Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku ruxmî agirbesta ku bi navbeynkariya navneteweyî pêk hatiye, çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe dewam dikin.
Navendê ragihand ku di encama bersivdana êriîên çeteyan li bajarê Minbicê de 3 çete hatin kuştin, her wiha êrişên çeteyan li Minbic û bendava Tişrînê dewam dikin.