Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ku şevê din li tevahiya Kurdistanê zêde kiriye, dewam dike. Dewleta faşîst a ku ji aliyeke ve êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê dike, Herêmên Parastinê yên Medyayê jî hedef dike. HPG’ê ragihand ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî îro li qadên berxwedanê li dijî êrîşan destwerdaneke bi bandor kirine.
Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî ye:
“24’ê Cotmehê di saetên nîvro de dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zap a Şehîd Delîl ve werin, ji aliyê hêzên me ve hatin hedefkirin.
Li gor agahiyên destpêkê di encama destwerdana hêzên me de; herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Hêzên me çûn ser cenazeyê dagirkerên hatî cezakirin. Gelek çek, cebilxane, teçhizat û alavên leşkerî desteser kirin.
Agahiyên berfireh wê piştre werin parvekirin.”