Çalakiyên protestoyî ya piştî desteserkirina şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetiyê destpêkirin dewam dike. Di vê çarçoveyê de li navçeya Kerboran a Mêrdînê meş hate lidarxistin. Girseya ku li pêşiya avahiya DEM Partî ya navçeyê li hev civiyan pankart vekirin û bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Mêrdînê”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Qeyûm wê biçin, gel wê werin” û bi stranan meşiyan.
Meş bi hilgirtina meşaleyan heta Qada Miradê Kinê dewam kir. Piştî meşê Hevşaredara Bajarê Mezin a Mardînê Devrîm Demîrî û Parlamenter Kamuran Tanhan axivîn. Devrîm Demîr anî ziman ku bi rojan e li hemû qadan têdikoşin û got: “Qeyûm 8 sal in gendelî û diziyê dikin û dixwazin 5 salên din jî bidizin.”
Devrîm Demîr da zanîn ku gel wê van neheqiyan qebûl neke û wiha got: “Bila ti kes li ser pêşeroja zarok, jin û gelê me xeyalan çêneke. Em ê nehêlin çav berdin pêşeroja gelê me. Wê di qirika wan de bimîne. Ew ê dîsa bi ser nekevin, wê dîsa gelê me bi ser bikeve.”
‘TECRÎDÊ RAKIN’
Kamuran Tanhan jî bal kişand ser kiryarên qeyûmê û got: “Qeyûm dijminê ziman û çanda gelê Kurd e. Em ê serî netewînin.” Tanhan bal kişand ser tecrîda li girtîgehan û wiha got: “Eger hinek aqilê we hebe tecrîda Îmraliyê rakin, destê ku ji bo aştî û azadiyê hatiye dirêjkirin bigirin. Çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn, çareseriya pirsgirêka Kurd, Kurdistan û Tirk ji Îmraliyê derbas dibe.”