Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Hunerê li Konaxa Îskenderpaşa ya li navçeya Sûr a Amedê bi daxuyaniyekê damezrandina xwe ragihand. Gelek hunermendên ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatin beşdarî daxuyaniyê bûn.
Yek ji endama înîsiyatîfê Sureya Karacabey, têkildarî ragihandina înîsiyatîfê de wiha got: “Em dikarin deng dexistina weke komeke hunermendên ku ji rûniştina bêdeng westiyane lê binêrin. Em daxuyaniyê li Sûra ku di bin heqîqetê de di bin kavilan de maye dikin. Em şerm dikin ku li quncekê, bi awayekî bêdeng bisekinin. Em ji bo zarokan, karkeran û sewalan şerm dikin. Em dixwazin deng derxînin. Em dibêjin azadî mafê bingehîn ê her kesî ye, dirûşmeke ku wê me hemûyan li rojava û rojhilatê welat bîne cem hev.”
METNA DAMEZRANDINÊ
Metna damezrandinê ya înîsiyatîfê jî Ersîn Ûmût Guler xwend. Deklarasyon wiha ye: “Huner ji hunermend pêşdetir e, ew berfirehiya hêza xwe ya sêwirandinê dizane, hunermend nizane. Xeyalên hunerê hene lê hunermend dikare xêzkirina sînorekî ji xeyalan re bi hebûneke maqûl a li cîhaneke ku ji aliyê siyaseta xerab û qedexeyan ve hatiye destnîşankirin, rave bike. Tiştên ku dizane rast be nabêje, an jî tişta ku jixwe dizane rast e, ji mirovên ku di bin siya manîpulasyonê de mezin dibin ne cudatir e.”
Azadbûn; hêza xeyalkirina ‘tişta din’ a fikr û tehayûlê ye. Azadbûn, tecrûbeya hilweşînê ya weke sînor tê pênasekirin e. Ji ewil di honakên mejî de çêdibe û piştre jî ji bo başiyeke hevpar kolektîf dibe. Hunereke ku xwe di qada xwe de bisînor kiriye, deriyê ketina korîdora tarî ye ku hunermend cisareta xwe lê winda dike. Ji ber ku xeyalek, ji bo azadbûnê tê kirin. Serbixwebûna hunerê meseleya sedsalên berê bû, îlana mirina hunera xwe li jiyanê girtî pir zû de hatibû ragihandin. Lê dema zextên civakî zêde bûn, hunermend her tim xwe li heman cihî vedişêre, xwe dispêre tekanetî û şêweyê bûyîna wê ya cuda… Li cihekê ku dar, heywan, mirov, hemû zindî nikarin bêhnê lê bistînin, ji ewil divê mirov ji bo oksîjen bi awayekî wekhev bê parvekirin şer bike.
‘EM HER KESÊ KU JI BO AZADIYÊ DENG DERXÎNIN VEDIXWÎNIN VÊ DERÊ’
Li cihekî her tim qedexe lê hene, têkoşîna azadiyê ji ewil ji bo her kesî tê meşandin. Hunermend dikare bi maskeyê gazê karê xwe bike lê nikare hunerê bike. Ji bo kesên dixwazin bêyî maskeyê gazê bêhnê bistînin bangeke. Banga berpirsyartiya li hemberî qêrînên ji girtîgehên ku peyvên xweşik wan baş nakin, ji malên xizan, ji kesên zimanê wan hatiye qedexekirin, yên her tim rastî cihêkariyê û sansûrê tên bilind dibe ye. Banga tevlibûna êşa daristanên şewitîn û bûne xwelî, êşa miriyên di bin kavilên avahiyan de, yên girtiyên bi îşkenceyê çavên xwe li rojê vedikin e. Em dengê xwe yê ji ber zextê hatiye lalkirin dixwazin. Em kevirên tundiyê yên dema em peyva azadiyê diqîrin û li ser serê me tên reşandin û jiyana me vediguherînin qefesên dûraqilî, îadeyî wan dikin. Hiyerarşiya hincetên reel ên siyasetê me eleqedar nake. Em baş di ferqê de ne ku meseleyên em baş pê dizanin çareseriya wan hene, bi afirandina rewşa şer ve ji bo îktîdarê tên bikaranîn. Em bi awayekî tund li dijî fikra hunerê ya bi rewşa heyî re lihev dike û dibe parçeyeke wê ya cihgir derdikevin. Em dizanin ku dengê hevpar ê hêzên afirîner, ji dengê çekan bihêztir e. Ji bo bikarin biaxivin û biafirînin, em welatekî aştî lê hatiye cîbicîkirin dixwazin. Em hêza afirîner a hemû kesên ji bo azadiyê dikarin dengê xwe derxînin vedixwînin vê derê. Ji ber di destpêkê de bizav hebû!”