Şemî, 16 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aqûbeta Kasim û Alpsoy hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê mamosteya Kurd hate binçavkirin, aqûbeta wê nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Aslan: Statuya ku Kurdî bidest bixe dê statuya pêvajoyê jî diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê zimanê Kurdî bi destûrî bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sakik: Aşitî wêrekiyê dixwaze; tenê bi aliyê Kurdan ne domdar e ku rîskê hildin ser xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yavuz: Desthilat ne bi hiqûqî, bi hesabê siyasî nêzîkî mafê hêviyê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şervana ku ji jinên Ereb re pêşengtî dikir: Hêlîn Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê Soran Maprîs bi rêzdarî bi bîr anî – NÛ BÛ
Kurdistan

HPG’ê Soran Maprîs bi rêzdarî bi bîr anî – NÛ BÛ

HPG’ê gerîlayê şehîd bi bîr anî û got, “Bi xebatkarî, dirûstî, kedkarî û hevrêtiya xwe ya xurt ji hemû hevrêyên xwe re bû milîtanekî Apoyî yê mînak.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Hevrêyê me Soran Maprîs di 1’ê Tebaxa 2019’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Karker a Zapê di êrîşeke dijmin de şehîd bû. Em zarokê bi wêrek ê Rojhilatê Kurdistanê, milîtanê Apoyî yê hêja hevrê Soran bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

 

Hevrêyê me Soran ferq kir ku nirxên Kurdî yên neteweyî herî baş bi îdeolojiya Rêber Apo û tevgera PKK’ê re dikare bide jiyîn û dil da tevgera Apoyî. Hevrêyê me Soran fêm kir ku azadî bi hêsanî bi dest nakeve û ji bo vê yekê divê têkoşîneke xurt bimeşîne. Weke şoreşgerekî profesyonel biryar da ku aktîf tevlî têkoşînê bibe. Li ser vî bingehî hevrêyê me bêyî ku kêliyekî jî teredut bike, tevlî nava refên têkoşînê bû û her tim bi fedayiyane têkoşiya. Bi dilsoziya xwe ya kûr a bi rastiya şehîdan û Rêbertî re bû xwedî tevlîbûneke dirûst û samîmî. Fêm kir ku bîranîna her hevrêyek xwe yê şehîd, encex bi mezinkirina têkoşîna wan dikare bide jiyîn. Her tim pir ked da û bû xwedî hewldan. Hevrêyê me Soran bi vê taybetmendiya xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt û bi xebatkarî, dirûstî, kedkarî û hevrêtiya xwe ya xurt ji hemû hevrêyên xwe re bû milîtanekî Apoyî yê mînak.

Weke hevrêyên wî em di serî de ji malbata wî ya hêja re ku şoreşgerekî mîna hevrê Soran bi têkoşîna azadiya gelê me dayî qezenckirin, ji hemû gelê xwe Ciwanro û Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Soran, bi vî rengî ne:

Nasnav: Soran Maprîs

Nav û Paşnav: Şahîn Kohî

Cihê Jidayikbûnê: Ciwanro

Navê Dayik – Bav: Neşat – Cîhanbexş

Cih û Dîroka Şehadetê: 1’ê Tebaxa 2019’an / Zap

Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê xeyal û hêviya xwe ya Kurdistana azad her timî zindî hiştiye û ji bo vê yekê carekê jî xwe ji têkoşînê nedaye paş. Xwedî li têkoşînên li parçeyên din ên Kurdistanê jî derketiye û ewladên xwe yên herî hêja weke berdêl daye. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber têkoşîn û şerê xwe yê azadiyê ya bi salan, dizane ku welatparêziya rast û hezkirina welêt berdêl dayîne. Gelê me ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye.

 

Hevrêyê me Soran li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê ku rastiya gelekî welatparêz û dilsozê welatê xwe lê tê jiyîn, di nava malbateke ji eşîra Caf a qedîm de hate dinê. Ji ber ku malbata wî çanda Kurd bi kûrahî dijî, hevrêyê me Soran jî bi rengekî girêdayî cewherê xwe mezin bû. Bi saya zanebûna welatparêziyê ya malbata xwe, di temenê biçûkahiyê de hezkirina wî ya li hemberî welêt çêbû. Hevrêyê me ji biçûkahiya xwe û vir ve, nakokiyên wî yên li hemberî jiyanê çêdibin û bi taybetî jî wate neda ku çima ziman û çanda xwe bi tam wateya xwe najî. Hevrêyê me ji bo ku bizane çima nasname, ziman, çand û sembolên Kurdî qedexe ne, hewldan kir. Di vê pêvajoyê de hîn bû ku welatê me Kurdistan di nava 4 dewletan de hatiye parvekirin, dagirkirin û mêtingehkirin. Lewma li dijî dagirkerên ku mafê jiyanê nedaye wan, bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me li dibistanên rejîmê 12 salan xwend, di heman demê de ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike ji temenê biçûkahiya xwe ve dest bi xebitînê kir. Hevrêyê me hem ji ber serketina xwe ya li dibistanê hem jî bi cih anîna berpirsyariyên xwe yên li hemberî malbatê, di derdora xwe de hate hezkirin û bi kesayeta xwe ya gihiştî, her tim ji derdorê re bû mînak.

Hevrêyê me Soran ê ku ji destpêka ciwantiya xwe berpirsiyariyên civakî zêdetir hîs dike, di demeke kurt de fêm dike ku mezintirîn pirsgirêka gelê me azadî û edalet e. Her wiha hevrêyê me dizanî ku ev yek bes wê bi pêkhatina şoreşa Kurdistanê çareser bibe. Hevrêyê me yê ku girêdayî van yekan dikeve nava lêgerînan,  li gel şehadeta hevrêyê me Çalak ku di sala 2007’an a di encama pevçûneke li gel hêzên Îranê pêk tê de, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nas dike. Hevrêyê me yê ku dibîne gerîla bi awayekî fedayî li hemberî dagirkeran şer dikin û heya şehadetê girêdayî têkoşîna xwe ne û ji vê yekê bandor dibe, piştî vê pêvajoyê lêgerînên xwe zêdetir dike. Hevrêyê me yê ku pirtûk û analîzên Rêber Apo bi dest dixe û Partiya me ji Rêber Apo nas dike, hîn dibe ku PKK, partiya azadiya Kurdistanê û navê lêgerîna jiyana azad e. Hevrêyê me yê ku ji ber vê yekê eleqeyeke zêdetir nîşanî felsefeya Rêber Apo dide, dilsoziya xwe ji Partiya me re her roj zêdetir dike. Hevrêyê me yê ku di sala 2012’yan de cara ewil milîtanên Apoyî nas dike, piştî nîqaşên kurt ên li gel van hevrêyên me bi coş û moralake mezin beşdarî xebatan dibe. Di serî de xebatên ciwantiyê di gelek xebatan de cih digire û hewl da ku erkên xwe yên şoreşgeriyê bi cîh bîne. Hevrêyê me Soran ê ku nêzîkî du salan di xebatan de cihê xwe digire, di sala 2014’an de dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengal, Rojava û gelek qadên Başûrê Kurdistanê dike û qirkirinan pêk tîne, dikeve nava lêgerînên mezinkirina têkoşîna xwe.  Hevrêyê me yê ku ji şehadeta gerîlayê ku di pêvajoya ewil de nas dike, gelekî bandor dibe, dizanî ku hem bi standina çeka hevrêyên xwe û berdewamkirina têkoşînê û hem jî pirsîna hesaba qirkirina li dijî gelê me bes bi tevlîbûna nava refên gerîyan pêkan e. Hevrêyê me yê ku bi vê fikr û kûrbûnê di sala 2014’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, tevlî refên gerîlayan dibe û xwe digihîne jiyana azad a hesreta wê dikişîne.

Hevrêyê me Soran ê ku perwerdeyên xwe yên ewil li Herêmên Parastinê yên Medyayê dibîne, bi perwerdeyên li vir distîne di demeke kurt de hînî jiyana çiya û gerîlayan dibe. Bi saya tevlîbûna xwe ya bimoral û bicoş ji xwe re tu tiş weke astengî nedît û bû gerîlayekî azadiyê yê xwedî tecrûbe. Di nirxandinekê de diyar dike ku di jiyana gerîlayan de herî zêde ji têkiliyên hevrêtiyê û alikariya hevrêyan a ji hev re bandor bûye. Ji ber vê yekê hevrêyê me Soran jî di hemû kêliyên jiyana xwe ya şoreşgerî de girêdayî vê sekn û hişmendiyê dibe hevrê û milîtanekî serkeftî yê Apoyî. Hevrêyê me dema tevlî nava refên gerîlayan dibe, şerekî dijwar heye û dizanîbû ku divê xwe di warê leşkerî de pêş bixe û ji şerê heyî re bibe bersiv û girêdayê vê yekê gelek taktîkên gerîlayan hîn dibe. Hevrêyê me yê ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike xwe di warên leşkerî û îdeolojîk de bi hêz dike, bi israr dixwaze derbasî herêmên şer lê dijwar bibe.  Hevrêyê me her çend ji bo tevlîbûna şer xwedî moral, motîvasyon, sekna îdeolojîk û leşkerî jî be Partiya me ji bo ku zêdetir tecrûbeyan bi dest bixwe hevrêyê me Soran li qadên cuda yên têkoşînê wezîfedar kir.

Hevrêyê me Soran ê ku li gelek qadên cuda ên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebat meşand, di nava xebatan de bi kesayeta xwe ya fedekar, karker û durist derket pêş. Hevrêyê me yê ku ji ber van taybetmendiyên xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve hat hezkirin û rêzgirtin, her tim hewl da têkoşîna xwe mezintir bike. Hevrêyê me di wê ferqê de bû ku ancax dema ku bi awayekî çalak tevlî pêvajoya şer a dijwar bibe, dikare barê hevrêyên xwe yên di çeperan de şer dikin sivik bike. Li ser vê bingehê, ji bo di dema nû ya taktîkên şerê gerîla de xwe bi pêş bixe û bibe milîtanekî profesyonel, tevlî perwerdeyên pisporiyê bû. Hevrêyê me Soran ku pêvajoya perwerdeyê bi awayekî herî baş bi kar anî, li ser gelek taktîkên gerîla hakîmiyetek pêş xist. Hevrêyê me ku di pêvajoya perwerdeyê de pêşniyar û israra xwe ya ji bo çûyîna qadên ku şer lê giran bû dewam kir, gihişt armanca xwe û çû herêma Zapê.

Hevrêyê me Soran ku li herêma Zapê tevlî gelek xebatan bû, bi taybetî di çêkirina tunelên şer de kedek bêhempa raber kir. Di heman demê de hevrêyê me yê ku derfeta pratîkkirina tiştên di pêvajoya perwerdeyê de hîn bûye bi dest xist, di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cihê xwe girt. Bi cesaret û fedekariya xwe ya di van çalakiyan de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me bû milîtanekî Apoyî ku hemû hevrêyên wî dixwestin pê re bijîn û têbikoşin. Hevrêyê me di xeta fedaîbûnê de tevlîbûn esas girt û li gorî wê tevgeriya. Hevrêyê me ket wê ferqê ku divê di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr bike û li ser vê bingehê lêhûrbûnên girîng jiyan. Hevrêyê me Soran armanca xwe ya herî sereke misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û wergirtina perwerdeyê ji Rêber Apo diyar kiribû, ji bo bicihanîna vê armancê bû xwedî têkoşîneke bêhempa.

Hevrêyê me Soran di 1’ê Tebaxa 2019’an de dema ku ji peywirê vedigeriya Qada Berxwedanê ya Girê Karker a Zapê di encama êrîşeke dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me ji bo me li pey xwe mîrateyeke mezin a têkoşînê û erkên ku divê werin bi ser xistin hişt. Weke hevrêyên wî, em ê erk û berpirsyariyên ku hevrêyê me Soran dewrî me kiriye, bi hişmendiya ku di şexsê wî de layiqî hemû şehîdên xwe bin, bi cih bînin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îmamoglû li Mêrdînê bi hevşaredaran re hevdîtin kir
Nûçeya Pişt re Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbata Hevserokê Meclîsa Xweser re xwest
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî

Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de, bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Tenzile Acar…

Ji aliyê Stêrk TV

Desteya Rêveber û Berdevka YRJ’ê diyar bûn

Meclîsa Yekîtiya Çapemeniyê ya Jinê (YRJ) piştî kongreya xwe ya 5'emîn civîna xwe ya destpêkê…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Amarayê’ banga tevlîbûnê kir

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo meşa 1-4'ê Nîsanê ya ji Amedê ber bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şervana ku ji jinên Ereb re pêşengtî dikir: Hêlîn Kobanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?