Bultena Tecrîdê ku hejmara xwe ya destpêkê di 1’ê Mijdara 2023’an de hate weşandin, qala salnameya tecrîdê dike. Di hejmara dawî de jî cih ji tecrîdê, serlêdanên bêbersiv, xemsariya CPT û cezayê girtîgehê yê li girtiyên di grevê de ne têne birîn, hate veqetandin.
Di hejmara 6’an a Bultena Tecrîdê de hate bibîrxistin ku heta 21’ê Adara 2024’an li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal, mehek û 6 roj in tecrîd tê ferzkirin. Hate ragihandin ku Abdullah Ocalan 4 sal û 18 roj in ji hevdîtina malbata xwe bêpar tê hiştin û 4 sal, 7 meh û 14 roj in nikare parêzerên xwe bibîne.
Di bultenê de hate gotin, 2 sal, 11 meh û 25 roj in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên din ên li Îmraliyê nayê wergirtin û ev yek weke ‘birîna têkiliyê ya bi temamî’ hate pênasekirin. Di bultenê de agahî hate dayin ku 22’ê Çileya 2024’an ji 35 baroyên cuda 1330 parêzeran ji bo rakirina tecrîdê û pêkhatina hevdîtina parêzeran serlêdan kirin.
Di bultenê de qala serdana Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî yên li dijî Tecrîdê ya li Tirkiyeyê hate kirin ku serdana çalakiyên Nobeda Edaletê û rêxistinên civakî yên sivîl kir. Her wiha beşdarî konferansa ‘Li dijî siyaseta tecrîdê, têkoşîna aştî û azadiyê’ bû.
CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ
Di bultenê de hate bibîrxistin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Mijdara 2023’an û vir ve li girtîgehên Tirkiyeyê greva birçîbûnê hene, lê belê cezayên dîsîplînê li girtiyên tevlî greva birçîbûnê bûne hatine birîn.
CPT WEZÎFEYA XWE NAKE
Her wiha hate bibîrxistin ku tevî 8 baroyan 14 saziyên maf û hiqûqê di 12’ê Çileya 2024’an de serî li CPT dan ku serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê bike û rapora xwe eşkere bike, lê belê CPT di vê mijarê de gavek neavêtiye û ev helwesta CPT hate rexnekirin.