştinên ku xizmetê ji şerê taybet re bikin li nava civakê biafirînin. Hewl dide civakê pasîfîze bike. Hewl dide têkoşîna azadiyê, pêngava azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo lawaz bike. Piştre jî sîstema tecrîd û êşkenceyê bi rengekî giran dewam dike. Li ser gelê Kurd êrîşên qirkirinê dewam dike. Konsepta qirkirinê tê meşandin. Ya ku di vê demê de tê kirin ev e.

MUXATABÊ PIRSGIRÊKA KURD RÊBER APO YE

Weke ku min beriya niha jî got, rewşeke bi vî rengî hate amadekirin. Piştre jî ji bo gel ranebe serhildanê, tênekoşe hevdîtineke bi vî rengî xistin rojevê. Ji xwe êrîş hene, êrîş giran bûne. Em ê vê jî binirxînin. Bi Şaredariya Esenyûrtê destpê kir. Niha jî qeyim danîn ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê. Êrîşa li ser TUSAŞ’ê ji xwe re kir hincet û êrîşî binesaziya Rojava dike. Êrîşên qirkirinê bi rengekî giran li ser Rojava hatin kirin û dewam dikin.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê jî heman êrîş bi giranî dewam dikin. Vê rewşê rûyê rast ê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku hikumeta şerê taybet a dewleta Tirk e, careke din bi şênberî raxist pêş çavan. Rêber Apo helwesta xwe nîşan da. Anî ziman ku tecrîd dewam dike.

Sekna xwe jî bi şênberî nîşan da. Got, ‘Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî hêza teorîk û pratîkî me ku pêvajoyê ji ser zemîna şer derbasî ser zemîna siyasî û hiqûqî bikim. Hêza min ji bo vê yekê heye. Dikarim di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re bi roleke xurt rabim. Ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê dikarim wezîfeya xwe, rola xwe bi cih bînim. Dixwazim ji gelên Tirkiyeyê re xizmetê bikim. Dixwazim xizmetê ji demokrasiya Tirkiyeyê, ji komara demokratîk, ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re bikim. Di vê mijarê de dixwazim bi rola xwe rabim. Di vê mijarê de hêza min a teorîk û pratîkî heye’ û nêzîkatiya xwe nîşan da.

Muxatabê pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo tevgera me, ji bo gelê me muzakerevanê sereke ye. Îradeya gelê me temsîl dike. Rêberê gelê me, gelên me ye. Rêberê azadiyê ye. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi muxatabgirtina Rêber Apo divê bê çareserkirin. Rêber Apo ji danûstandinan re amade ye. Ev yek bi şênberî careke din ji raya giştî re eşkere kir. Sekn û helwesta xwe careke din nîşan da.

Eger dewlet wê di vê mijarê de gavê biavêje, pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk çareser bike, Tirkiyeyê ji felaketeke mezin rizgar bike, nehêle Tirkiye wergere û bikeve nava dohejê, eger wê Tirkiyeyê ji şewatê rizgar bike, vê yekê dikare bi Rêber Apo re bike. Rêber Apo amade ye. Em jî weke tevger li pişt îradeya Rêber Apo ne.

Weke tevger em ê nêzîkatî û çareseriya Rêber Apo ji xwe re bikin esas. Em tevgereke welê ne ku li gorî ferman û perspektîfên Rêber Apo tevdigerin. Lewma nêzîkatiya tevgerê jî di vê mijarê de zelal e. Helwesta xwe jî nîşan da. Ji raya giştî re jî ragihand. Rêberê me jî ragihand.

DEWLETA TIRK LI PEY LÎSTIKAN E

Yanî pirsgirêk dewlet bi xwe ye. Dewleta Tirk li pey lîstikan e. Bi dek û dolaban hewl dide Kurdan bixapîne, di vê pêvajoya zehmet de bi zerareke kêm xwe rizgar bike. Hesabê vê desthilatdariyê ev e. Derdê vê desthilatdariyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd nîne, derdê wê dmeokratîkbûna Tirkiyeyê nîne. Derdê wê jiyana bi hev re ya gelan nîne. Bi vê re eleqedar nabe. Derdê wê ev nîne. Derdê wê desthilatdariya wê ye. Dixwaze desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle. Derdê wê dewamiya desthilatdariyê ye.

Lewma li herêmê bûyerên cidî diqewimin. Ev bûyer bandorê li Tirkiyeyê jî dikin. Ev yek desthlatdariyê bi rengekî cidî tengav dike. Zorê dide dewleta Tirk. Mîna berê nikare rewşa jeopolîtîk û jeostratejîk a Tirkiyeyê bi xurtî bike mijara bazarê. Rewşa jeopolîtîk a Tirkiyeyê gav bi gav lawaz dibe. Bandora vê jî kêm dibe. Bûyerên li herêmê, peymanên têne kirin, pêvajoya bi rê ve diçe li hemberî dewleta Tirk rewşeke nû ya gelekî cidî diafirîne. Niha di vê mijarê de bi rastî jî di nava panîkeke mezin de ye desthilatdarî. Ditirse ku desthilatdariya xwe ji dest bide. Di nava lêgerîna wê yekê de ye ku çawa dikare ji vê rizgar bibe. Di vê mijarê de li gorî aqlê xwe hewl dide Rêber Apo bikişîne ser nuqteyekê. Hewl dide tevgerê li gorî xwe bikişîne nuqteyekê. Hewl dide teslîm bigire. Hewl dide îradeya gelê Kurd bişikîne û gelê Kurd teslîm bigire. Hewl dide hêzên demokratîk ên li Tirkieyyê bêbandor bike û teslîm bigire. Hewl dide muxalefeta li Tirkiyeyê li gorî xwe dîzayn bike. Hewl dide her kesî bixe xizmeta desthilatdariya xwe. Ji bo vê jî şerekî giran ê taybet dimeşîne.

Di vê mijarê de divê gelê me nekeve nava lîstikê. Divê nekeve nava bendewariyên cuda, gelê me jî, raya giştî ya demokratîk jî divê nekevin nava bendewariyên ne di cih de ne. Divê em bi vê zanibin, ev desthilatdarî li pey lîstikê ye. Li pey xapandinê ye. Lewma hewl dide hêza berxwedanê û îradeya gel bişikîne, bê bandor bike. Armanca xwe ev e.

Ji ber vê yekê divê pêngava azadiyê ya navneteweyî neyê sistkirin. Divê pêngava azadiyê ya navneteweyî hîn bêhtir bê mezinkirin û bi xurtî dewam bike. Eger îro dewlet neçar ma ku bihêle Omer Ocalan Rêbertî bibîne û di vê mijarê de hinekî sistbûn hebe, armanc ji vê yekê weke ku min got, hewldana ji bo rizgariya ji rewşa heyî ye, manewrayên taktîkî ye.

BERXWEDANA CIVAKÎ DIVÊ LI HER DERÊ BÊ KIRIN

Di vir de hêza xurt a pêngava azadiyê ya navneteweyî diyarker e. Teqez bi vî rengî ye. Bandora mezin a berxwedana gelê me heye. Bandoreke gelekî mezin a berxwedana gerîla heye. Bandoreke gelekî mezin a tevgera jinê, berxwedana jinan, berxwedana ciwanan heye. Ev berxwedan, ev têkoşîn hemû, asta azadiyê ya pêngavê rewşeke bi vî rengî afirand. Divê em vê yekê bibîne. Ji ber vê jî pêngava azadiyê ya navneteweyî divê hîn bi xurtî dewam bike. Berxwedana civakî divê li her derê bê kirin û bi rengekî mezin dewam bike.

Di 16’ê Mijdarê de li Kolnê meşeke mezin heye. Gelê me divê ji 7 heta 70 salî tevlî bibe. Rêxistina Ewropayê seferberî ragihand. Ev yek gelekî bi wate ye. Ji 1’ê Mijdarê heta 16’ê Mijdarê li çar parçeyên welat û derveyî welat divê di nava seferberiyê de bin. Her tim divê seferber be. Ne tenê di demeke diyarkirî de be. Bi rastî jî pêvajoyeke awarte heye. Li ser gelê Kurd, li ser gelan şerekî qirkirinê tê meşandin. Bûyerên gelekî dîrokî diqewimin. Ji aliyê gelê me, ji aliyê gelên Rojhilata Navîn ve em di nava pêvajoyeke diyarkirina çarenûsê de ne. Lewma divê em her tim di nava seferberiyê de bin.

Divê tenê bi meşa Kolnê re sînorkirî nemînin. Di vir de divê gelê me yê li Ewropayê îradeyeke gelekî xurt nîşan bidin, li gel dostên xwe. Bi rastî jî divê Koln, divê her devera Ewropayê veguhere deryaya mirovan. Ev yek divê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat timî dewam bike, bi rengê serhildanê dewam bike.

Di heman demê de jin û ciwan divê bi xurtî pêşengiyê ji vê berxwedana civakî re bikin. Jin û ciwan divê bi rengekî gelekî xurt pêşengiyê ji vê seferberiyê re bikin. Heta ku encamê werbigire. Heta ku şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Rêber Apo bêne afirandin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Ji xwe dema ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bû wê pirsgirêka Kurd jî bi rengekî demokratîk çareser bibe. Tirkiye jî wê demokratîk bibe. Demokrasî wê bê herêmê. Gel wê azad bibe. Mifte azadiya Rêber Apo ye.

Lewma xwedîderketina li vê pêngavê gelekî girîng e. Divê em vê pêngavê ji her alî ve bi rengê herî xurt bimeşînin. Divê berxwedana civakî xurt bibe û dewam bike. Têkoşîna hiqûqî divê xurt bibe û dewam bike. Têkoşîna dîplomatîk siyasî divê xurt bibe û dewam bike. Têkoşîna îdeolojîk divê xurt bibe û dewam bike. Û divê em teqez encamê werbigirin. Pêvajoya derbasbûyî, asta pêngavê ev yek ispat kir. Eger em vê pêvajoyê bi xurtî bimeşînin, qat bi qat mezin bikin em ê karibin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Em ê karibin çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk bînin. Em ê karibin Tirkiyeyê demokratîk bikin, herêmê demokratîk bikin. Zemînê vê yekê ji xwe gelekî ava bûye.

Nîşaneya vê yekê di asta heyî ya pêvajoyê de xuya dike. Bi vê hêviyê, bi vê baweriyê, bi vê hêzê, bi coş, motîvasyona moralê ya silava bedew a ji Rêber Apo wergirtî divê em vê pêngavê bi rengê herî xurt dewam bikin û teqez bi ser bixînin. Li ser vê yekê Rêber Apo bi hurmet, hezkirin û hesreteke mezin silav dikim.

DIXWAZIN QIRKIRINA KURDAN TEMAM BIKIN

Rewşeke trajîkomîk heye. Weke ku qalê tê kirin, pêvajoyeke çareseriyê nîne. Ev dewlet jî xwedî îradeyeke çareseriyê nîne. Di mejiyê xwe de guhertinek nîne. Di polîtîkaya înkar û îmhayê ya sed salî de guhertinek nîne. Berevajî guhertinê, di rewşa heyî de, mejiyê heyî yê dewletê, AKP ku vê dewletê temsîl dike, desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku rêveber e, hemû derfetên xwe seferber dike û dixwaze polîtîkaya qirkirina Kurdan a sed salî bibe encamê, temam bike.

Ev yek eşkere ye, li vê yekê mikur hatin. Lewma li holê mejiyekî çareseriyê yê vê dewletê, vê hikumetê, vê desthilatdariyê nîne, îradeyeke xwe ya çareseriyê nîne. Ya heyî polîtîkaya qirkirinê ye ku dewam dike. Ji bo vê polîtîkaya qirkirinê bi ser bixîne serî li rê û rêbazên şerê taybet û lîstikan dide. Divê ev pêvajo bi vî rengî bê dîtin, bê fêhmkirin. Li holê şerekî giran ê taybet heye.

Bi gelek lîstik, hîle, taktîk û manewrayan vî şerê taybet dimeşîne. Yanî divê em bi vî rengî bibînin. Di vê demê de çima gotinên bi vî rengî kirin? Ez ji vê yekê re nabêjim guhertina gotinê. Li holê guhertinek bi rastî nîne. Lîstikek, lîstika şerê taybet heye.

Çima gotinên bi vî rengî kirin? Divê ev gotin li gorî bûyerên li herêmê diqewimin bê nirxandin.

Herêm di pêvajoyeke gelekî cidî re derbas dibe. Bûyerên cidî hene. Li herêmê nexşe têne guhertin. Sînorên li herêmê têne guhertin. Li herêmê rewşeke cuda derdikeve holê. Li herêmê li ser bingeha berjewnediyên Îsraîlê, li ser bingeha pêkanîna ewlehiya Îsraîlê, li ser bingeha ewlehiya Îsraîlê herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Lewma her cûre derfet pêşkêşî Îsraîlê tê kirin, piştgirî jê re tê dayin. Îsraîl niha li herêmê şerekî emperyalîzmê yê mezin dimeşîne. Bi heman rengî NATO her cûre piştgiriyê dide dewleta Tirk. DYE her cûre piştgiriyê dide. Polîtîkayeke bi heman rengî ji aliyê dewleta Tirk ve di bi navê neo-Osmanî de li herêmê weke polîtîkayeke dagirkeriyê tê meşandin. Dewleta Tirk polîtîkayeke emperyal dimeşîne. Îsraîl û dewleta Tirk niha li herêmê polîtîkayên dişibin hev dimeşînin. Di nava hevrikiyeke gelekî cidî de ne.

TIRKIYE DI NAVA TIRS Û FIKAREKE MEZIN DE YE

Her dewletek bi piştgiriya ji NATO, Emerîka û Îngilistanê hewl dide hegemonya xwe li ser herêmê ava bike. Lê belê niha rewş bi vî rengî ye. Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ku bi piştgiriya Îsraîl, Emerîka, Îngilistan û dewletên Rojavayî bi pêşengiya Îsraîlê tê meşandin, konsepta li ser herêmê di rewşa heyî de ji gelek aliyan ve Tirkiyeyê li derve dihêle. Gelek peymanên enerjiyê hatin çêkirin, Tirkiye li derve ma. Ji Hindistanê heta bi Derya Spî û Ewropayê li gelek herêman peyman hatin çêkirin, Tirkiye li derve ma.

Tirkiye ji vê yekê gelekî bi fikar e. Di nava tirs û fikareke mezin de ye. Polîtîka û stratejiya heyî ya li herêmê tê meşandin, biçûkbûna netewe dewletên li herêmê jî bi xwe re tîne. Dewleta Tirk niha di nava panîk û tirsa vê yekê de ye. Ev gotin, divê li gorî van bûyeran bêne nirxandin. Pêwendiya xwe bi vê yekê re heye. Hewl dide Kurdan bixapîne, bê têkoşîn bihêle, bê bandor bike, muxalefeta li Tirkiyeyê bê bandor bihêle, bi vî rengî her kesî li kêleka xwe bi cih bike û ji tengaviyê bi zerareke kêm rizgar bibe. Hewl dide xwe rizgar bike. Dixwaze vê yekê jî bi şerê taybet, bi xapandinê, bi dek û dolaban bike. Lê belê nekarî vê bi demdirêjî bike. Çalakiya TUSAŞ’ê maskeya li ber rûyê wan yekser anî xwarê. Rûyê wan ê rast nîşan da. Nîşan da ku ev gotinên wan çiqasî sexte ye, di bin van gotinan de planeke mezin a qirkirinê heye, hewl dide vê planê bi rengekî giran bimeşîne. Çalakiya TUSAŞ’ê rûyê rast ê desthilatdariya AKP-MHP’ê raxist pêş çavan.

Dewam dike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tîryakî: Divê dest ji qeyim û polîtîkaya tecrîdê bê berdan
Nûçeya Pişt re Akademiya Jineolojiyê li Swîsreyê dest bi 25’ê Mijdarê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCDP: Di mehekê de 48 jin hatin qetilkirin, 23 jin bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan

KCDP’ê di rapora meha Cotmehê de ragihand ku 48 jin hatine qetilkirin û 23 jin…

Ji aliyê Stêrk TV

Serdanên ji bo Sirri Sureyya Onder dewam dikin

Gelek kesên ji qadên huner, siyaset û civaka sivîl li nexweşxaneyê serdana Sirri Sureyya Onder…

Ji aliyê Stêrk TV

Wênesazî rastiya jiyanê derdixe holê

Şîfa Yusif diyar kir ku ew bi rêya çêkirina wêneyan, hestên xwe vedibêje û rastiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump, bi qutkirina alîkariyan dibe ku bibe sedema mirina 14 mîlyon mirov!

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji Kolombiyayê heta Fransa ji bo Rêber Apo çalakiyên azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?