În, 16 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Hûn jî dikarin gelek tiştan bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr: Beppe Savary: Eger Tirkiye daxwaza aştiyê dike, divê Abdullah Ocalan azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Rejîma Îranê tolê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ distîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Evîn Siwêd: Stratejiya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser zelal e
Rojava

Evîn Siwêd: Stratejiya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser zelal e

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve sala 7'an. Hevseroka Meclîsa Rêveber Evîn Siwêd got, ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê ew xwedî stratejiyeke şênber in.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Îlon 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd ji ANF’ê re axivî.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve sala 7’an. Di nava 6 salan de tecrûbeyeke çawa bi dest ket?

Rêveberiya Xweser a Cizîrê sala 2014’an hate ragihandin, piştre rêveberiyên xweser ên Kobanê û Efrînê. Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazor piştî ku hatin rizgarkirin ji bo parastina xwe û xizmeta ji bo gelên xwe dest bi rêvebirina xwe kirin. Rêveberiya Xweser modeleke nû bû. Lê belê tecrûbeya kêm a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya rêvebirina xwe, li pêşiya afirandina paşeroja xwe nebû asteng. Ji ber ku sîstema dihate xwestin gelekî zelal û şênber bû. Lewma gelan ji bo yekparebûna xaka Sûrieyyê gelekî ked û berdêl dan. Di 6’ê Îlona 2018’an de bi parastina xweseriya sîstema kantonê, di nava ahengî û karekî hevgirtî de biryar hate dayin ku Rêveberiyeke Xweser ji bo Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê avakirin. Wezîfeya xwe ya bingehîn jî ew bû ku 7 kanton bi hev re karibin bixebitin, hevpar bibin û karê xwe bikin. Her wiha ji xwe re kir armanc ku nêrînên siyasî yên gelan û daxwaza wan a ji bo avakirina Sûriyeyeke paşerojê bi cih bîne. Bi tecrûbeyeke welê hate avakirin ku ji bo Sûriyeyeke ne navendî rengên cuda di nava xwe de vedihewand û bawerî û neteweyên cuda di nav de hebûn.

Di nava 6 salan de ji aliyê siyasî, civakî, perwerde, dîplomatîk û aborî ve gavên çawa hatin avêtin?

Gel û baweriyên herêmê yekem car bi îrade û rengê xwe tevlî rêveberiyê bûn û bi vî rengî wêneyekî hêja afirandin. Ev model hem li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hem jî li Sûriye û Rojhilata Navîn rola pêşengiyê bi cih tîne. Ji aliyê jinûve avakirina civakê, jinûve birêxistinkirinê, destnîşankirina rola hemû pêkhate, jin û ciwanan ve guherîn û veguherîn çêbûn. Her wiha ji perwerdeyê heta bi çand, huner û xweparastinê di gelek mijaran de di nava Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gavên girîng hatin avêtin.

Stratejiyeke welê hate pejirandin ku hemû gelên li Sûriyeyê vedihewîne û qebûl dike. Di mijara çareserkirina krîza li Sûriyeyê de siyaseta xwe eşkere û zelal e, xwedî pîvan e. Di vê çarçoveyê de bi deklarasyona ku 18’ê Nîsana 2023’an hate eşkerekirin, ev siyaset bi şênberî hate destnîşankirin. Ji bo fêhmkirina sîstemê, karên li herêmê û parastina herêmê karekî xurt ê dîplomasiyê tê meşandin. Di nava Şoreşa Rojava de ku weke Şoreşa Jİnê tê naskirin, bi taybetî di dîplomasiya jinê de gavên girîng hatin avêtin.

GELAN BI ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ PERWERDE WERGIRTIN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek neteweyan ne karîbûn bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin ne jî binivîsînin. Niha bi sîstema perwerdeyê re her netewe xwedî wî mafî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne. Di serî de Kurdî, Erebî û Suryanî bi sê zimanan perwerdeyê dibînin. Ji dibistana seretayî heta bi zanîngehê xwedî wî mafî ne ku perwerdeya bi zimanê dayikê bibîne.

DI ÇAND Û HUNERÊ DE PÊŞKETINEK ÇÊBÛ

Eger Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê ji aliyê siyasî û leşkerî ve bê nirxandin wê kêm bimîne. Li herêmê ji aliyê çand û hunerê ve jî pêşketin çêbûn. Piştgiriyeke xurt ji karên çand û hunerê re tê dayin. Hunermend jî di vê mijarê de xwedî kedeke mezin in; kirin ku hunermendên ji netewe û baweriyên cuda li hev kom bibin. Bi vî rengî hem li Kurdistanê hem jî li Sûriyeyê asteke girîng a karên hunerê hate nîşandan.

Weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armancên we çi ne?

Her kes berpirsyar e ku vê projeyê biparêze. Bi ked û berdêlên giran hate avakirin. Haya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji vê yekê heye. Ji bo parastinê, pêşvebirinê, çareserkirina kêmasiyan, bi Hevpeymana Civakî re mayindekirina wê, karên me dewam dikin. Armanca me ya bingehîn ew e ku modela nû li Sûriyeyê û bi giştî baş bidin naskirin. Ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê stratejiya me diyar e. Hewldana me ya komkirina gelên Sûriyeyê her tim wê dewam bike. Parastina xaka xwe, misogerkirina yekparebûna xaka Sûriyeyê, hevgirtina gelên Sûriyeyê û diyaloga Sûriye-Sûriyeyê ji bo me stratejîk e. Li ser vê bingehê jî em ê karên xwe dewam bikin. Eger hikumeta Şamê destê xwe bide destê hin derdorên ku êrîşî Rêveberiya Xweser dike û tevlî van êrîşan bibe, hingî ev yek wê careke din bandoreke neyînî li rewşa Sûriyeyê bike, wê bibe sedema tevlîheviya li Sûriyeyê û bi navê Sûriyeyê tiştek nemîne. Ji bo rewşeke bi vî rengî rû nede, ji bo parastina yekparebûna Sûriyeyê me heta niha çi kiribin heman hewldanên me wê dewam bikin. Her wiha armanca me ya bingehîn e ku bi rengê herî baş xizmetê ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bikin, ji ber ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêjayî xizmeta herî baş e.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN REQA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şîrketa madenê ya li Golanê gefê li ekosîstem û gel dixwe
Nûçeya Pişt re Milîtanê pêşeng ê berxwedana Girê Amediyê: Welat Dalaho
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şahmaran û Nînazû

Fikra dinyaya binerdê, fikreke kevin e. Nû nîne: Helbet ji temenê me kevintir e, yanî…

Ji aliyê Luqman GULDIVÊ

Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir dîsa hat topbarankirin

Çeteyên hikumeta demkî bi dijwarî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê topbaran…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji ber bombebarana Îsraîlê li başûrê Lubnanê nêzî 1,5 milyar dolar zirar çêbûye

Zirarên bombebaranên Îsraîlê ên li başûrê Lubnanê ku di nava 7 mehên derbasbûyî de di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Bîranîna 26 şehîdan bi dawî bû: Şehîd rûmeta gelan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mihraç Ural hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star, PYD û ciwanan êrişên li ser wêneyên şehîdan şermezar kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Merasîma bîranînê ya ji bo 26 şehîdan di roja duyemîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?