Duşem, 24 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolîn derbarê êrîşa li ser karkerên Kurd hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna gerîlayan: Em ê wan ti carî ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên şehîd li Sancaktepeyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di taziyeya Parka Koşuyoluyê de xemgînî û têkoşîn di nava hev de bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek nîşanî sererastkirina yasaya Rizgarbûyên Êzidî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arkaş: Ger îro li Îmraliyê hatibe danîn, ev bi saya ciwanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel bi dirûşmeyan çû qada bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Rêber Apo misogeriya demokrasiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatin bîranîn: Em ê şopdarê şehîdên xwe bin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Gelên Kantona Cizîrê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ser piyan e
Rojava

Gelên Kantona Cizîrê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ser piyan e

Li Kantona Cizîrê bi hezaran kes ji bo piştgiriya bi berxwedana li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê meşiyan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Çile 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Bi hezaran gelê bajarên kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina êrişên komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê de xwepêşandan li dar xistin û piştgiriya xwe bi gelê van taxan re nîşan da.

ÇILAXA

Li bajarê Çilaxa, bi sedan şênî li Çerxerêya Jinan a bajêr kom bûn û pankartên “Bijî berxwedana Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê” û “Bi rihê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê em ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin”, her wiha wêneyên qurbaniyên êrişan bilind kirin.

Meşa girseyî ber bi navenda bajêr ve bi dirûşmên şermezarkirina êrişan û silavkirina berxwedana gel bi rê ket,  dema ku gihaşt Qada Şehîd Mesûm veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de, endama Meclisa Perwerdeyê ya bajêr Nezha Sêfedîn li ser êrişên berdewam ên çeteyên hikumeta demkî axivî.  Nezhayê diyar kir ku ev êriş dê biryardarî û îradeya gelê rêxistinkirî û berxwedêr kêm nekin û şêniyên Çilaxayê amade ne tev li berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin.

Endamê Meclisa Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Sadiq jî êrişên li ser her du taxan şermezar kirin û got: “Bi navê şêniyên Çilaxayê, em li kêleka berxwedana şêniyên her du taxan li dijî planên dagirkirin, qirkirin û koçberkirina bi darê zorê radiwestin. Em bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan dikin ku tavilê tedbîran bigirin da ku van binpêkirinên li dijî sivîlan rawestînin.”

TIL KOÇER

Li bajarê Til Koçerê, meşê ji çerxerêya nêzîkî şaredariyê dest pê kir û ber bi Qada Şaredariya Gel ve çû.

Li ber avahiya şaredariyê, meş veguherî mîtingê ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Ji rêveberên Kongra Star a Til Koçer Delal El Şibî axivî û diyar kir ku êrişa li dijî taxên sivîlan binpêkirina qanûnên navneteweyî û peymanên mirovî ye. Delalê got ew piştgiriyê didin berxwedana rewa ya şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Ji rêveberên meclisa bajarê Til Koçer Hisên El Eyo jî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û wan wekî sûcê li dijî mirovahiyê bi nav kirin. El Eyo piştgiriya xelkê Til koçerê bo şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn anî ziman.

AMÛDÊ

Li Amûdê şênî bi berzkirina sloganên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûdê” li Qada Jina Azad a Amûdê kom bûn. Piştî kombûyînê wêneyên birîndarên jin, zarok û mêr ên ku di encama êrişan de birîndar bûne, rakirin û dest bi meşê kir.

Di meşê de meşvanan pankartên “Bi can bi xwîn em te re ne Şêxmeqsûd”, “Şêxmeqsûd em bi te re heta mirinê”, “Em gelên cizîrê bi Şêxmqsûd re ne”, “Bendava berxwedanê”, “QSD hîmê artêşa neteweya gelê Sûriyeyê ye”, “Neteweya demokratîk rêça çareseriyê ye” rakiribûn.

Meşevan ji dema destpêkirina meşê ve heta gihaştina qada mîtîngê sloganên “Berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedanan Eşrefiyê û Şêxmeqsûd” berz kirin.

Meş li Qada Şehîd Cîhad veguherî mîtîngê, di mêtîngê de Endama Kongra Star Leyla Selman axivî bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker li hemberî pêşengên jin û da zanîn ku bila Erdogan bizane ew ê her li ser piyan bin, ji bo parastina û pêkanîna azadiya xwe dê her dem di nava têkoşînê de bin.

Leyla Selman diyar kir ku gelan li Bendava Tişrînê berxwedaneke dîrokî kirin. Berxwedan, têkoşîn û sozdayîna wan a bi şehîdên wan re wê bidome.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk li Amûdê (PYD) Tariq Deqorî da zanîn ku nakokiyên ku di nava planên li Rojhilata Navîn derdikevin, herî zêde bandorê li gelê Kurd dike. Divê Kurd li ber xwe bidin û têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.

Tariq Deqorî destnîşan kir ku çêkirin û pêkanîna planên li dijî berjewendiyên gelan li Sûriye hîn bi dawî nebûye. Dixwazin hevpeymanên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî ya Sûriyeyê tune bikin, tê xuyakirin ku ev plan ji bo dewleta Tirk a dagirker tê sazkirin û got: “Têkoşîna me wê bidome, em tu carî nasekinin.”

Meş bi sloganên “Bijî berxwedana gelan” bi dawî bû.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo meş ji pêşiya Çerxerêya Sonî heta Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê dewam kir. Bi hezaran şêniyên ku herikîn qadan dirûşma “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” berz kirin.

Li stadyûmê li ser navê Insiyatîfa Gel a Herêmê Welîd Denkilî axivî. Denkilî êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û got: “Hêza Ewlekariya Hundirîn, destaneke qehremaniyê dinivisîne. Rêveberiya demkî komkujiya li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê pêk tîne. Li hember van êrişan gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dixwazin bi rûmet û aram jiyan bikin. Lê ev çeteyên girêdayî dewleta Tirk nahêlin ku bi aramî bijîn.”

Denkilî wiha dewam kir: “Bi van êrîşan wê nikaribin vîna gelê me bişkînin, Şêx meqsûd û Eşrefiyê wê bibin Kobaniya duyemîn. Çawa ku di Kobanê de şikestin wê di Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de jî bişikin.”

Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” bi dawî bû.

DÊRIK

Bi sedan xelkê Dêrikê bi armanca piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûdê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên şehîdên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd hatin hildan û diruşmên “Bi can bi xwîn em bi te re Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” hatin berzkirin.

Çalakî li pêş Navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Şerîf Derwêş axivî. Derwêş êrişên li dijî taxên Helebê şermezar kirin û got ew planeke dewleta Tirk e.

Li aliyekî din jî endama Meclisa Bajarê Dêrikê Yasmîn Yehya êrişên li ser taxan şermezar kirin û anî ziman ku êrişên bi çekên giran li dijî welatiyan binpêkirina tevahî pîvanên mirovahiyê ne.

Koçberekî Efrînî jî êriş şermezar kirin û bang li tevahî Sûriyeyiyan kir ku bi hev re li hember êrişan bisekinin.

Çalakî bi diruşmên silavkiirna berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Li bajarê Girkê Legê jî bi sedan şênî li Qada Şehîd Xebat kom bûn û li kolana sereke ya bajêr meşiyan.

Meş li navenda bajêr veguherî mîtingê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Meclisa Bajarê Girkê Legê Zekiya Berekat axivî û êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin.

Zekiyayê diyar kir ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sembolên berxwedanê û keleheke li dijî êrişan bûn û got: “Berxwedana gel dê êrişên çeteyan têk bibe.”

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed El Hesen berxwedana şêniyên taxa Şêxmeqsûd a li dijî çeteyan silav kir û da zanîn kir ku berxwedana wan berxwedana gel e û hevgirtina gel dê dewam bike.

TIRBESPIYÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê, tev li meşa ji bo piştgiriya berxwedana taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê bûn.

Girseya gel li ber Navenda Perwerdeyê ya bajêr kom bûn û wêneyên kesên di bombebarana li taxan de şehîd bûne bilind kirin.

Meş li navenda bajêr veguherî mîtîngeke girseyî. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Selma Xelîl axivî û diyar kir ku polîtîkayên hikumeta demkî ji yên rejîma Baasê ne cuda ne. Selmayê piştgiriya xwe ji bo berxwedana qehremanî ya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê anî ziman.

Endamê Însiyatîfa Gel Silêman Hisên jî axivî û êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin. Hisên diyar kir ku ev êriş, êrişên DAIŞ`ê yên li ser Kobaniyê tînin bîra mirov.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Êrişên li ser taxên Siryan hate şikandin
Nûçeya Pişt re YE’yê bes banga ‘’aramiyê’’ kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê Kurd hemû xwedî li Rojava derkevin, yekîtiya neteweyî pêk bê’

Nûnerên partiyên Tifaqa Kurdistanî ji bo xwedîderketina li Rojava bang li hemû Kurdan kirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li pêşiya nexweşxanyê daxuyanî dan

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder daxuyanî…

Ji aliyê Stêrk TV

Bayram Balci wê li Enqereyê were veşartin

Cenazeyê kedkarê Çapemeniya Azad Bayram Balci yê ku jiyana xwe ji dest da wê di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Lêkolîn derbarê êrîşa li ser karkerên Kurd hat destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bertek nîşanî sererastkirina yasaya Rizgarbûyên Êzidî dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Rêber Apo misogeriya demokrasiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?