Meha Cotmehê, di bîra Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de di heman demê de meha têkoşînê ye. Di 25’ê Cotmeha 1992’yan de fermandara mezin Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) li Xakûrkê li hemberî xeta hevkariyê ya PDK’ê çalakiyeke dîrokî li dar xist û helwesta ku divê şervanên Apoyî nîşan bide, nîşan da. Di sala 1998’an de jî li qada Garê gelek gerîlayan heman helwest nîşan da.
Gerîla Nergîz Çiya yek ji wan gerîlayan e ku bûye şahidê van bûyeran û bi xwe di nav de cih girtiye. Gerîla Nergîz Çiya piştî salan di salvegera bûyerê de bûyerên qewinîn ji ANF’ê re vegot.
Gerîla Nergîz Çiya da zanîn ku di 13’ê Cotmeha 1998’an de qada Behdînanê ji aliyê kontrayên hevkar, pêşmergeyên PDK’ê û dewleta Tirk ve hate dorpêçkirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: ‘’Dorpêçkirina li qada Garê li gundên Xalida û Xeletayê pêk hatin. Yekîneya heval Yaşar hate hedefgirtin. Hevalên ji Bakur yên weke heval Nêrgiz Mereto (Nergîz Qamişlo), Zinarîn Spêrtî, Bêrîtan Amed, Şarezûr Efrîn, Mahabad Goyî, Şervîn Riha, Bêrîtan Amed, Rengîn Botan, Pîr Amed, Mêrxas Silopî, Çiya Zêbearî û heval Çiya li gundê Xalida diman. Heval Rûken Qamişlo, Hêlîn Çerkez, Canda Kobanê, Rêjîn Hewlêr û çend hevalên din jî li gundê Xelatayê bûn. Van hevalan, heya gule û nefesa xwe ya dawî li hemberî hêzên dagirker û hevkariya PDK’ê li ber xwe dan û tevlî karwanê şehîdan bûn.
Şeva 12’yê Cotmehê bû. Em bi kelecaneke mezin ji nû ne kom bûn û me behsa şer û çalakiyên xwe kir. Morala hemû hevalan bilind bû; di kêliyên bi vî rengî de tu kes nikare coşa gerîlayan bide sekinandin. Dijmin bi awayekî veşartî hate Çiyayê Xêrê û Girê Şêr û xwe gihan hêzên veşartî yên beriya wê ji bo dorpêçê bi cih kiribû. Sihara 13’ê Cotmeha 1998’an yekîneya hevrê Nêrgîz hate dorpêçkirin. Piraniya yekîneya heval Nêrgîz, ji hevalên ciwan ên ji Başûr hatibûn, pêk dihat. Nêrgîz Qamişlo yek ji fermandarên pêşeng bû ku bi wêrektî, fedekarî, ruhê xwe yê têkoşînê û baweriya xwe ya qewîn hemû hûrgiliyên şerî hesab dikir û hevrêyên xwe fêrî şerkirina bi hosteyî dikir û di warê îdeolojiyê de jî hevrêyên xwe perwerde dikir. Ji ber vê yekê bi kelecaneke mezin û îradeyeke xurt pêşengtiyan şervanan dikir.
Wê şevê hemû heval li dora Heval Nêrgîz kom bûn. Pişta xwe dabû dareke berûyê û ji hevrêyên xwe re behsa şer û Rêbertî dikir. Navberekê ji bêrîka xwe sê gule derxistin, nîşanî hevrêyên xwe da û got: ‘’Hevalno, ezê têkildarî gerîlayên PKK’ê de dersekê bidim we. Dema ku mirov dikeve şerekî dijwar carna xwe ji bîr dike û hemû guleyên xwe berdide dijmin. Divê gerîla heya guleya xwe ya dawîn bi dijmin re şer bike. Weke em ji fermandarên xwe yên mezin û pêşengên xwe fêr bûne, divê mirov bi saxî nekeve destê dijmin. Ji ber vê yekê divê hemû caran di bêrîka we ya pêş de sê gule hebin; yek ji bo dijmin, yek ji bo tedbîrê û ya din jî ji bo nekevin destê dijmin. Yan jî ji bo ku li hemberî dijmin biteînin divê teqez hûn heya kêliya dawîn bombeyekê li cem xwe bihêlin.’ Em heya derengiya şevê li dora agir rûniştin û me stran gotin. Piştre jî hin hevalan behsa xeyalên xwe kirin û me jî guhdariya wan kir.’’
‘’PÊŞMERGEYÊN PDK’Ê Û LEŞKERÊN TIRK BI HEV RE ÊRÎŞ KIRIN’’
Nêrgîz Çiya da zanîn ku dijminî danê siharê Girê Xêrê, Girê Serbest û girê mixarê ji sê hêlan ve dorpêç kirine û axaftina xwe wiha domand: ‘’ Di dema şer de bi armanca ewlehiyê hemû caran hevrêyên me yên çavdêr yên ku li cihekî bilind diman, hebûn. Wê şevê jî hin hevalên me çûbûn serê çiya. Dengek bihîstin û piştre ji dijmin dûr ketin. Ji ber ku cihê lê diman ne guncav bû şer bikin, nedikarîn ji dijmin re bersivê bidin. Piştî ku hevalan agahî da, em bûn du komên cuda. Komek ji bo ku parastina hevalên ku şer dikir, bike, çûn serê çiya û komek jî derbasî cihekî guncav ê bikarin bi dijmin re şer bikin, bûn. Komeke ku piraniya wê ji hevalên nû tevlî bûbûn, pêk dihat jî ma li cem hevalan. Dijminî plan kiribû ku di saet 6’an de êrîşî wargeha me bike û me hemûyan dîl bigire. Ez, heval Nêjbîr, heval Bihar, heval Ronahî û Dîlan Êzidî.
Dema ku me dît dijmin bi awayekî veşartî li nêzî hevalan dibe, me dest bi şerî kir. Ji bo ku me şer zû da destpêkirin, me plana dijmin pûç kir. Hevalên li wargehê her tişt dan hev û xwe ji şerî re amade kirin. Di vê kêliyê de heval Nêrgîzê hemû hevalên li jêrê seferber kirin, hate li cem me, rewşa me pirsî û nîşan da ku divê em çawa sîper bigirin. Di nava çend deqeyan de ji sê hêlan ve şerî dest pê kir û bi demê re dijwartir bû. Dijminî bi pêşmergeyên PDK’ê re hêzeke mezin anîbû û armanc dikir ku me hemûyan tune bikin û yên sax jî dîl bigirin.
Piştî demekê heval Nêrgîz dubare hate li cem me û xwest ku em derbasî girê li hember bibin. Di kêliya derbasbûnê de dijmin kete navbera me. Heval Ronahî û heval Nejbîr man li aliyekî û ez û heval Dîlan jî man aliyekî din. Heval Nêrgîz hemû heval bi awayekî lez belav kiribûn û nehiştibû ku kes li kampê bimîne. Girêdayî vê yekê dijminî pêşiya me girê li hember bi dest xist û ji çar hêlan ve em dorpêç kirin. Heval Nêrgîz em dişopandin û hewl dida ku em tavilê xwe bigihînin wê. Dema ku dijminî roketa RPG’ê avêt di navbera me heval Nêrgîzê de, em hê jî sed metreyan dûrî hev bûn. Di nava wê toz û dûmanê de min heval Nêrgîz temaşe kir. Heval Nêrgîz weke ku bibêje; ‘’Êdî ne pêkan e ku hûn xwe bigihînin min.’’ Û bi destê xwe îşaret da me ku em biçin.
Ez û heval Dîlan em bi zû daketin jêrê; heval Nêrgîz jî li gel komeke hevalan derbasî aliyê din bû û me dest bi şerî kir. Koma heval Nêrgîzê êrîşê gelek pêşmergeyên PDK’ê yên dixwestin ku hevalên jin dîl bigirin û wan weke ‘’xenîmeta şer’’ bikin koleyên xwe, kir. Dijminî yek pêşmergeyeke PDK’ê li cihekî veşartî bi cih kiribû. Vî pêşmergeyê PDK’ê, ji bo ku hevalên jin dîl bigire, bi zanebûnî ji lingên wan birîndar dikir. Tevî ku Hêlîn û Şervîn birîndar bûn jî şer kirin. Di encama şerî de herêm şewitî û ji ber ku hevalan nekarî rizgar bikin, heval Hêlîn Dêrik şehîd bû. Dijminî bi tenê ev rê ji hevalan re hişt; ji ber vê yekê hevalan hewl dan ku hev biparêzin, bi dijminî re şer bikin û ji wir rizgar bibin. Heval Mahabad Goyî, dema ku xwest cenazeyên Hêlîn Dêrik û Rengîn Botanê bistîne bi guleya îxanetkaran şehîd bû. Piştre Şarezûr, Zinarîn û heval Bêrîtanê şerê xwe berdewam kirin û heya şehadeta xwe li ber xwe dan û şer kirin.’’
JINÊN APO’YÎ JI BO KU TESLÎM NEBIN BOMBEYÊN LI SER XWE TEQANDIN
Hevrê Nêrgiz a ku bi dijmin re bê navber şer dike, demek şûnde guleyên wê diqedin. Ji hevrê Çiya du heb bombe û 60 gule distîne û ji wan re dibêje ‘Hûn xwe xilas bikin, ez ê we biparêzim û piştre xwe bigihînim we.’ Piştî ku heval xwe rizgar kirin Hevrê Nêrgiz diçe cem Kendal Rûs û pirsa hevrêyên xwe dike. Hevrê Kendal dibêje, ‘Hin heval ji dorpêçiyê rizgar bûne, lê komek hevrêyên jin şehîd bûn û hin jî birîndar bûn û nikarîbûn xwe rizgar bikin.’ Hevrê Nêrgiz ji hevalê Kendal hinekî din cebilxaneyê distîne. Tevî israra hevrêyên xwe wiha dibêje, ‘Gelo fermandarek dikare bêyî şervanên xwe biçe? Ez naçim ti derê! Hûn jî xwe li cihek ewle bi cih bikin’ û vedigere nava şer. Çiya Zêbarî ku ev demeke dirêj e di çeperê de şer dike, dema ku guleyên wî diqede, li hemberî îhtîmala ketina destê dijmin, çente û çekê xwe vedişêre û dixwaze xwe rizgar bike. Hevrêl Nêrgîz jê re dibêje, ‘Destê herî qirêj destê xiyanetê ye. Em jinên Apoyî bi rûmeta xwe dijîn û ti carî nahêlin destên qirêj ên xayinan li me bikevin. Li şûna destê qirêj ê xiyanetê li me bikeve, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û bi rûmeta jinbûnê bimirin.”
Piştî van gotinên Hevrê Nêrgîz her du heval dîsa rêya xwe didomînin. Hevrê Nêrgîz û Çiya dema ku xwe digihînin hevalan dibînin ku gelek ji wan birîndar bûne. Hevrê Nêrgîz ji hevalên li wir re dibêje, ‘Heta guleya xwe ya dawî şer bikin. Dema guleyên we qediyan, bombeyên xwe bi xwe biteqînin.’ Ev demeke dirêj e heval li wir di nava pevçûnê de ne. Her ku dem derbas dibe dengê çekan jî kêm dibe. Pêşmergeyên PDK’ê dizanin ku cebilxaneya hevrêyan li ber xilasbûnê ye û bi hêsanî dikarin bibînin ku hemû hevrê birîndar bûne. Pêşmergeyekî ku wê demê gelek caran li dijî gerîla şer kir û fermandarê wan bû got, ‘Jinên Apoyî gelekî wêrek û xwedî rûmet in. Bedenên wan bi saxî parçe bibin jî teslîmî me nabin.” Dema ku guleyê hevrêyan xilas dibin hevrê Nêrgîz û Çiya Zêbarî li hev dinêrin. Piştre hevrê Nêrgîz dirûşmên mîna “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin!” berz dike. Di wê kêliyê de Çiya wê hembêz dike û her du heval bombeyê li ser xwe diteqînin. Dema heval Şervîn wan dibîne heman dirûşmê berz dike û bombeyê bi xwe ve diteqîne. Piştî hevrê Şervîn, hevrê Şehrezûr û Zinarîn Spêrtî jî bi berzkirina dirûşmeyan bombeyên xwe teqandin. Di dawiyê de hevrê Mêrxas û Çiya (ji Botanê) jî piştî ku guleyên wan xilas dibin, hev hembêz dikin û bombeyên xwe diteqînin. Hevrê Pîr ê ku piştî ewqas pevçûn û şehîdan hê jî şer dike, dema ku cebilxaneyê wî diqede bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ pîmê bombeya xwe dikişîne û di xwe de diteqîne.
Gerîla Nêrgîz Çiya wiha got, “Piştî dengê çekan rawestiya û bi dengê teqîna bombeyan re, hat fêhmkirin ku hevrê heta guleyên xwe yê dawî şer kirine û bombeyên xwe bi xwe ve teqandine. Operasyon didomiya em ji wir derketin. Yek ji hevrêyên herî ciwan û çalak ên li wir şehîd ketin Zinarîn bû. Ji Wargeha Şehît Rûstem Cûdî bû û dema ku bombe bi xwe de teqandibû pir biçûk bû. Hevrê Şarezûr jî ji Rojava hatibû. Heta kêliya şehadeta xwe tevlî gelek çalakiyan bibû û xwîna wê gelek caran li ser axa Kurdistanê rijiya bû. Heval Mahabad Goyî jî hevrêyek ji jiyanê hez dikir, bi coş û kelecanî bû. Hevrê Şervîn a 22 salî ji bo dîl nekeve destê pêşmergeyên PDK’ê bombeya xwe bi xwe ve teqand. Heval Hêlin Dêrik yek ji wan zarokan bû ku li gel Rêbertî mezin bû. Zanebûn û serpêhatiya xwe her tim bi hevrêyên xwe re parve dikir. Jineke gelekî bedew, nazik û bi heybet bû. Gelek caran dema ku min li wê dinerî min digot, ‘ev teqez ew jin e ku Rêbertî dixwaze biafirîne!’ Hevrê Rengîn Botan jî ji tevger û jiyana xwe diyar bû ku gerîlayek jêhatî bû; Di kesaayetiya xwe de şer û jiyanê kiribû yek.
Hevrê Pîr heta ku bombeya xwe di bedena xwe de diteqîne, govenda azadiyê û şer kiriye yek û li dijî xayin û hevkaran şer kir. Her du fermandarên me yên din Mêrxas û Çiya Botan bûn. Heta ku hevrêyên wan ên jin ji nava dorpêçê derkevin li hemberî dijmin şer dikin, bi însiyatîfa xwe xwedî li hevrêyên jin derkevin û bi wan re şehîd dibin.
Eger ez di nava ewqas lehengan de qala hevrê Çiya Zêbarî nekim, wê beşeke girîng a jiyana min wateya xwe winda bike. Di aliyê fedekarî de mirovên wekî wî pir kêm tên dîtin. Ji ber vê yekê, ji her kesî zêdetir, bi rêwîkirina wî ji bo me zehmet bû. şehadeta wî bandor li me û gelê herêmê jî kir.”
YÊ SERKETÎ GERÎLA BÛ
Gerîla Nêrgîz, anî ziman ku dema wan dest bi şer kirine 20 deqe dûrî gundê Xelata bûne û wiha domand, “Li gundê Xelata jî komek hevrê hebûn. Hevrêyên me yên qehreman ên ji wê komê Hêlîn Çerkez û Canda Kobanê xwe gihandin gir û şehîd bûn. Hevrê Canda ji Kobanê bû û ji bo azadiya welatê xwe bi awayekî fedaî şer kir. Hevrê Hêlîn Çerkez destpêkê ji bo li pey xeyalên xwe bimeşe çû Ewropayê û dema têkoşîna li wir têr nedît, di sala 1994’an de berê xwe da qada Rêbertî û ji wir jî bû yek ji jinên azadîxwaz ku ji wir berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrê Hêlîn kesayetek komunal bû; Xwe di aliyê bîrdozî, felsefe û zanistê de bi pêş xistibû. Hevrê Rûken Qamişlo yek ji wan hevrêyan bû ku xwedî xeyal û armanc bû û ji bo pêkanîna paradîgmaya Apoyî bi berpirsyarî rabû.
Di wî şerî de gelek hevrêyên me yên hêja û fermandarên pêşeng mohra xwe li berxwedana Garê dan û navên xwe bi tîpên zêrîn li rûpela berxwedanê ya jinên Kurd nivîsandin. Hin hevrêyên jin ji bo teslîmî dijmin nebin bombeyên xwe di xwe de teqandin. Hin hevrê bi birîndarî heta guleya xwe ya dawî şer kirin. Pêşmergeyên PDK’ê ji tirsa nikarîbûn wan hevrêyên jin dîl bigirin. Hevrêyên berxwedêr ên weke Ronahî, Berfîn, Tara, Sîlvan û Rêjîn Hewlêr dema ku guleyên wan kêm dibin, pêşmerge û leşkerên Tirk dora wan digirin; tevî hemû hewldanan jî heval nikarin xwe rizgar bikin û dîl dikevin destê dijmin. Dema hevrê Rêjîn dikeve destê pêşmergeyan dixwazin bi destên xwe ve girêbidin û bibin baregehên xwe. Heval dema diçin girê Aslan, ji bo xwe rizgar bikin gelek hewl didin, lê bi serneketin. Dema wesayita pêşmergeyan digihêje qiraxa kendêl hevrê Rêjîn xwe ji wesayîtê davêje û bi dengekî bilind dibêje, ‘Hûn ê ti carî min bi saxî negirin. Dibe ku şensê min tune be ku ez xwe şehîd bikim û we bikujim, lê hûn nikarin min bi saxî dîl bigirin” û xwe diavêje jêrê. Dijminê ku ji exlaqê şer payê xwe negirtiye, hevrêyên din li gundên Dihok û Zaxo digerîne û ‘teşhîr’ dike. Bêexlaqiya ku li wan gerîlayên jin kirine, ne di olê de û ne jî di exlaqê civaka Kurd de nîne. Lê belê leşkerên Tirk û hevkarên wan ên PDK’ê ku xwedî heman çand û exlaqê bûn, ji rûmet û hesiyeta mirovahiyê para xwe negirtine.
Di wê dorpêçê de tevî hemû bangên teslîmiyetê jî îrade, hêz û baweriya ti hevrêyî vala neçû. Ya ku li hemberî xiyanet û hevkariya PDK’ê bi ser ket, xeta berxwedanê ya gerîla bû ku jinên Kurd û hêviya wan a ji bo avakirina jiyana azad bû. Yê serketî; ruhê Rêjîn Hewlêr, Çiya Zêbarî, Hêlîn Çerkez û Nêrgîz ku ji dîrokê heta roja îro rastiya dîroka berxwedan û azadiyê ya li ser lûtkeyên çiyayên Kurdistanê bû.”