Sêşem, 12 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Guven: Heta statuya Abdullah Ocalan neyê nasîn, çareseriyek mayînde pêkan nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê her kes di bin vê sîwanê de cih bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sezaî Temellî: Di mijara qanûnan de divê gav bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê pêkanînên şerê taybet – V

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo meşa 16’ê Gulanê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan li Dersimê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 1025’an a nobeta li Mexmûrê de peyama têkoşînê hat dayîn  

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jin li qadan dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ berz dikin
Jin

Jin li qadan dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ berz dikin

Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de jin li bajarên Bakurê Kurdistanê daketin qadan. Li dijî biryara qedexeyê ya Welîtiya Amedê, jin bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ meşiyan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê de, jin li gelek bajaran daketin kolanan.

AMED

Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê de, bi pêşengiya Koma Duçerxeyan a Jinan a Amedê tûra duçerxeyê hat organîzekirin. Jinên li ber Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê ya Amedê (Egîtîm – Sen) a navçeya Peyasê hatin cem hev pankarta “Destê xwe ji keda min, nasnameya min û bedena min dûr bigirin” vekirin.

Berdevka Koma Duçerxeyan a Jinan a Amedê Kadriye Kaya, diyar kir ku bi saya tecrubeyên têkoşînê û hewldanên jinan felsefeya “Jin, jiyan, azadî” li hemû cîhanê û li qadan deng veda.

Piştî daxuyaniyê jinan ji Peyasê heta Parka Koşuyoluyê bi duçerxeyên xwe yên bi nivîsa “Me ti carî serî netewand” pedal ba dan.

RIHA

Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, DBP, û Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Dîlokê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de çûn serdana nobeta Xelfetiyê ya li dijî qeyûm hatiye destpêkirin.

Jin li avahiya DEM Partiyê ya Xelfetiyê civiyan û li wir daxuyanî dan. Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Dîlokê Zozan Ayhan got: “Em dixwazin bijîn, neyên kuştin. Em dixwazin li ber xwe bidin û bijîn. Hûn ê nikaribin me ji têkoşîna me ya bi rûmet bi qeyûman, îxrackirin, girtin û binçavkirinan dûr bixin. Em ê bi vî rengî dengê xwe bilind bikin.

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. Piştre jî jin ber bi avahiya şaredariyê ya ku hatibû dorpêçkirin ve dest bi meşê kirin. Di tevahiya meşê de jinan bê navber dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin.

Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram li ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî daxuyanî da û got: “Em tu carî dest ji mafên xwe bernadin.” Hevşaredar Mehmet Karayilan, jî bal kişand ser dirûşma “Jin jiyan azadî” û got: “Ev ne tenê dirûşm e, rêgeza jiyanê û rêxistinbûnê ye.”

Daxuyanî bi çepik û tililiyan bi dawî bû.

QERS

Bi pêşengtiya meclîsên jinan ên DEM Partiyê yên Qersê û navçeyên wê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî tundiya mêr-dewletê di serhildanê de ne, bi hev re ne û di jiyana azad û wekhev de biisrar in” hilgirtin. Hevşaredarên jin ên Dîgor, Qaxizman, Pazarcixê, endamên meclîsên şaredariyan û gelek jin tev li bûn. Hevşaredara Qaxizmanê Guner Hatay daxuyanî xwend û got ku ew ê li dijî zîhniyeta mêrê serdest her tim bi felsefeya “Jin, jiyan, azadî” li qadan bin.

Guner Hatay, wiha domand: “Em ê hesabê her jina hatiye qetilkirin, windakirin û neçarî întîharê hatiye kirin bipirsin. Desthilatdara ku faîlan ceza nake, hewl dide derbê li têkoşîna jinan bixe. Em jin dizanin ku tundiya li dijî jinan hem bîrdozî hem jî polîtîk e. Dê têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên zayendperest ên desthilatdariyê bidome. Li dijî polîtîkayên tundî, kedxwarî, qetilkirin, şerê taybet û dewletê em di 25’ê Mijdarê de li qadan bin.”

Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

BEDLÎS

Bi boneya 25’ê Mijdarê û di çarçoveya projeya “Ji Çaran Çar, Jin Huner” a Komeleya Aryen Hunerê de li pêşiya AVM’a Yaşamê ya Tetwan a Bedlisê pêşangeh hate lidarxistin. Pêşangahe ku berhemên jinên hunermend hatin pêşkeşkirin, demekî şûnde ji hêla polîsan ve hate astengkirin.

Dihat plankirin ku pêşangeh du rojan bidome, lê polîsan bi îdiaya ku destûr nehatiye girtin du perwerdekar binçav kirin. Xebatkar û mamosteya resman a Komeleya Aryen Hunerê Zozan Bor û keseka navê wê nehat zanîn birin midûriyeta emniyetê ya navçeyê.

COLEMÊRG

Navenda Mafên Jinan a Baroya Colemêrgê jî “Xeta Alo Şîddetê” ava kir. Jinên ku rastî tundiyê tên dê bikarin 24 saetan xwe bigihînin baroyê, bi rayedaran hevdîtinê bikin û xizmetê bigirin. Navend dê piştgiriya hiqûqî bide jinan û jê re rêbertî û piştevaniya psîkolojîk bike.

Jinên rastî tundiyê tên dikarin li ser hejmara telefonê ya “0538 877 10 30” xwe bigihînin navendê.

ÊLIH

Navenda Mafên Mirovan a Baroya Êlihê jî bi dirûşma “Gelo em bi hev re ji bo ji tundiya ser jinan re bibêjin na dimeşin?” ji edliyeyê heta Parka Batmanê meş li dar xist. Beriya meşê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de dovîzên “Peymana Stenbolê dide jiyîn”, “Em ê jiyaneke bêtundî ava bikin”, “Ne tirs e em hene” û “Em wekheviyê dixwazin” hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin” hatin berzkirin. Parêzer Ayşenûr Demîr Arîç, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Cînayetên jinan roj bi roj zêde dibin. Mixabin zimanê nefretê yê tê bikaranîn weke tundî li jinan û zarokên keç dizivire. Em dizanin ku tundiya li dijî jinan polîtîk e lewma divê aştiya civakî derkeve pêş. Weke jinên mafên mirovan diparêzin dê têkoşîna me ya ji bo jiyaneke bêtundî dê bidome.”

Piştî daxuyaniyê jin bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin” meşiyan.

STENBOL

Komeleya Lêkolînên Kurdî bi dirûşma “Ber bi 25’ê Mijdarê ve” li avahiya komeleyê ya Fatîhê semînerek bi navê “Em tundiyê çawa pênase dikin” û atolyeya “Keda Destan” li dar xist.

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de gelek kes bi eleqedar beşdarî semînera hişyarkirina tundiyê û atolyeya keda destan bûn. Şêwirmenda Psîkolojiyê Esra Kahraman komxebat pêk anî.

Her kesên beşdarî komxebatê bûn yek bi yek xwe dan nasîn. Esra Kahraman, diyar kir ku tundiya li ser jinê li hemû civakê belav bûye û diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayên tundiyê her ku diçe zêde dibe.

Piştî semînerê jinan bi hev re atolyeya hunera destan li dar xistin. Melek Komurcu atolye bi rê ve bir. Jinan li vir tevnên bi sembolên gelêrî yên Kurdî, Şahmeran, Tawûs, Zend Avesta û motîfên xalîçeyên kevneşopî çêkirin.

Piştre çalakî bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Greta Thunberg: Divê rêzê li mafên azadiyê yên Kurdan bigirin
Nûçeya Pişt re Li Londonê panela 25’ê Mijdarê: Em ê bi têkoşînê bi ser kevin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li dijî mala serokê bajarokê Sêgirkê yê DEM Partiyê êrîş pêk hat

Li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilêban ya Şirnexê, li dijî mala Serokê DEM Partiyê Feysel…

Ji aliyê Stêrk TV

Kalkan: Gotin têrê nake, gavên pratîkî divê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku di mijara pêvajoyê de daxuyaniyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Karayilan: Êrîşa li ser Rojava, komployeke berfireh a li dijî Kurdan e

Fermandarê HPG’ê Murat Karayilan diyar kir ku pêla êrîşê ya çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li dijî krîza xurekê banga razemeniya li sîstemên çandiniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rapora Efrînê: Binpêkirin û bêcezabûn bi rengekî sazîbûn didome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?