Piştî ku têkildarî Kongreya 38’emîn a Partiya Gel a Komarê (CHP) biryara “Bêhukmiya Teqez” hate dayin, Serokê Giştî Ozgur Ozel û parlamenteran dest bi nobedê kirin.
Piştî ku hate îdîakirin ku Kemal Kiliçdaroglû xwestiye ku Navenda Giştî ya CHP’ê bê valakirin, li pêşiya avahiyê rageşî zêde bû.
Parlamenterên CHP’yî tevahiya şevê li ber avahiya navenda giştî nobed girtin û ketin û derketina avahiyê hate girtin.
Serê sbiehê komek ber bi avahiya partiyê meşiya û xwest derî bê vekirin ku tê gotin, kom alîgirê Kemal Kiliçdaroglû bû. Di navbera koma navborî û kesên li pêşiya avahiyê de rageşiyê rû da. Rageşiya li ber avahiya navenda giştî dewam dike. Li derdora avahiya partiyê tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin û gelek wesayitên polîsan ber bi qadê ve hatin veguhestin.

