Berdevkê polîsan ê Nepalê Dan Bahadur Karki ji AFP’ê re axivî û got, “Hejmara qurbaniyan gihîşt 101 kesî. Her wiha 64 kes jî winda ne.”
Berdevk got, “Li herêmê ku bandor li wan bû, her ku karê me yê lêgerîn û rizgarkirinê dewam bike, dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.”
Li gorî ajansa meterolojiyê ya Nepalê li paytext Katmanduyê ji sala 1970’î û vir ve barana herî dijwar bariya ye.
Ji ber barana dijwar, rayedaran hişyarî dan ku gelek çem dikarin bifûrin.
Çemên li Katmanduyê fûriya û xaniyên nêzî çem li ber avê ketin.
Li Nepalê îsal ji ber karesatên xwezayî yên ji ber baranê zêdeyî 220 kesan jiyana xwe ji dest dan.