Duşem, 6 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şerîfe Mihemedî sewqî Girtîgeha Lakan hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: 10 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Celal Firat: Meşandina pêvajoyê li ser gotina ‘terorê’ wê encamên baş bi xwe re nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo xatirê ciwanên jiyana xwe ji dest dan, divê mirov bi berpirsyarî nêzî pêvajoyê bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Qanûna çarçoveyê divê şênber û di asta bicihanînê de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Komebata Aboriyê de peyama ‘aboriya komunal’ hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPJ: Em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 girtiyên siyasî yên ji Bokanê rûbirûyê darvekirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Midûra Karên Nivîsê ya Azadiya Welat hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê li Sineyê Tara Hewramî bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya Mexmûrê: Rêber Apo xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li Wanê bi jinên astengdar re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora meha Hezîranê ya MKG’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Laura Corradi: Jineolojî li dijî pergala agahiyê ya serwer alternatîfeke xurt pêşkêş dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Întelejensiyaya stûxwar û enetelejensiyaya tirkîziman
Gotar

Întelejensiyaya stûxwar û enetelejensiyaya tirkîziman

Luqman GULDIVÊ
Luqman GULDIVÊ Dîroka nûkirinê: 2. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk dîsa êrişî saziyên ziman ên Kurdan kir, mamosteyên Kurdî kirin nezaretê û hepsan. Jixwe, ev çendek e, kar û emelê wê jêbirina çend peyvên bi Kurdî yên weke “pêşî peya” bû. Çima? Çimkî dewleta Tirk dixwaze belav bibe û nasnameya Kurdan li pêşiya vê belavbûnê astengiyeke mezin e. Karekterê nasnameyan ên berxwedana beramberî xisletê vegir ê împeryalîzmê -nexasim ê serdema modernîteya kapîtalîst- tê zanîn. Yanî elaqeya berxwedana Kurdan û belavbûna dewleta Tirk bi amûra tirkbûnê di zik hev de ne, ji hev qut nabin. Ewên ku dibêjin, nasnameya me, zimanê me, kurdbûna me ne muhim in, ya muhim insanbûna me ye, belkî ji bîr dikin ku insanbûn jî taliya talî nasnameyek e û gava yên din ne muhim bin, jixwe ew hîç ne muhim; me delîlên vê di şerên parvekirinê yên împeryalîst de têra xwe dîtin û îro jî dibînin. Gava insanbûn ji bo tinekirina azadî -bê nasname û cihêtî helbet maneya azadiyê jî nîne- û demokrasiyê tê bikaranîn, tişta ku pêşî tine dike, insanbûn bi xwe ye. 

Çima behsa vê dikim? Ji ber ku navmala me muhim e, navê me muhim e, nîşana me muhim e, zimanê me muhim e, çanda me muhim e. Naxwe em ê çawa bibin em? Gava em bibin kesekî din, ti maneya hebûna me gelo dimîne? Carinan bi kelamê û carinan jî bi kirinê mirov dev ji xwebûnê berdide. Yek dermanê tenê yê vê nexweşiya vegir jî dîsa xwebûn e. Ji bo xwebûnê zanîn şert e. Baş e, ev zanîna xwe disipêre fikrê, ma ne bi întelejensiyayekê tê avakirin? Niha em jidil bersivê bidin vê pirsê: Întelejensiyayeke bi israr van xisletên hanê ne muhim bibîne û ne muhim bike û întelejensiyayeke ji ruhê van xisletan fêm neke û wan weke qalibên -di fikrê de dogmayên- hişk û neguher ên kurdbûnê bibîne, gelo dikare bi kêr were ji bo -parastin û xwebûna- civaka ku di nav pençên qirkirinê de ye?

Qismê pêşî, di pêşbirkekê de ye bi întelejensiyaya civaka serwer û desthilat re; dixwaze weke wê bi qedrê wê jî bê zanîn, weke wê miamele pê re bê kirin. Ji gazinên -carinan kirasê rexneyan lê dike, lê esasê wan jî gilî û gazin in- wê jixwe ev helwêsta wê diyar e. Ez pêşniyaz dikim em serê xwe pê re biêşînin ka em çi navî lê bikin; gelo ev întelejensiyayeke Kurdan e yan întelejensiyayeke zimantirkî ye tevî şop û bermahiyên nasnameyeke kurdî? 

Qismê diduyê, meseleya civakbûnê, xisletê nasnameyê yê berxwedana beramberî belavbûna împeryalîst nabîne, nabîne ku gava xisletên çanda xwe ji dest dan, ew ê xwebûn û nasnameya xwe jî ji dest bide. Ji wan, ên herî hişk jî ji ber ku di warê derfetên madî de jî ji çîna navîn in, li Başûrê Kurdistanê zarokên xwe dişînin dibistanên taybet ên ku zimanê wan ingilîzî -carinan Elmanî û Fransî- ye. Li Bakurê Kurdistanê jî ev qismê hanê yê întelejensiyayê ji ber ku şert ne yek in, heman helwêstê nîşan nede jî, ji bo ku zarokên wan li dibistanên hêza mêhtinger serketî bin, girîngiyeke baş didin tirkîzimanbûna wan. Baş e, em çi navî li vî qismê întelejensiyaya xwe bikin?

Bi ya min sedema xwebirêxistinkirina întelejensiyaya miletên bindest, beriya hertiştî xwebûn û manûneman e. Divê ji bo peydabûna întelejensiyayeke civaka demokratîk a Kurdan a ku xwediyê van xisletan e, em serê xwe biêşînin û li serê xweşik bihizirin, ka çima em xwe bi rêxistin dikin -yan jî bi xwerexnekirineke pratîk çima em xwe bi rêxistin nakin? 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Luqman GULDIVÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Luqman GULDIVÊ
Ji aliyê Luqman GULDIVÊ
Ev demeke direj e nivîkariyê dike. Di gelek rojnameyan de nivîsên wî hene.
Nûçeya Berê Li Efrînê di nava mehekê de 6 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 50 kesî jî hatin revandin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 2’Ê COTMEHA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rapora Sûriyeyê ya NY’ê: Êrîşên Tirkiyeyê di çarçoveya sûcên şer de ne

Di raporeke nû ya ku ji aliyê Komîsyona Lêpirsînê ya NY’ê ve hatî weşandin de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li ber girtîgeha Evînê li dijî îdamê çalakî

Malbatên girtiyên ku cezayê îdamê lê hatine birîn û aktîvîst li ber Girtîgeha Evînê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

KJK: Em 8’ê Adarê cîhanê bikin warê serhildanê

Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku divê di çalakiyên 8’ê Adarê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?