În, 20 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredariya Cizîrê Navenda Bêhnvedanê ya Jinan Bişeng vekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta ji bo girtiyên nexweş: Mafê jiyanê pîroz e, nabe bazartî bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li Arzoxlî ya li dijî projeya GES’ê 30 roj li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baroya Amedê: ‘Ji bo zarokan divê polîtîkayên civakî yên mayinde bêne afirandin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Giştî ya Neteweyî ya Jinên Kurd li Silêmanî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê ji bo jinên hatin qetilkirin ‘dara bîrê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelawêj Ewrîn: Jin, Jiyan, Azadî felsefeyeke azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şadiye Dalkiran a ku keça wê hate kuştin: Divê jin li cihê ku tundî lê tê kirin nemîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Divê pêşengên aştiyê jin bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêrt û Şirnexê çalakiyên ji bo berdana girtiyên jin ên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Mêrdîn, Amed û Dersimê êrîşên li dijî Çapemeniya Azad hatin şermezarkirin
Kurdistan

Li Mêrdîn, Amed û Dersimê êrîşên li dijî Çapemeniya Azad hatin şermezarkirin

Li Mêrdîn, Amed û Dersimê binçavkirin û êrîşên li ser Çapemeniya Azad hatin şermezarkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Stenbol, Enqereyê û Rihayê di serdegirtina malan de 9 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin û li Belçîkayê jî polîsan bi ser studyoyên Stêrtk TV û Medya Haber TV’yê de girtibû. Li Mêrdîn, Amed û Dersimê binçavkirin û êrîşên li ser Çapemeniya Azad hatin şermezarkirin.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê bi pêşengiya rêxistina DEM Partiyê ya bajêr û bi tevlîbûna TJA û DBP’ê li parqa Karayollarî daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hate vekirin.

Di destpêka daxuyaniyê de hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Şerafettin Aslan axivî. Aslan destnîşanî êrîşên li ser Çapemeniya Azad kir û wiha axivî: “Ev êrîş amadekariya êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê ye. Çapemeniya gelê Kurd heta îro bêdeng ne maye û dê bêdeng jî nemîne. Pênûsa Apê Musa neketiye û nakeve. Generalên biçûk ê Apê Musa mezin bûne, serî natewînin. Em vê êrîşa li ser Çapemeniya Azad şermezar dikin û dibêjin çapemeniya azad bêdeng ne maye û wê bêdeng nemîne.”

Piştre metna çapemeniyê ji aliyê Necla Acibuca ve hat xwendin. Acibuca jî bal kişand li ser zext, êrîş û gefên ser Çapemeniya Azad û wiha got: “Li Stenbol, Enqere û Belçîkayê li dijî Çapemeniya Azad operasyon û êrîş hemwext hatin kirin. Li Enqere û Stenbolê 9 rojnamegerên ku di Ajansa Mezopotamya û Rojnameya Yenî Yaşam de dixebitin hatin binçavkirin. Polîsên Belçîkayê jî dîsa bê hincet avêtin ser studyoyên Medya Haber û Stêrk TV. Di serdegirtina ku bi saetan dewam kir de hemû belgeyên fermî û qanûnî hatin desteserkirin. Beriya her tiştî em van êrîşên neheq, derqanûnî û korsan ên li ser Çapemeniya Azad şermezar dikin. Her êrîş û operasyoneke bi salan a li dijî çapemeniya Kurd nîşaneya amadekariyên êrîşeke mezintir û berfireh a li dijî gelê Kurd e. Car bi car hatiye îspatkirin ku hewldanên bêdengkirina çapemeniyê êrîşên piştî wê ji nedîtî ve bên kirin. Mixabin hêzên herêmî û navneteweyî dixwazin bibin parçeyek ji van planên êrîşê. Ji aliyê din ve, şerm e ku Belçîkayê di danûstandinên xwe yên bi Tirkiyeyê re kir qurbaniya mafên mirovan, demokrasî û azadiya çapemeniyê. Em bang dikin ku demildest êrîşên li dijî Çapemeniya Azad rawestînin û em hevgirtina xwe ya bi çapemeniya azad û muxalîf re careke din tînin ziman.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên” Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.

AMED

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî binçavkirin û êrîşên li ser Çapemeniya Azad li Parka Rojava ya Dîclekentê daxuyaniyek da çapemeniyê. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rêveberên bajar û navçeyan yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), kedkarên Çapemeniya Azad û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin, polîtîkayên şer nayên rewakirin” hat vekirin û dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hat berzkirin.

Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Cansu Şahîn axivî û bal kişand bi ser binçavkirin û êrîşên li ser Çapemeniya Azad.

DERSIM

Rêxistina DEM Partî ya Dersimê jî li Qada Seyît Riza bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîş protesto kir. Di çalakiyê de daxuyanî hat xwendin û wiha hate gotin: “Cihê şermê ye ku Belçîkayê mafên mirovan, demokrasî û azadiya çapemeniyê kiriye qurbana muzakereyên xwe yên bi Tirkiyeyê re. Mixabin welatên Ewropayê careke din nîşan dan ku dema mijar dibe berjewendiyên wan dikarin her cure nirxên mirovahiyê bikin mijara bazarê, dikarin van nirxan pêşkeşî hikûmetên zordar ên otorîter bikin û dji wan re bibin palpişt. Em êrîşa li ser Çapemeniya Azad şermezar dikin û dibêjin wê Çapemeniya Azad neyê bêdengkirin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bombe li Minbic û Şehbayê hate barandin
Nûçeya Pişt re ‘Li Colemêrgê polîs tiryakê peyda dike’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Fatûreya budçeya şer li gel tê birîn

Şêniyên Amedê nerazîbûn nîşanî krîza aboriyê û xizaniya giran dan û bal kişandin ser budçeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li ser sînorê Qamişloyê qetilkirina rojnamevanan hate şermezarkirin

Di çalakiya nobedê de ku li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê li dijî êrîşên dagirkeriyê dewam dike,…

Ji aliyê Stêrk TV

Dijminê xwezayê nahêle gel zeytûnên xwe berhev bikin

Li Kobanê berhevkirina zeytûnan dest pê kir lê belê gundên li ser sînor ji ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Şaredariya Cizîrê Navenda Bêhnvedanê ya Jinan Bişeng vekir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Platforma Giştî ya Neteweyî ya Jinên Kurd li Silêmanî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nobeda li Arzoxlî ya li dijî projeya GES’ê 30 roj li pey xwe hişt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Serokê Desteya Giştî ya NY’ê banga li Myanmarê: ‘Rohingyayiyan vegerînin malên wan’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?