Platforma Em ê kuştina jinan bisekinînin (KCDP) bîlançoya meha Çileyê ya 2025’an eşkere kir.
Di raporê de hate ragihandin ku 33 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 32 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî raporê ji sedî 24 ê jinên hatin qetilkirin ji aliyê mêr ên pê re zewicî bûn ve hatin qetilkirin.
Hate ragihandin ku ji sedî 70 ê jinên hatin qetilkirin li malê, ji sedî 52 jî bi çekê hatin qetilkirin.