Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bejahî û hewayî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi çalakiyên bi bandor bersiv didin û teknîka wan têk dibin. Jinên li Kobanê têkildarê berxwedana gerîlayan a li dijî êrîşên berfireh ji ANF’ê re axivîn.
‘HER ROJ BALAFIREKE WAN JI ALIYÊ GERÎLA VE TÊ XISTIN’
Jina bi navê Xanim Hibo, anî ziman ku ew balafirên ku dewleta Tirk pê pesna xwe dike, ketine bin lingê gerîlayan û wiha got, “Rojane bênavber êrîş li ser gerîlayên me tê kirin. Çekên kîmyawî tên bikaranîn. Îro zarokên me li ser çiyan li ber xwe didin, xwedî malbat û xizmin. Em dîwarê zarokên xwe ne û li pişta wan in. Îro temenê min 47 sal in îro ger çiyayê Kurdistanê ji min bixwaze bêdudilî em ê berê xwe bidin wan û ji bo gerîlayên xwe li ber xwe bidin.”
Hîbo, anî ziman ku bi destê mala Barzanî dewleta TIrk li Başûrê Kurdistanê bi cih bûye û wiha domand, “Bila êdî nebêje ez Kurd im, ew ne Kurde ew îxanetkare. Zarokên me bi çekên xwe balafirên ku dewleta Tirk her roj propogandaya xwe pê dikin, dixin xwarê. Em jî weke dayîk bi kêfxweşî û tilîliyan vê mizgîniyê pêşwazî dikin. Divê bizanibin ew ê li hemberî berxwedana gerîla têk biçin. Heta yek ji me hebe ev berxwedan wê berdewam bike. Ev in zarokên çiya xwediyê pêlava sor in. Zarokên me li ser bingeha ramenekê mezin bûne. Fedaiyên Rêber Apo ne, ne tenê teknîka wan, ev cîhan tev jî nikare îradeya gerîla têk bibe.”
‘EW Ê LI HEMBERÎ BERXWEDANA GERÎLA TÊK BIÇIN’
Rêveberiya Kongra Star a Navçeya Qinê Sûad Şêx Demir, têkildarî berxwedaniya gerîla got ku ji dîrokê heta roja îro desthilatdaran di şexsê gerîlayên azadiyê de dixwaze neteweya Kurd tune bike û wiha axivî, “Ev êrîş bi gelek rêbazên mîna asîmlasyon û xiyaneta navxweyî xwestin pêk bînin. Bi rêbazên cuda dixwazin êrîşe gerîlayên me bikin. Divê bê zanîn tevî hemû êrîşên ku rêgezên exlaqî yên mirovî tê de tên binpêkirin jî, ew ê li hemberî berxwedana gerîla têk biçin. Ji xwe bikaranîna çekên kîmyewî, bêçaretî û têkçûna wan nîşan dide. Bikaranîna çekên kîmyewî li her devera cîhanê qedexe ye. Lê li dijî gerîla tê bikar anîn û ti hêzek li hember vê pêkanînê dengê xwe dernaxe. Ev yek jî lihevkirina dewletên desthilatdar nîşan dide.”
‘MALA BARZANÎ BEŞEK JI ÇETEYÊN DEWLETA TIRK E’
Sûad Şêx Demir, diyar kir ku Kurdistan mal û axa wan e, ew ê destûr nedin ti hêz dagir bike û got ku ji bo parastina axên xwe çi berdêl hewce bike ew amade ne bidin. Demir, destnîşan kir dewleta Tirk a dagirker bi polîtîkayên zextê û dorpêçê hewl dide Kurdan li ser axa wan bide koçkirin û wiha got, “Mala Barzanî bi hemû rêbazê xiyaneta xwe didomîne. Ev xiyanet ji dîrokê heta roja îro berdewam dike. Mala Barzanî parçeyek ji çeteyên dewleta Tirk e. Êdî pênaseyek din nabe. Lê gerîla bi fikr û felsefeya Rêber Apo û bi berxwedana xwe bersiv dide êrîşên dijwar. Em ê jî heta dawî xwedî li gerîlayên xwe derkevin. Çawa şehîd Bêrîtan dawî li xiyanetê anî, ev berxwedana ku bi ruhê Bêrîtanan pêş dikeve jî wê serketinê bîne.”
‘LI TEVAHIYA CÎHANÊ MÎNAKA KU EWQAS ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATIYE BIKAR ANÎN NÎNE’
Jina bi navê Cîhan Bozan jî, diyar kir ku berxwedana gerîlayên Kurdistanê, dijmin hejandiye û wiha dom kir, “Em in xwediyê vê axê, vê male. Em jî gerîla ne, em bêyî hev nabin. Çima çekên kîmyawî li dijî zarokên me tên bikaranîn? Li tevahiya cîhanê mînaka ewqas çekên kîmyewî hatine bikar anîn nîne. Qaşo ew çek qedexe ne, lê li dijî zarokên me tên bi karanîn! Em in xwedî vî welatî, em in xwediyê vê dozê û em ê bi wê hêza gerîla bigihêjin serketinê. Ger bê xwestin em ê weke dayik çek hilînin û piştgirî bidin gerîlayên xwe. Tu ferq û cudahî di navbera me û zarokên me de tune ye. Tenê dozek li pêşiya me heye û em ê wê dozê jî bi ser bixînin.”