Pêncşem, 7 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Aştiyê wê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê nerazîbûnên xwe nîşanî Miftîtiya Diyadînê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çapemeniya azad Şukru Çatalbaş hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seroka WMA’yê ji bo dermankirina Nêrgiz Mihemedî bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora MKG’ê: Meha Nîsanê 34 rojnamevan hatin darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bajarekî li ber siya tora dejerenebûna bi destê dewletê hatiye honadin: Amed -I

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser erka xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Divê her kes bi berpirsyariyê rabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ew ê di têkoşîna me de her hebin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Em dixwazin êdî têkoşînê bi rêya siyaseta demokratîk bimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî darvekirinan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştarê piştgirî da daxwaza statuyê ya YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Azîza Akdenîz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê şert û mercên girtiyên jin gelekî xirab in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Serbixwebûna Jinê: Em piştgiriya tam didin YPJˊê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KONGRA GEL: Parastina Rojava wezîfeya me ya bingehîn e
Kurdistan

KONGRA GEL: Parastina Rojava wezîfeya me ya bingehîn e

KONGRA GEL sala nû ya gelan pîroz kir, ji bo azadiya Rêber Apo banga mezinkirina têkoşînê kir û got, "Parastina rojava wezîfeya bingehîn a gelê me û dostên me ye ku di sala 2025'an de li her devera cîhanê pêk bîne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi wesîleya sala nû daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em sala nû di destpêkê de li Rêber Apo, li hevalên xwe yên li çiyê, zindanan û qadên din têdikoşin, li gelê xwe yê li welêt û derveyî welêt û li dostên xwe ji dil pîroz dikin û di sala nû ya têkoşînê de serketinê ji wan re dixwazin.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Piştî 44 mehan silav û agahiya ku me ji Rêber Apo di meha Cotmehê de wergirt, bû peyam û silava herî hêja ya sala 2024’an ku têkoşîna azadiyê, gelê me û dostên me wergirt.

Asta serketinê û îradeya çalakiya fedaî ya ku 23’ê Cotmehê li Enqereyê ji aliyê hevalên me yên fedaî Asya Alî û Rojger Hêlîn ve li hemberî navenda TUSAŞ’ê hate kirin, rejîma faşîst ji her alî ve hejand. Di şexsê hevalên Asya Alî û Rojger Hêlîn de ku fedaiyên Rêber Apo bûn, em hemû şehîdên xwe yên sala 2024’an bi hurmet û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku hêjayî wan bin.

‘BÛYERÊN GIRÎN QEWIMÎN, DESTKETÎ HATIN BIDESTXISTIN’

Sala 2024’an bi giştî ji aliyê têkoşîna azadiyê û gelê me ve bû saleke ji pêşketinên girîng û destketiyan. Gerîla li qada xwe bi serketinên gelekî girîng dest bi sala 2024’an kir û ev yek tevahiya salê dewam kir. Xeyal û armanca dewletê ya ku bi şerê bi teknîkê encamê werbigire hate têkbirin.

Şerê ku hikumeta AKP-MHP’ê li hemberî gelê Kurd meşand bû sedema krîzeke giran a aboriyê û hilweşîneke mezin a li qadên siyasî û civakî. Di encama vê yekê de jî di hilbijartinên şaredariyan ên îsal de desthilatdariya 22 salan a AKP’ê yekemcar bû partiya duyemîn. Lewma sala 2024’an ji her alî ve bû saleke zehmet ji hikumeta AKP-MHP’ê re.

Pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ ku bi pêşengiya dostan hate meşandin di sala 2024’an de li qada navneteweyî rojev afirand û pêşketinên girîng bi xwe re anî. Weke encama vê jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê mijara ‘mafê hêviyê’ têkildarî Rêber Apo xist rojeva xwe û salek dem da Tirkiyeyê ku ya pêwîst bike.

Dewleta Tirk ku dixwaze têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê têk bibe, plana wê ya 2014-2024’an têk çû. Hikumeta AKP-MHP ku plana xwe ya têkbirinê bi ser neket, ji bo karibe xitimandina xwe ya siyasî ya di hilbijartinan de şênber bû ji holê rake, planeke nû kir. Ji bo muxalefetê bêbandor bike û rojevê bixe destê xwe, pêwîstiya xwe bi gaveke flaş hebû. Silava Bahçelî ya ji bo DEM Partiyê û peyamên xwe yên têkildarî Rêber Apo di çarçoveya vê planê de hatin kirin. Armanca vê planê ku nêteke xwe ya çareseriyê nîne, ji bo li qada navxweyî rojevê kontrol bike, raya giştî ya Kurd bixe nava bendewariyê û sist bike, li derve jî di pêvajoya hilweşandina rejîma Esad de ji bo êrîşa li ser Rojava bû. Lê belê bi vê planê ne li hundir ne jî li Rojava armanca ku dixwest nekarî bi dest bixe.

BÛYERÊN LI SÛRIYEYÊ

Bûyera herî girîng a ku mohra xwe li sala 2024’an xist, şerê navbera Îsraîl-Hamas-Hîzbûllah-Îran û Sûriye bû ku bandor li tevahiya herêmê kir. Di encama êrîşên giran ên Îsraîlê de Îran û Hîzbûllah neçar man hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişînin û bi vekişîna Rûsyayê re jî rejîma Baas di demeke kurt de hilweşiya. Ji ber ku hêzên Esad qet şer nekirin û bi rengê radestkirin-dewrgirtinê hikumet radest kir, vê yekê nîşan da ku derketina Beşar Esad ji Sûriyeyê di çarçoveya lihevkirina navbera hêzên mezin de bû.

Hîn nediyar e ku sîstema li Sûriyeyê wê çawa be, civaka Sûriyeyê ya ji gelek nasnameyên cuda pêk tê wê bi çi rengî bi hev re bijîn. Lê belê sîstema civaka demokratîk a pirrengî ya xwe dispêre azadiya jinê ku şoreşa Rojava afirand, ji bo gel û baweriyên Sûriyeyê yên pirnasnameyî rê nîşan dide. Çareseriyeke li Sûriyeyê ya li ser bingeha neteweya demokratîk a xwe dispêre yekîtiya demokratîk a gel û baweriyan, wê ji bo çareseriya pirsgirêkên bi heman rengî yên li Rojhilata Navîn bibe mînak.

Bêguman li pêşiya çareseriyeke bi vî rengî astengiya herî mezin rejîma dewleta Tirk a faşîst e. Bi rêya rêveberiya nû ya li Şamê ji bo karibe dijminatiyê li Kurdan bike çi jê tê dike. Lê belê rastiya ku divê were zanîn ew e; sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem ji bo Sûriyeyê hem jî ji bo tevahiya herêmê destektiya herî mezin e ku rêya demokrasî û aştiyê nîşan dide.

‘PARASTINA ROJAVA WEZÎFEYA BINGEHÎN A ME HEMÛYAN E’

Ji ber vê yekê li hemberî gefên giran ên rayedarên dewleta Tirk ên li ser Rojava, ji gelek welatên cîhanê û raya giştî helwesta ji bo piştevaniya Rojava hate nîşandan.

Şoreşa Rojava destketiya hevpar a gelê Kurd û dostên wan e. Şoreşa Rojava sîstemeke civakî ya demokratîk e ku hilweşîna sîstema netewe dewletê ya faşîst a tekperest radixe pêş çavan.

Ji ber vê yekê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser şoreşa Rojava ku zêde dibin, parastina Rojava di sala 2025’an de wezîfeya herî bingehîn a gelê Kurd û dostên me yên li her devera cîhanê.

Ji ber vê eykê ji bo parastin û mayindekirina şoreşa Rojava têkoşîna ku em ê di sala 2025’an de bimeşînin, di heman demê de wê bibe serketina pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’.

Li ser vê bingehê em sala nû careke din li dostên xwe û gelên xwe ji dil pîroz dikin, li ser bingeha armanca serketinê di sala 2025’an a têkoşînê de serketinê dixwazin û dibêjin, sala 2025’an wê bi azadiyê tacîdar bibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Partiya Keskan serdana PYD’ê kir
Nûçeya Pişt re Xelkê kantona Firatê bi dirûşma ‘Em hemû QSD’yî ne’ meşiya
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 30’Ê MIJDARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

DYE û Îran car din li Ummanê dicivin

Rayedarên Emerekî û Îranî ji bo hevdîtinên têkildarî bernameya nukleerê ya Îranê bidomînin, wê roja…

Ji aliyê Stêrk TV

Di salvegera 89’an a Terteleya Dersimê de banga ‘hevrûbûnê’

Rêxistinên baweriya demokratîk di salvegera 89’an de li gelek bajaran bîranîn li dar xistin. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

PJAK’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bibîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser erka xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Sozdar Avesta: Divê her kes bi berpirsyariyê rabe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?