Endamên Grup Yorumê xwestin biçin serdana şeva Rojên Dêrsimê ya ku di bin navê “Hevdîtinên Bajêr” de pêk dihat. Polîsan bi awayekî keyfî destûr dean ku têkevin qadê. Li ser vê yekê endamên komê diyar kirin ku ew ê di çalakiyê de konsera muzîkê nedin û tenê wekî mêvan li vir in.
Gel jî nerazîbûn nîşanî helwesta keyfî ya polîsan da.
Polîsan endamên Grup Yorumê bi êşkenceyê binçav kirin. Êşkenceya li endamên Grup Yorumê di wesaîta polîsan de jî berdewam kir