Şemî, 12 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Welatiyên Amedê: Em xwedî li şehîdên xwe û têkoşîna wan derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mersîn, Edene, Riha û Dîlokê şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa ISIG’ê: Meha Tebaxê herî kêm 226 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Serhedê şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Nebî Yavûz li Nisêbînê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê ji bo şehîdan bernameya bîranînê ya 3 rojî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Dîmenê piştî 26 salan ji bo gelan bû çavkaniya berxwedêriyê’
Rojane

‘Dîmenê piştî 26 salan ji bo gelan bû çavkaniya berxwedêriyê’

Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Stenbolê Îshak Demîrel diyar kir ku banga Rêber Apo ya bi dîmen ji bo gelan bûye çavkaniya berxwedêriyê û anî ziman ku pêvajo yekalî nameşe û divê dewlet pêngavên cidî biavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Îshak Demîrel da zanîn ku banga bi bîmen ya di 9’ê Tîrmehê de hate weşandin xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got ku bang ji bo gelan bûye çavkaniya berxwedêriyê. Demîrel têkildarî banga Rêber Apo ya dîrokî ji ANF’ê re axivî.

‘DENG Û DÎMEN JI GELAN RE BÛN ÇAVKANIYA BERXWEDÊRIYÊ’

Îshak Demîrel di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya banga bidîmen û ev yek anîn ziman: ‘’Banga bidîmen hem ji aliyê hîsîyata manewî ve hem jî ji aliyê naveroka xwe ve xwedî girîngiyeke dîrokî ye.  Ev vîdeo hem ji gelên ku bi salên dirêj e dixwezin dengê Birêz Abdullah bibîhîzin re bûye çavkaniyeke berxwedêriyê hem jî nexşerêya pêvajoya ku berdewan dike nîşan daye. Ev vîdeoya 7 deqeyî ya piştî 27 salan hatî, nîşan dide ku alî li gorî serdemên berê bi awayekî cidîtir nêz dibin. Helbet em nikarin vê yekê ji geşedanên ku li Rojhilata Navîn rû didin, cudatir binirxînin.’’

‘DIVÊ DEMILDEST LI MECLÎSÊ KOMÎSYON WERE AVAKIRIN’

Demîrel da zanîn ku  mijarên çekdanîn û siyaseta demokratîk di banga Rêber Apo de cih digirin gelekî girîng in û got: ‘’Piştî ku Birêz Ocalan da zanîn ku ew li pişt banga xwe ya 27’ê Sibatê ye bes ne ji bo gelê Kurd bangeke gerdûnî kir û anî ziman ku aşitiya ku wê li Tirkiyeyê pêk were wê di çarçoveya Modernîteya Demokratîk de bandoreke gerdûnî hebe.

Di banga bi dîmen de tê dîtin ku danîna çekan a bi dilxwazî û destpêkirina serdema nû ya bi siyaseta demokratîk weke argumanên sereke ne. Hêmanên sereke yên di banga Aşitî û Civaka Demokratîk û banga bidîmen de cih hatine diyarkirin aliyên siyaseta demokratîk û hiqûqî ne. Piştî danîna çekan pêngavên ku divê eşkeretirîn werin avêtin hene. Girêdayî vê yekê divê demildest li Meclîsê Komîsyona ku tê behskirin, were avakirin. Ji ber ku em qala civakîkirina pêvajoyê dikin divê komîsyona ku wê were avakirin bi rêyên demokratîk û beşdarbûna hemû partiyan were avakirin. Divê ev komîsyon xwedî raye û berfireh be, divê pirsgirêkên heyî tespît bike û li gorî wê guherînan pêk bîne. Ger hewce bike divê TBMM nekeve betlaneyê û dest bi xebatên avakirina komîsyonê bike.’’

‘DIVÊ DEWLET PÊNGAVÊN CIDÎ BIAVÊJE’

Demîrel destnîşan kir ku divê êdî dewlet pêngavên cidî biavêje her wiha diyar kir ku divê di yasayan de guherîn pêk werin û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin werin berdan û got: ‘’Naskirina siyaseta demokratîk û aliyên hiqûqî yên banga Aşitî û  Civaka Demokratîk ku egerên bangê ne divê di xebatên komîsyonê de hêmanên sereke bin. Tê dîtin ku pêvajo bi yekalî nameşe. Divê dewlet jî ji niha û pê ve pêngavên pratîk û şênber biavêje. Girêdayî vê yekê li gel têgeha welatibûnê û perwerdeya bi zimanê dayîkê çêkirina Qanûna Bingehîn, kanûna înfazê, qanûnên cezayî ûçêkirina qanûnên din a di çarçoveya çarçoveya hiqûqa azadiyan de ji aliyê naskirina aliyê hiqûqî ve gelekî girîng e. Li rex van yekan di serî girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin divê hemû girtiyên siyasî werin berdan.’’

‘TIŞTÊN KU DIVÊ JI ALIYÊ DEWLETÊ VE WERIN DIVÊ DEMILDEST WERIN KIRIN’

Demîrel diyar kir ku Rêber Apo weke takekesî daxwaza azadiya xwe nake û li hemberî vê yekê êdî sepandina mafê hêviyê gelekî girîng e û got: ‘’Birêz Abdullah Ocalan da zanîn ku ew azadiya xwe ya şexsî weke pirsgirêkekê nabîne. Her wiha sepandina mafê hêviyê jî ku ev demeke dirêj e di rojevê de û ji aliyê pêvajoyê ve jî mijareke gelekî girîng e. Tevî biryara Komîteya Wezîran jî mafê hêviyêli Tirkiyeyê bi israr nayê sepandin. Deveyî pêvajoyê jî divê mafê hêviyê were sepandin. 27’ê Sibatê, beriya wê, piştî wê û banga 9’ê Tîrmehê bi awayekî eşkere nîşan didin ku pêvajo ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan û gelê Kurd ve bi cidî û jidil tê birêvebirin. Ji bo serkeftina pêvajoyê divê pêngav ne yekalî bin, ji aliyê her du aliyan ve û bi lez werin avêtin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ciwanan ji Amarayê temaşeyî Rêber Apo kirin, azadiya wî xwestin
Nûçeya Pişt re Bahçelî: Rêberê damezrîner ê PKK’ê soza xwe bi cih anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gundên Kobanê û Grî Spî hatin topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gelek gundewarê rojavayê Kobanê topbaran…

Ji aliyê Stêrk TV

DBP: Ji bo çareseriya demokratîk û aştiya civakî pêwîstî bi têkoşîna bibiryar heye

Meclisa Partiyê ya DBP’ê de encamnameya civîna xwe eşkere kir. DBP’ê daxuyand ku ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîdên meha Gulanê li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Şêniyên kantona Firatê şehîdên meha Gulanê li ser gorên wan bi vêxistina mûmam bi bîr…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Xelkê Rojava ji bo şehîd Sîpan daketin qadan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çalakiya ji bo şervanê ku piştî hate revandin hat qetilkirin: Bila hesab bê pirsîn!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?