Şemî, 9 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên li Girtîgeha Dîzlava bi xetereyek mezin re rû bi rû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRANA: Xwezaya Îran û Rojhilatê Kurdistanê di şer de wêran dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 girtiyên nexweş çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fransa, Spanya û Kanadayê daxwaza tehliyeya Nergiz Muhammediyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman û Gul pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî wê biçe Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tevgera Nifşê Nû bi YNK’ê re li hev kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Qoserê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan di hefteya 900’an de hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bajarê bi rêya şerê taybet hatiye bêdengkirin: Çewlig-III

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cotkar: Ji ber zilma DEDAŞ’ê em neçar man erdên xwe bifiroşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Li dijî JES’an wê ji gundan jî destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê li 33 bajaran daxuyanî bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê gel yekîtiya xwe bi xwe ava bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 13 roj in agahî ji aktîvîst Leyla Caferlu nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seroka Rêxistina PASS’ê piştgirî da YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Milîtanê pêşeng ê berxwedana Girê Amediyê: Welat Dalaho
Kurdistan

Milîtanê pêşeng ê berxwedana Girê Amediyê: Welat Dalaho

Welat Dalaho ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek çalakiyên afirîner lidar xist, li Girê Amediyê bû milîtanekî pêşeng ê berxwedanê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Îlon 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Welat di jiyana xwe ya şoreşgerî de gotina ‘Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin’ a Rêber Apo ji xwe re kir esas û heta şehadetê di vê rêyê de meşiya. Mîna Alî Çîçek sekneke asî nîşan da û bû sembola ciwantiya dema xwe.

Kurdistan ku bi Peymana Lozanê re di 24’ê Tîrmeha 1923’an ji aliyê dagirkeran ve hate parçekirin wê vê qederê qebûl bike? Yan jî ev peyamana li ser kaxizê bi çend nameyan wê Kurdistanê bi çar parçeyan ji hev cuda bike? Kurdistan di nava çar dewletan de bi zorê parçe kiribin jî nekarîn xakê cuda bike, gel cuda bike, çandê cuda bike. Ji ber ku rêze çiyayên Zagrosê yên ku Kurdistanê digihînin hev, têrê dike ku ji dagirkeran re bibêje ‘Hûn nikarin min parçe bikin’. Mirovên li heman xak û û çandê wê bibêjin ku ti carî nikarin yekîtî û hevgirtina wan tine bikin. Ji ber vê yekê jî li her devera Kurdistanê têkoşîn, berxwedan û şerekî bêhempa hate kirin. Xelkê Rojhilat jî di vê têkoşînê de berdêlên giran da. Ti carî dest ji berxwedana xwe berneda. Bi rabûna Rêbertî re hêviya wan nû bû û li gel zarokên xwe di nava têkoşîna azadiyê de cih girt.

Poriya Îrfanî li bajarê qedîm ê Rojhilatê Kurdistanê li Kirmaşanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî azadî di nava PKK’ê de didît û welatparêz bû, hîn biçûkanî Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir. Poriya Îrfanî ku haya wî ji zilma dewleta Îranê ya li ser Kurdan hebû, di zarokatiya xwe de çîroka Kawayê Hesinkar û Dehaq ê zalim ji dayika xwe guhdarî kir. Ji ber zext û zilma li gelê Kurd dikir jî rejîma Îranê weke Dehaqê demê didît. Poriya Îrfanî dema ku diçû dibistana dewletê, dît ku rejîm ciwanan dike sîxur û hêrsa wî ya li hemberî vê rejîmê mezin bû. Kete nava lêgerînê û tevlîbûna kekê wî li nava refên gerîla gelekî bandor lê kir. Wî jî ji xwe re kir armanc ku tevlî nava refên gerîla bibe.

BI TEMAMÎ XWE TEVLÎ NAVA TÊKOŞÎNÊ KIR

Poriya li ser tevlîbûna kekê wî li nava Tevgera Azadiyê ya Kurd gotibû, “Kekê mi ti carî qebûl nekir ku Kurdistan di bin dagirkeriyê de bimîne, ji ber vê yekê ev rê da ber xwe. Lewma ez jî di wê baweriyê de me ku rêya herî rast û baş jî rêya wî ye. Ev yek jî tê wê wateyê ku jiyana herî durust û azad di nava PKK’ê de ye.”

Poriya Îrfanî demeke kurt piştî tevlîbûna kekê wî di sala 2016’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Ji ber ku ji zarokatiya xwe ve evîndarê welatê xwe bû navê xwe kir Welat Dalaho. Bi enerjiya ciwantiyê li her qada lê dima tevlî nava jiyanê, perwerdeyê û kar bû. Welat bi her awayî xwe tevlî nava têkoşînê kir, di her kêliyê de ji bo têkoşînê mezin bike hewl da. Ji bo vê jî bê rawestandin xwe perwerde kir û bi pêş ve bir. Weke gerîlayekî ciwan ji bo karibe li dijî dijmin têkoşîneke çalak bimeşîne ji aliyê leşkerî ve jî xwe kûr kir û bû sekvanekî çalak.

Welat ku li nava refên gerîla herî zêde têkiliyên hevrêtiyê bandor lê kir, bi heman rengî bi hurmet û hezkirin nêzî hevrêyên xwe bû. Gerîla Welat li gelek qadên cuda xebitî û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê xwest tevlî berxwedanê bibe. Ji bo vê jî di sala 2022’an de bi coş û moraleke mezin derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi heman enerjiya ciwantiyê pêvajoyeke nû da destpêkirin.

Ji bo hevrêyên wî jî di taktîk û çekên demê de bibin pispor bi şev û roj ders dida wan. Ewqasî dilsozê çeka xwe bû mîna parçeyek ji canê xwe didît. Bêguman li cihê hezkirin hebe serketin jî heye. Heval Welat bi vê hezkirin û sekna xwe ya leşkerî da ser şopa şehîd Simko Serhildan. Piştî ku şer li herêmê mezin bû, Welat israr kir ku tevlî berxwedanê bibe û xwest soza azadiyê ya ku dabû Kurdistanê bi cih bîne. Ji ber vê jî got, “Min soz da, partiya me jî dixwaze em bi rengekî fedaî tevlî vê pêvajoyê bibin. Ji ber vê yekê soza xwe dubare dikim; ez amade me bi rengekî fedaî tevlî bibim.” Li ser vê bingehê tevlî nava tîmên bi tevger bû û berê xwe da Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê.

BÛ MILÎTANEKÎ PÊŞENG Ê BERXWEDANA GIRÊ AMEDIYÊ

Welat ku bi fedakarî tevlî nava tîmên bi tevger bû, baş zanîbû ku li dijî êrîşên dewleta Tirk çawa bikeve çeperê û xwe biparêze. Êdî ne tenê xwe diparast, her wiha bi çalakiyên xurt derbên gelekî giran li dijmin xist. Dema ku pêwîstî pê hebû sûîqest dikir, li gorî pêwîstiyan jî derbasî nava çeperan dibû û çalakî dikir. Li gel agirê tolhildanê yê di dilê xwe de bi xwînsarî û wêrekiya xwe hêz da hevalên xwe.

Li Girê Amediyê ku dewleta Tirk li gel teknîk û çekên kîmyewî jî nekarî berxwedana wê bişikîne, hevalê Welat li gel hevrêya xwe Nîrvana bi çalakiyan derbên xurt li dijmin xist. Ji sûîqestê heta sabotajê û teknîka serdegirtina dijmin, Welat Dalaho pêşengî ji gelek çalakiyên afirîner re kir, bi vî rengî soza xwe yek bi yek bi cih anî. Welat ku milîtanê pêşeng ê berxwedana Girê Amediyê bû 22’ê Tebaxa 2022’an li dijî leşkerên dijmin tevlî şer bû. Di şer de ku bi dehan leşkerên dijmin hatin kuştin tevî hevrêya xwe Nîrvana heta nefesa xwe ya dawî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Li Kurdsitanê heta ku lehengên mîna hevalê Welat hebin wê bahoza tolhildanê nesekine.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Evîn Siwêd: Stratejiya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser zelal e
Nûçeya Pişt re Li Efrînê çar kes hatin revandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çeteyên DAÎŞ’ê ji Kampa Holê hatin revandin

Dîmenên li ser platformên dîjîtal hatin parvekirin, nîşan dan ku çeteyên HTŞ’ê malbatên çeteyên DAÎŞ’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 1’ê Gulanê pîroz kir

"Ji bo jinên Kurd têkoşîna kedê; bes ne têkoşîna mûçeyeke baştir e di heman demê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê Tobias Tunkel bi fermandarên QSD û YPJ’ê re hevdîtin kir

Birêveberê Rojhilata Navîn ê Wezareta Karên Derve ya Elmanya Tobias Tunkel di civîna li gel…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Tevgera Nifşê Nû bi YNK’ê re li hev kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hozan Mizgîn li Qoserê hat bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan di hefteya 900’an de hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bajarê bi rêya şerê taybet hatiye bêdengkirin: Çewlig-III

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?