Hevserokê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak diyar kir ku li Sûriyeyê bi têgeha “Elewîtiya Siyasî” hewl didin rê li ber komkujiyên nû yên li ser Elewiyan vekin û destnîşan kir ku Elewî tu caran li gel dîktatorekî cih negirtine.
Hevserokê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak diyar kir ku zîhniyeta dewletê ya dagirker û talanker dewam dike û got: “Zîhniyeta yekparêz hemû gel û baweriyên ku naşibîne xwe weke dijmin dibîne. Îro tîştên ku li Sûriyeyê diqewimin ev in. Di vê hawirdora tevlîheviyê de bi taybetî Elewî û Kurd hatine hedefgirtin. Di bin têgeha ‘Elewîtiya Siyasî’ dijminatiya Elewiyan tê birxêstinkirin. Rê li ber komkujiyên nû tên vekirin. Elewiyan tu caran li gel dîktator, desthilatdarî û zîhniyetekî ku qetil dike, cih negirtiye. Elewiyan li gorî baweriyia xwe tu carî piştgirî nadin tundî û şerê.”
Karabûdak destnîşan kir ku yên li Sûriyeyê komkujiyê dikin û yên ku çeteyên ku komkujiyê pêk tînin sûcê mirovahiyê didomînin û wiha got: “Divê mekanîzmayên edaletê yên navneteweyî demildest bê pêkanîn. Dagirkeran divê li hemberî gelê Sûriyeyê ku berdêlên giran dane, bi heqaniyet nêz bibin û hêzên xwe paşde bikşînin. Em di wê baweriyê de ne ku gelên Sûriyeyê çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, qanûnên xwe yên demokratîk ava bikin û jiyana hevpar ava bikin.”