Pêncşem, 5 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê Tirkiye berê xwe bide banga 27’ê Sibatê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bozan: Desthilatdariyê ev biryar da, ne dadgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Operasyona li ser ESP’ê hewildana bêdengkirina mûxalefetê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyayên Epstein: Halê herî tazî yê xerabiyê, asayîbûn û pergala bêcezabûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Patrice Franceschi: Ne Kurd, El Kaide hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Naskirina statuya Kurdan wê hem ji bo berjewendiya gelan hem jî ji bo berjewendiya dewletan be.”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Elmanya hejmara leşkerên xwe yên li Hewlêrê kêm dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo Kobanê banga lezgîn a alîkariya mirovî û tibî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berê me li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Divê gavên şênber bêne avêtin, Birêz Ocalan azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya hunermendên ji Rojava vegeriyan: Metirsî dewam dike, divê em berxwedanê bidomînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di ‘Çarşema Yekbûnê’ de şehîd Ehmed Hêmin hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Meha Çileyê 5 rojnamegerên jin hatin binçvakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapor: Li Amedê tundiya li jinê bi giranî di nava malbatê de pêk tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê mehekê jinek hate kuştin, 4 jin jî bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Fransa çû serdana YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Em ê sînor nas nekin, dîwaran hilweşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    IWA: Piştgirî bidin jinên ku li Rojava li ber xwe didin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KJK: Jin û ciwan bi Rêber Apo ber bi azadiyê ve dimeşin
Kurdistan

KJK: Jin û ciwan bi Rêber Apo ber bi azadiyê ve dimeşin

KJK'ê rojbûna Rêber Apo pîroz kir û got, "Jin, ciwan divê ber bi warê Rêber Apo ve bimeşin û vejînê bi rizgariyê re bikin yek."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo daxuyaniyek da.

KJK’ê diyar kir ku li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, li her qadê li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê 4’ê Nîsanê bê pîrozkirin û got, “Em 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo pîroz dikin û bi hezkirin û hurmet silav dikin. Li pêşberî bîranîna hevrê Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag bi rêzdarî bejna xwe ditewînin ku di çalakiyên 4’ê Nîsanê de şehîd bûn û sozê didin ku bîranîna wan bi serketinê bidin jiyîn. Em çalakiya bi wate ya ciwanan silav dikin ku 1’ê Nîsanê ber bi Amarayaê ve dest bi Meşa Azadiyê kirin.

Li gorî kevneşopiya qedîm a Rojhilata Navîn kê nirxên mezin tevlî civakîbûnê kiribe, ew rastî pîroz e. Ev yek pîrozbahiyeke ku bi dilê civakê, bi dilxwaziyê tê pîrozkirin. Rojbûna fîzîkî ya Rêber Apo ya 4’ê Nîsanê xwedî wateyeke bi vî rengî ye. Rojbûna 4’ê Nîsanê bûyîna li serdem û cografyayeke pirrengî ye. Rêber Apo dema ku 4’ê Nîsanê li gundê Amarayê ji dayik bû, Kurdistan di nava polîtîkayên qirkirinê yên bêrehm ên sedsala 20’emîn de bû, dihate înkarkirin û ketibû rewşeke welê ku nedihate naskirin. Ev nakokî û mezinbûna li ber destê Dayika Uveyş, kir ku Rêber Apo piştre bûyînên duyemîn û sêyemîn jî pêk bîne. Rojbûna destpêkê bûyîna fîzîkî û amadekariya ji bûyînên din bû. Bûyînên duyemîn û sêyemîn jî ew bûyîn bû ku bi îradeya xwe pêk anî.

Bûyîna duyemîn avabûna PKK’ê ye. PKK jinûve afirandina Kurdan bi rengekî azad, wekhev, adîl, hezkirin û hurmetê ye, yekbûna Kurdîtî û sosyalîzmê ye, yekîtiya gelan e, hişyarbûna jinan bi eşqê ye. Gelekî ku gihîştibû wê astê ku xwe înkar bike û ji xwe fedî bike, êdî nasnameya xwe diparast û dest bi vejîn û rabûnê kir. Ya li ber mirinê bû û jê re dihate gotin ‘qediya ye’ rabû ser xwe û li ber dijmin rabû. Bi vê bûyînê re Kurd û jin hînî rêxistinî û têkoşîna ji bo nasnameya xwe bûn û berê xwe dan azadî û wekheviyê. Li cografya zehmet û pak a çiya, PKK’ê mîna mêşên hingiv û bi nêzîkatiya gerîla dest bi têkoşîna mezin a afirandina heqîqeta civak û mirovên pak kir. Bi hişmendiya hevrêtî, dostanî û hevaltiyê ji nû ve û bi rengekî xurt reh berda. Keda bîst salan a Rêber Apo ya li Rojhilata Navîn, bi deh hezaran şehîd, rabûna bi sed hezaran mirovî li serhildanê, tevlîbûna jinan a pêl bi pêl, keda mezin a bi hezaran gerîla ya li her bihosta çiya rêya ber bi bûyîna sêyemîn diyar kir.

BANGA 27’Ê SIBATÊ YA RÊBER APO BÛ MANÎFESTOYA BÛYÎNA SÊYEMÎN

Piştî komploya 15’ê Sibata 1999’an guhertina paradîgmayê jî bû bûyîna sêyemîn. Pirsa, ‘Hişmendî, îrade û nasnameya Kurd a ku ronî bû wê bi sîstemeke çawa ya jiyanê bê pênasekirin?’ weke heqîqeta civakê, heqîqeta jinê bersiv jê re hate dayin. Ev yek ji bo gelan, ji bo jinan pêşketineke şoreşgerî ya gelekî mezin e. Ji bo mirovahiyê, Rojhilata Navîn, Kurdistanê û ji asta xwecihî ber bi gerdûnî ve ji bo jinan bû wêrekî, gav û hêviyeke mezin. Dilopa bûyîna yekemîn bi avabûna PKK’ê re veguherî deryayê, bi bûyîna sêyemîn a li Îmraliyê re jî ber bi okyanûsbûnê ve çû. Bûyîna cara sêyemîn hîn bêhtir nêzî gerdûnîbûnê û heqîqetê kir. Weke dewama vê pêvajoyê banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo bû tacîdarkirin û manîfestokirina bûyîna sêyemîn.

4’ê Nîsana îsal, rojbûna 76’an a Rêber Apo ji aliyê Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn ve, ji aiyê jinan ve ji bo rêvekirina li civaka demokratîk û aştiyê xwedî qîmeteke gelekî mezin e. Pîvana esasî ya bicihanîna vê manîfestoyê jî pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, demokratîkbûna siyasetê û afirandina bingeha hiqûqî-qanûnî ye. Lewma 4’ê Nîsana 2025’an tê wateya bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya mutleq a Rêber Apo ku dikeve sala 76’an. Ev yek berpirsyarî û wezîfeya me ya li pêşberî Rêber Apo ye ku rojbûna xwe kir rojbûna me.

Li ser vê bingehê em bang li jinan, ciwanan, gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe, zarokan hemûyan dikin ku berê xwe bidin warê vejîna destpêkê Amarayê. Em îsal di 4’ê Nîsanê de rojbûna destpêkê û ya sêyemîn bikin yek, hêza Rêber Apo û ya gelan, jinan, ciwanan û zarokan bikin yek. Em xaka qedîm a Amarayê bikin sembola aştî, berhemdarî û rojbûna azadiyê. Jin, ciwan, zarok divê bi Rêber Apo re ber bi azadiyê ve li warê jidayikbûna Rêber Apo bimeşin û vejînê bi rizgariyê re bikin yek.

Em bang li gelê xwe yê li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin, bi taybetî bang li jinan, ciwanan, zarokan û dostan dikin ku li her devegerê li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 4’ê Nîsanê pîroz bikin û li her derê kulîlk û şitlê daran biçînin. Her dareke ku îsal bê çandin divê bi daxwaza dara jiyanê ya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê çandin û Kurdistan û xweza bi vê yekê re bê şînkirin. Bûyîna sêyemîn li Îmraliyê pêk hat, ji aliyê fikrî ve Îmrali derbas kir. Niha dem hatiye ku ji aliyê fîzîkî ve jî ji Îmraliyê derbas bike. Dem dema bûyînên nû ye. Dem dema bûyînên azadiyê ye. Dem ew dem e ku bi bûyîna sêyemîn a Rêber Apo re aştî û civaka demokratîk bê afirandin. Li ser vê bingehê em rojbûna Rêber Apo careke din pîroz dikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Devlet Bahçelî daxwaza ‘reforma berfireh’ kir
Nûçeya Pişt re Kevana Zêrîn: Em 4’ê Nîsanê bi coş pêşwazî dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Koreya Bakur li dû keştiyên binê avê yên nukleer e

Koreya Bakur diyar kir ku di çêkirina yekem keştiya xwe ya binê avê ya nukleer…

Ji aliyê Stêrk TV

Dîmenên ku çeteyên HTŞ’ê girtiyên DAÎŞˊê ji girtîgeha Şedadê derdixin

Navenda Ragihandina QSDˊê dîmenên ku çeteyên hikumeta demkî dikevin girtîgeha Şedadê ya li başûrê Hesekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Mexmûrê li dijî êrîşa dewleta Tirk bi girseyî meşiyan

Şêniyên Mexmûrê li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku îro di demjimêrên sibehê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Elmanya hejmara leşkerên xwe yên li Hewlêrê kêm dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YPJ’ê şehadeta Hêvî Amûdê eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo Kobanê banga lezgîn a alîkariya mirovî û tibî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo koçberên astengdar banga lezgîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?