În, 20 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta JES’ê ya li Gimgimê di roja 200’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Edaletê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo Komîsyona Şopandinê ya Meclîsê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê di rojên pêş de biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatimogullari li Edeneyê bi keyayan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Yildirim ê piştî 32 salan hate berdan: Pêwîstiya Kurdan bi statuyê heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sêrt û Şirnexê çalakiyên ji bo berdana girtiyên jin ên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên herêma Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên KESK’î banga ji bo 25’ê Mijdarê: Em xwe bi rêxistin bikin, têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ekvadorê 9 mehan 323 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kezban Dogan: Li dijî kuştina jinan pêwîstî bi têkoşîna civakî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji bo bidestxistina mafên xwe neçar in travmaya giran jinûve vebêjin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > DEM Partiyê bernameya xwe ya li ser Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere kir
Kurdistan

DEM Partiyê bernameya xwe ya li ser Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere kir

Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê bernameya çalakiyên xwe yên ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komîsyona Çand û Ziman a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bernameya xwe ya têkildarî çalakiyên ku dê di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de li dar bixin aşker kir. Ji bo çalakiyên bi dirûşmeya “Dem dema zimanê kurdî ye” di navbera 18-21’ê sibatê de bên lidarxistin, li Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê daxuyanî hate dayîn. Beriya daxuyaniyê bi zaravayê kurmancî û kirmanckî yên kurdî pankarta “Ji bo zimanê kurdî her dem têkoşîn li her derê têkoşîn/ Seba ziwanê kurdkî her dem têkoşîn her der de têkoşîn” hate daliqandin. 

Hevberdevkên Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli û Heval Dilbahar bername aşkere kirin. Tûrhalli bi zaravayê kirmanckî, Dilbahar jî bi zaravayê kurmancî bername aşkere kirin.

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

Bernameya ku her du hevberdevkan eşker kir wiha ye:

“Em weke DEM Partiyê dê ji niha û pê ve bi dirûşma ‘Dem dema zimanê kurdî ye!’ têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî bi awayekî domdar, şênber, afirîner û encamgir bimeşînin. Em ê bi çalakiyên xwe yên bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê dest bi vê pêvajoyê bikin. Li ser vê bingehê, em weke partî bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî, dê li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê, 18 û 21’ê Sibatê bernameyên cuda cuda li dar bixin. Wek meş, daxuyaniyên çapemeniyê, dersdayîna kurdî, panel, belavkirina belavokan, panel, şahî û çalakiyên di parlementoyê de û hwd.

Di vê çarçoeveyê de di 18’ê sibatê de saet di navbera 18.00 û 22.00’yan de dê li her malê, qadê û kargehê stranên kurdî bên gotin, ji bo xwedîlêderketina kurdî kurteaxaftin bên kirin, ev tev dê wek dîmen bên qeydkirin û li ser medyaya dijital bên parvekirin.

Di 20’ê sibatê de dê derbarê kurdî de saet di 21.00’an de xebata hashtagê bê kirin. Di navbera 18 û 21ê sibatê de li navenda bajêr, tax, kolan û qadan dê bernameyên dersdayîna kurdî bên lidarxistin.

Di navbera 19 û 21’ê mehê de li gelek bajar û navçeyên li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo ku zimanê kurdî bibe xwedî statu û zimanê fermî dê meş û daxuyaniyên çapemeniyê bên lidarxistin û dê sed hezeran belavok bên belavkirin.

Hinek bajarên ku dê ev çalaki lê bên lidarxistin ev in: Bajarên weke Amed, Wan, Sêrt, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Semsûr, Dîlok, Riha, Çewlig, Dêrsim, Xarpêt, Colemêrg, Mûş, Bedlîs, Agirî, Qers, Erdexan, Îdir, Erzirom, Mereş, Meletî, Edene, Mêrsîn, Antalya, Stenbol, Kocaelî, Tekîrdağ, Îzmîr, Manîsa, Aydin, Mûgla, Balikesîr, Enqere, Konya û gelek bajarên din û bi dehan navçeyên wan.

Her wiha di 19-20 û 21’ê sibatê de, parlementerên me derbarê zimanê dayikê de, bi taybetî jî ji bo bidestxistina statuya zimanê kurdî ya fermî û perwerdehiya bi kurdî dê di parlementoyê de gelek çalakiyên cur bi cur li dar bixin.

Em bang û gazî dikin ku li Kurdistanê, ne tenê li bajaran divê hewl bê dayîn ku li hemû navçe, bajarok û gundan û li her bajar û navçeyên Tirkiyeyê yên ku kurd lê dijîn jî çalakiyên ji bo zimanê kurdî bên lidarxistin.

Hemû endamên me yên lijneya rêveberiya navendî û yên meclisa partiyê, rêxistinên me yên bajar û navçeyan, parlamenterên me, endamên me yên meclisa jinan, endamên meclisa ciwanan, hevşaredarên me, namzetên hevşaredariyên me, encumenên me yên şaredariyan, endamên me yên meclîsa giştî yên bajaran di asta pêşengiyê de tevlî hemû bernameyên me yên zimanê bibin.

Em bangî hemû gelê xwe û beşdarên xwe dikin ku bi cilûbergên kurdewar an ku bi kiras û fistan, şal û şapikan tevli bernameyan bibin û bi dirûşmê bi kurdî dengê xwe li her derê bilind bikin, bi pankart û dowîzên bi kurdî rengekî kurdewar bidin bernameyan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Konferansa Îslama Demokratîk: Olê ji bo zordariyê bi kar tînin
Nûçeya Pişt re Nobetên Edaletê: Werin em berxwedana girtiyan mezin bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Sûriyeyê qaçaxçitiya berhemên dîrokî zêde bûye

Li Sûriyeyê hilweşîna rejîma berê û belavbûna amûra ewlekariyê bû seedem ku qeçaxçitiya berhemên dîrokî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê qeza: 28 birîndar

Li navçeya Westan a Wanê otobuseke rêwiyan wergeriya. Di encamê de 28 kes birîndar bûn.

Ji aliyê Stêrk TV

Reuters: Iraq dixwaze di ser Herêma Kurdistanê re petrolê bifiroşe

Hikumeta Iraqê ji bo petrolê bifiroşe derve ji hikumeta Herêma Kurdistanê xwest, ku bihêle Herêma…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?