Li paytexta Kenya Nairobiyê, li dijî revandina mirovên muxalîfê hikumetê çalakî hatin lidarxistin. Polîsan êrîş birin ser muxalîfên daketin qadan. Polîsan gazên ku çavan dişewitînin bi kar anîn û gelek kes binçav kirin.
Parêzvanên mafên mirovan diyar kirin ku mehên dawî gelek muxalîfên hikumetê bê hincet hatin binçavkirin û bal kişandin ser berpirsyariya polîsan û îstîxbaratê.
Çapemeniya Kenyayê ragihand ku li gel parlamenterekî muxalîf 10 çalakger di dema xwepêşandanên şermezarkirinê de hatin binçavkirin. Piştî çalakiyên şermezarkirina hikumetê ku Hezîrana îsal destpê kir, agahiyên li ser revandina muxalîfan zêde bûn.
Çalakiyên ku li dijî zêdekirina bacê destpê kirin, belav bûn û bang li hikumeta Serokdewlet William Ruto hate kirin ku îstifa bike.