Sêşem, 27 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Divê ‘Desteya Aştî û Siyasîbûnê’ bi lez ava bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Ji bo demokratîkbûna komarê divê gav bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çiyayê Şengalê wê di navbera YBŞ û artêşa Iraqê de bi hevparî were parastin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Astengkirina tehliyeya Nedîme Yaklav hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê Awdanan: Herêm xwe ji şerekî nû re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara HPJ’ê Rojîn Fesîh: Heval Bêrîtan bû sembola artêşbûna jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzil Ozgur: Têkoşîna Bêrîtan romana jinên azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ: Serketina peymanê girêdayî parastina mafên Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Gerîla Cûdî: Em ê şerê hevrê Sara mezin bikin
Rojane

Gerîla Cûdî: Em ê şerê hevrê Sara mezin bikin

Gerîlaya YJA Starê Avaşîn Cûdî diyar kir ku jiyana hevrê Sara her dem bi şer bû û got, “Li hemberî tu kesî serî netewand û li dijî faşîzmê xwedî helwesteke zelal bû. Ev şêwaza wê ya berxwedanê ji bo me bûye mîras.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexa Fransa Parîsê hatin qetilkirin. Heta niha kujer ji alî dewleta Fransayê ve nehatiye dîtin an jî nexwastine bibînin. Bi hezaran jinên şoreşger ji bo tola vê komkujiyê hilînin li çiyayên azad yên Kurdistanê li ber xwe didin.

 

‘LI HEMBER FAŞÎZMÊ HELWESTEKE WÊ YA ZELAL HEBÛ’

Gerîlaya YJA Starê Avaşîn Cûdî der barê Komkujiya Parîsê de axivî û got: “Di şexsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî em hemû hevrêyên xwe yên ku di oxira şoreşê de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin. Cihê hevrê Sara ku yek ji wan pêşengên yekem ya rêxistana me ye, cuda bû. Hevrê Sara ku yek ji rêhevalên yekem ên Rêber Apo bû xwedî helwesteke berxwedêr bû. Dema em li dîroka zindanan a PKK’ê dinêrin, hevrê Sara li dijî faşîzmê berxwedaneke mezin nîşan da. Weke jin li hemberî her cure êşkenceyên qirêj li ber xwe da. Hevrê Sara berxwedana xwe di pirtûka xwe ya bi navê ‘Jiyana min her tim şer bû’ bi zelalî aniye ziman. Jiyana hevrê Sara her dem bi şer bû, li hemberî tu kesî serî netewand û li dijî faşîzmê xwedî helwesteke zelal bû. Ev şêwaza wê ya berxwedanê ji bo me bûye mîras. Û em jî di vê rêyê de her dem li xwe dipirsin û têdikoşin. Hevrê Sara di nava rêxistinê de gelek ked daye.”

‘EM JI BO DI RÊYA HEVRÊ SARA DE BEDEL BIDIN AMADE NE’

Gerîla Avaşîn Cûdî diyar kir ku hevrêtiya Sara û Rêber Apo rasteqîn bû û got ku hevrêtiya nîşaneya heqîqetê bû. Gerîla Avaşîn Cûdî anî ziman ku ji ber ku Rêber Apo di bin bandora berxwedêriya hevrê Sara de mabû wêneyê wê li odeya xwe daliqandibû û wiha domand: “Ev jî çi nîşan dide; em dikarin hevrê Sara weke jineke ku gihaştiye azadiyê bi nav bikin. Dema ku em niha lê dinêrin di şexsê hevrê Delal, Leyla, Sorxwîn û Şîlan û bi hezaran hevreyên me ku di rêya hevrê Sara de dimeşin; di vê rêyê de bedel dan û fedakariyên mezin kirin. Hemû hevrêyên me yên ku şehîd bûne hevrê Sara ji xwe re kirine mînak û di vê têkoşînê de roleke mezin lîstine. Hevrêyên jin ên ciwan ku di mewziyên berxwedanê de li ber xwe didin înada azadiyê ya hevrê Sara ji xwe re dikin mînak û li hember dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin. Û hevrêyên me yên ku di vê rêyê de li ber xwe didin her dem bi ser dikevin. Ji ber ku ev ji bo me wezîfeyeke pîroz e.”

‘HEVRÊTIYA BI RÊBER APO RE’

Gerîla Avaşîn Cûdî anî ziman ku berxwedana li zindana Amedê vîna faşîzmê şikandiye û wiha dom kir: “Kujerê ku weke Esat Oktay tê binavkirin, nedîkarî vîna hevrê Sara bişkîne. Berovajî berxwedana hevrê Sara Esat Oktay têk biriye. Ev berxwedana bêhempa ne tenê Esat Oktay, dewleta Tirk jî têk biriye. Îlhama vê berxwedanê hevrê Sara, ji Rêber apo stendiye. Ev nîşan dide ku hevrêtiya Sara ya bi Rêber Apo re hevrêtiyeke rasteqîn bû. Ev dilsoziya wê ya bi Rêber Apo re di têkiliyên wê yên bi raya giştî re jî xwe eşkere dikir. Helwesta wê ya di nav civakê de bi hezkirin û rêzgirtinê dihat pêşwazîkirin û di nav gel de kesayetek ku dihat hezkirin. Di vî warî de şehadeta hevrê Sara bandorek mezin li ser gel çêkir. Li gelemperiya cîhanê sempatiyek mezin ji bo hevrê Sara pêk hat û jinên ku ji bo azadiya xwe li ber xwe didin hevrê Sara weke pêşenga xwe dibînin.”

‘EM DEYNDARÊ RÊBER APO NE’

Gerîla Avaşîn Cûdî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Me serkeftinê daye ber xwe, heta ku em bi ser kevin em ê têbikoşin. Di serî de peywîra me şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji ber ku em deyndarê Rêber Apo ne. Bi hezaran lehengên me yên ku wî afirandiye hene. Mînakên herî şênber yên vê yeke jî hevrê Sara, Zîlan, Bêrîtan, Delal û Leyla ye. Em weke şopdarên wan soza şopandina rêya van hevrêyên xwe yên ku Rêber Apo wan bi me re daye naskirin. Di dawiyê de, em dikarin vê yekê bibêjin. Em berxwedana hevrêyên xwe yên ji bo Rêber Apo di girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê kirine silav dikin. Û em heta dawiyê bi wan re ne. Ev banga min ji bo ciwanên Kurd e ku li dijî faşîzmê li ber xwe bidin. Ji ber ku yên ku dê faşîzmê bişkînin û pêşengiya vê şoreşê bikin ciwan in. Em heta dawiyê piştgiriyê didin ciwanan û li vir çi ji destê me tê em ê bikin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê di şexsê hevrê Sara, Fîdan û Leyla de serkeftinê bi dest bixin û hevrêyên xwe yên şehîd ên di şerê tunelan de li ber xwe dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê di rêya wan de bimeşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gulderen Varli: Ji bo çareseriyê navnîşan diyar e
Nûçeya Pişt re DEM Partî pêşhilbijartinê lidar dixe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pûtîn ji bo bi Trûmp re hevdîtin bike ‘amade’ ye, lê li benda agahiyekê ye

Qesra Kremlînê daxuyaniyek da û diyar kir ku, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo hevdîtina…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Îlham Ehmed: Hikûmeta Şamê divê Rêveberiya xweser nas bike

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed destnîşan kir ku hikûmeta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bakirhan: Divê ‘Desteya Aştî û Siyasîbûnê’ bi lez ava bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 27’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fermandara HPJ’ê Rojîn Fesîh: Heval Bêrîtan bû sembola artêşbûna jin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?